Kitêba Sayîmê Xakpûr "Îran Xanim" Hawarek Ji Ûrmiyeyê

Kitêba Sayîmê Xakpûr "Îran Xanim" Hawarek Ji Ûrmiyeyê
Kitêba Sayîmê Xakpûr, Îran Xanim, Hawarek Ji Ûrmiyeyê
Nivîskar: Nîhad Gultekîn

Di wê meha gulanê de du heb kitêbên derheqa hunermênden me yî jin ronahî dîtin. Min her du kitêb jî bi bextewarî xwend. Di wan her du kitêban kitêba Sayîmê Xakpûr bi navê İran Xanim, Hawarek Ji Ûrmiyeyê xebatekê edebiyata devkî ye. Bi zar û zimanê keça İran Xanimê Gulistan hatiye neqilkirinê. Jiyana hunermendeke jin, hunera wê, derd û kulen wê, gilî û qazincê wê çend kilamên wê hatiye tomarkirinê. Gelek hunermenda jî derheqe İran Xanimê bîranîn û agahiyên xwe bi Kurdiyeke gelek fesîh û zelal aniye ziman. Ez gelekî kêfxweş im ku em li ser jiyana Îran Xanimê hinekî agahdar bûm. Gor neqlkirina malbavana dêya min jî, li Makû, Ûrmiye û bajarên mayîn hema hema tu kes nîne ku bi wê dengbêjê re nasyar nebe. Gelek bîranînên wan hene û hema her malê de kasetên wê hatine guhdarîkirinê.
İran Mucered bi navê xwe yê hunerî Îran Xanim an Îran Xan, di sala 1951an de li gundê Îçkeso li navçeya Somabiradostê ser bi bajarê Ûrmiyeyê ve ji dayik bûye. Ew yekem jina dengbêj a Kurmanc e li bajarê Ûrmiyeyê ku li radyoya Ûrmiyeyê li gel dengbêjê nemir Xalê Birê û bi hevrêtiya bilûra Mistê stran gotine. İran Xanim di radyoya Ûrmiye de wek jinekê kurd, dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin. Piştî şoreşa îslamî ya İranê, qanûn û rêzikên nû derdikevin nahêlin Îran Xan karê xwe yê hunerî li radyoya Ûrmiyeyê bidomîne. Ew qanûn jibo jina dengbêj, ew jî jineke Kurd wekî Îran Xanê ku sînornenas bû, pir zehmet bû. Êdî xebata radyoyê diqede nikare stranên xwe bi awayekî eşkere di radyoyê de qeyd bike.
Bi dîtina min xebatên wiha ji bo cîhana muzîka kurdî girîng in. Dikarim bibêjim ku ji bo me di Rojhilate Kurdistanê naskirina hunermendeke jin, ji bo me moralek mezin e. Ji bo vê jî hêjayê gotinê ye ku, pêwîste têkoşîna Sayîme Xakpûr, ronahî dîtina kitêba wê bi xwendinê, bi xwedî derketine va were pîrozkirin. Ji ber ku nivîsandina wê serkeftinek mezin e. Êdî jîyan û hunera Îran Xanim wek kitêb bûye mal û milkê milete me. Şayanê gotinê ye ku ez bibêjim di kitêba Sayime Xakpûr a destê min de dewletî û zelaliya zimanê me yê şirîn dibînim û bextewar dibim. Hin peyvên di nava cimeata me da dihat bikaranîn, carek din di nav bîranînên min de jîndar dibin û yekoyek tên ber çavên min. Ji bo wê carek din xebata Sayime Xanimê bibaran silav dikim, berdewamiya xebatên wê dikim.
Kitêb pênc beşa pêk tê. Destpêkê Sayîme Xakpûr pêşgotinekê berfireh derheqa amadekirina kitêbê de dinivîsê. Beşa yeka; Mazûvana xem û keseran, Beşa Duyem; Îran Xan kî ye? Beşa Sêyem; Stêrkeke hunerî li esmanê Kela Dimdimê temirandin, Beşa Çarem; Hunermend û nivîskar derbarê Îran Xanê de diaxifin, Beşa Pêncan jî, Stranên İran Xanimê cih digire. Dawiya kitêbê de jî çend wêneyên Îran Xanim û keça wê Gulistan hene. Ew pirtûkeke ku ji her alî ve em dikarin lê sûd werbigirin. Pirtûkên weha dê her dem li ser maseya me û wekî pirtûka me ya çavkanî be. Parastina wêje, çand, dîrok û zimanê dihewîne û wana xwedî derketin jî hilbet erka me be. Ka em tev bibêjin Sayîme can, tu her hebî, her xweşbî û her bextewar bî te dilê me çawa şa kir.
Spasiyek dil jî jibo Weşanxaneya Nûbiharê û rêzdar Süleyman Çevik dikim, jibo ew kitêba hizmeta mûzîk û zimanê kurdî dike çap kirin.
Em nivîsa xwe bi gotinên kilama Kewa Gozelê ya Îran Xanimê va encam bikin:
Min bi sê denga kire gazî delalê ma tu çima nizanî îsal serê heft
salan e serê cotê ser memikê te ra mişterî me
ez nizanim çima awibetê wa li min tê hayê hayê hayê hayê hayê hayê
Erê ya pêşiya ez kuştim, ya nivekê ez helandim, ya dûma hîkê te ez sotim
Salan û zemana te ez kirim şair û dengbêj te ez anîme nav selefe
qîzan û nûbûkan û xortan……

04.06.2023

XELAT