Konferansa Amed û Mala Îskender Paşa

Nivîskar: Kejal Ehmed
Îsal, PENa Kurd, bi hevkariya Şaredariya Amedê û PENa Navnetewî, Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê û diyasporayê vexwend Konferansa Zimanê Kurdî ya di 10 û 11ê Gulanê de hate lidarxistin, ku panêlîstan û beşdarvanên konferansê her yekî bi zaravayê xwe diaxivîn bi (Kurmancî jor, Zazakî, Soranî, Badînî, Lakî, Kelhurî, Hewramanî û htd.) û êşa dilê xwe anîn ziman. Wekî beşdarvan û birêvebira panêlên rûniştina duyemîn a konferansê, armanca çalakiyê û coşa beşdaran bala min kişand. Îja ew Amed (Diyarbekir)a, ku bi salan axaftina bi Kurdî lê qedexe bû, îro bi awayekî ecêb konferansek li ser zimanê Kurdî li dar dixe. Çend nivîskaran name ji min re şandin û pirsîn: Erê ev nûçe rast e, yan jî hatiye çêkirin? Hêjayan bawer bikin, ne tenê rast e, belkû di êvara roja yekem a çalakiya berfireh de, dema ku Şaredarê bajarê mezin a Amedê di xwarina êvarê de li mala dîrokî ya Îskender Paşa de gotarek pêşkêş kir, di gotara xwe de behsa pêvajoya aştiyê û navê Ocalan anî ziman û temaşevanan çepik lêxistin. Ev guhertina girîng û gelek guhertinên din ên dilşikestî li ser rûyên tejî umêd û hêvî ên gelê Kurd û bajarên kurdî ên Bakurê Kurdistanê berhema têkoşîna dirêj a Kurdên Bakurê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê ne. eve ne xêreke ku ji kurdan re bê kirin, Lêbelê, ev pêşveçûna doza Kurd ji bo her Kurdekî li her deverê cîhanê û ji bo her mirovekî aştîxwaz û rastgo, bêyî ku neteweya wî/wê çi be, çavkaniya kêfxweşiyê ye, ev hatina cih a xewnekê ye ku tekoşîn ji bo wê hatiye kirin û dikin.
Di nav axaftinên hin beşdaran de, şanda Herêma Kurdistanê behsa wê yekê bihîst ku Amed bibe paytext, lê hêviyên wan ne tenê ji bo me ne bê hêvî bûn, lê di heman demê de hêviyên me yên mezin ji guhertinên ku eger hene li Tirkiyeyê çêbibin jî dihiştin.
Eger li her beşekî Kurdistanê du paytext hebin wek yên li ba me heyî, yek ji wan paytexta îdarî û ya din jî paytexta çandî be, ev yek dê me kêfxweş bike.
Her li mala kevin a Îskender Paşa, çend dengbêjên Kurd bi dengên xwe yên bilind di kolanên kevin û hejar ên Dîyarbekirê de me tevlihev kirin û komek keç û xortên ciwan bi muzîk û stranên xwe pêşeroja Amed bi rabirdûyê ve girê dan, ez li kêleka xanimeke şaredar rûniştibûm û min bi girêdana wê bi deng û hunera herdu serdeman re hîs kir. Di dema wênegirtina hemû zimanzan û nivîskar û lêkolînvanên kurd li gel hevserokê şaredariyê ku wî jî bi kurdiya zelal gotî: Werin em bi hev re bêjin "Bijî yekîtîya Kurdan".
Di dawiyê de, ez hêvî dikim ku rêxistina PEN vê konferansa zimanî bibe deverên din ên Kurdistanê û bi hevkariya pisporên zimanê Kurdî nîqaşên kûrtir û hemdem li navendên akademîk pêk bîne.
Xelat/ Ji Soranî - Dawûd Çîçek