Kurdo Baksî di navbera kultura Kurdî û Swêdî de

Kurdo Baksî di navbera kultura Kurdî û Swêdî de
Kurdo Baksî: Mam Celal ji malbata min gelek hez dikir
Hevpeyvîn: Dilşa Yûsûf- Swêd
Nivîskar, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan Kurdo Baksî di sala 1965an de li Batmanê- Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 1980yî de di gel malbata xwe koçî Swêdê kirîye û li wir bi cih bûye.
Malbata Baksî yek ji malbtên kurd yên herî kevin û karîger bûye di civaka Swêdî de bi taybet di warê kurltur, rojnamevanî û entegrasyonê de. Kurdo Baksî ku navdare bi bihêzbûna zimanê xwe yê Swêdî di karê rojnamevaniyê û debatoriyê de, bi qasî wê jî bi ziman û kultura xwe ya Kurdî jî bi hêze û parastîye.
Di sala 1987 an de yekem car kovara (Reş û Sipî) derxist, ku li seranserî Ewropayê bi entegrasyon û mijarên nijadperstî yê ve mijûl dibû. Ew nivîskarê dehan pirtûkan e li ser mijarên wek mafê mirovan, nijadperestî, koçberî, sirgûnê û doza Kurd.
Di sala 2000 de Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya (Olof Palme) wergirtiye.
Kurdo Baksî di navbera salên 1998-2003`an de di gel rojnama (EXPO) de edîtorê kovara Reş û Spî bû jî. Expo kovara Stieg Larsson bû(nivîskar û rojnamevanekî Swêdî gelek navdare. Zîncereyek ji sê romanan nivîsî ye bi navê (Millenyum) ku hatî ye wergerandin ser 50 zimanan û zêdetirî 60 milyon pirtûk jê hatine firotin û bûye zincîre filmekî navdar li Swêd û Emerîka. (Stieg Larsson) di encama celteya mejî, sala 2004an jiyana xwe ji dest daye )lê dema ku nekarî kovarê fînanse bike Kurdo Baksî alîkariya aborî da wî û kovara xwe jî.
Baksî di salên 1992-2004 de hevalê herî nêzîk ê Stieg Larsson bû. Expo di pirtûkên Larsson de modêla kovara Millenium e. Kurdo Baksî bi nav û jiyana xwe ya rast di pirtûka Millenyum ê ya sêyemîn de jî rol dîtiye.
Di 2010 an de Baksî pirtûka "Hevalê min Stieg Larsson" çap kir ku ji bo gelek zimanên biyanî hatî ye wergerandin.
Rojnameya Xelatê hevpeyvînek taybet li gel Kurdo Baksî kiriye û eve jî naveroka wê ye:
Rojnama Xelat: Birêz Kurdo Baksî, tu di temenekî biçûk de tu hatiye Swêd. Tu û malabata xwe wek nimûneyeke entegrasyonê ne di civaka Swêdî de, çawa te karî ziman û kultura xwe ya Kurdî biparêzî?
Kurdo Baksî: Dema ku ez hatim Swêd ê, ez 15 salî bûm. Bavê min (Lutfî Baksî) mamosteyê zimanê Kurdî bû. Dema ku ez biçûk bûm, min gelek dema xwe da fêrbûna zimanê Kurdî. Pirtûkxana bavê min ku bi zimanê Kurdî ye gelek mezin e. Ez di nava hezaran pirtûkûn Kurdî de li Stockholm ê mezin bûm e. Her weha ji ber ku hertim têkiliyên me bi Kurdan re hene, em kultura Kurdî ji bîr nakin.
Rojnama Xelat: Di jiyana xwe ya rojane de, di nav malbata xwe de, tu wek Swêdiyekî yan wek kurdekî dijî? Gelo zarokên te jî wek te bi zimanê kurdî dizanin?
Kurdo Baksî: Di nav Kurdan de em Kurd in. Di nav Swêdiyan de jî em Swêdî ne. Em xwarinên Kurdî li mal bêtir çêdikin, lê em ji xwarinên Swêdî jî hezdikin. Zaroken min zimanê Kurdî dizanin. Gelek caran dixwazin bi Swêdî xeber bidin. Lê ez her tim bi Kurdî bersivê didim wan.
Rojnama Xelat: Pêwendiyên te bi serok û siyasetmedarên kevn û nû yên Swêdî û Kurd re jî gelek bi hêze. Gelo tu bîranînên te bi serok Mam Celal re hene?
Kurdo Baaksî: Belê. Mam Celal ji malbata min gelek hez dikir. Min ew gelek caran li Ewrupa û li Kurdistan jî dit. Herwisa rîportaj jî bi wî re kirî ye. Li Silêmaniyê wî min vexwend ser xwarinê. Sohbeta wî gelek xweş bû. Piştî ku mamê min Mehmûd Baksî ( nivîskar û rojnamevan) çû ser dilovaniya xwe, ku navbera wî û Mam Celal jî gelek xweş bû. Lewma Mam Celal hez dikir bi navê wî bangî min bike, ji min re digot Mehmûd. Min jî qet dilî wî nehişt. Diyar bû ku çend ji min û rehmetiyê mamê min Mehmûd Baksî hez dikir.
Rojnama Xelat:Tu wek kurdekî ne tenê ji bo mafê Kurdan çalakî, belko tu çalakvanekî mafê mirovanî di asteke navneteweyî de û te çendîn xelat wergirtine di vê derbarê de, peyama te çiye di vê derbarê de?
Kurdo Baksî: Em Kurd, beşek ji cîhanê ne. Problemên li cîhanê wek demokrasî, mafên mirovan, mafên jinan, mafên azadiya raderbirînê û çapemeniyê , berpirsyariya me tevan e. Divê Kurd dostan ji xwe re peyda bikin. Dema serê yekî biêşe û em neçin cem wî û xwedî lê dernekevin, wê dema piroblemek me derkeve, ew jî dê piştevaniya me neke. Ez dixwazim rastiyeke tal bibêjim ku mixabin Kurd zîrek nînin di peydakirina dostên biyanî û giranbiha de. Hêvîdarim ez şaş bim!
Rojnama Xelat:Wek kurdekî, kîjan qonaxên herî xweşin di jiyana te de li Swêdê?
Kurdo Baksî: Gelek qonaxên xweş hene. Lê ez dikarim çend mînakan bidim. Sala 1980 serokwezîrê berê yê Swêd (Olof Palme), di rojnama Aftonbladet te got ku pêwîste Kurd mafên wan hebe ku bi xwe qedera xwe diyar bikin. Mînaka din, dema ku tîpa futbolê ya xwerû Kurd bi navê Dalkurd ê ket lîga herî mezin ya Swêdê. Mînaka siyemîn jî ewe, dema ku cara yekemîn radyo ya fermî ya Swêdê dest bi weşana beşê Kurdî kir. Mînakek din jî, dema xuşka min Nalîn Baksî di sala 1994an de wek endama partîya Sosyal Demokrat bû endama parlamentoya Swêdî, wekî yekemîn Kurd li diyaspora yê.
Rojnama Xelat: Bi nerîna te nehênîya( sira) entegrasyonê di civakeke nû de çiye? Peyama te çiye di vê derbarê de, ji bo kurdên ku nû hatin e Swêd?
Kurdo Baksî: Entegrasyon wek dansa tango ye. Ji bo vê dansê 2 kes pêwîstin. Dema mirov çû welatekî, divê rêzê li kultur û şêwazî jiyana wî welatî bigre. Lê di heman demê de divê mirov bikaribe kultura xwe jî biparêze. Ango tango!
XELAT