Jinên Kurd sembola rasteqîne ya 8`ê Adarê ne

Jinên Kurd sembola rasteqîne ya 8`ê Adarê ne

Di derbarê 8ê Adarê de li cîhanê gelek nêrînên cuda hene, lê rastî ev e ku di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de ji ber pêşketina pîşesazî, jinên kedkar bi piranî di qada pîşesazî û kargehên cil û berg û kargehên rêstin û çinînê de dixebitin.

Di sala 1857’an de jinên karker ên li kargeheke cilan a li New Yorkê di 8’ê Adarê de li dijî şert û mercên xebatê xwepêşandan kirin û ji aliyê polîsan ve hatin tepisandin.

Di Tebaxa 1907’an de di civîna Koma Jinên Sosyalîst a Enternasyonal a Duyemîn de, çalakvana jin a sosyalîst a Alman (Klara Zenktin) pêşniyar kir ku rojek ji bo piştevaniya bi têkoşîn û mafên jinan re were veqetandin û li seranserê cîhanê xwepêşandan bên lidarxistin.

Di sala 1908`an de, jinên sosyalîst ên Amerîkî di roja 8ê Adarê de xwepêşandanek girseyî ya berfireh li darxistin, dûvre çalakvana Rûsî a jin (Aleksander Kolontay) ji Lenîn xwest ku 8ê Adarê li Yekîtiya Sovyetê bibe betlaneya fermî, lê di pratîkê de di sala 1965`an bû betlaneya fermi, lê wek Roja Jinan a Cîhanê li piraniya welatên Ewropa û Amerîkayê xwepêşandan û çalakiyên siyasî hatin encamdan.

Li Kurdistanê jî, ji bo bi destxistina mafên xwe gelek şoreş û fedakariya jinan heta roja îro berdewam in, ji dema hilweşandina rejîma Baasê heta niha jin di nava fedekarî, hewldan û têkoşînê de ye, di raperîna Kurdistanê ya 1991`an de jinên Kurd li pêş bûn, piştî wê jî hewla bidestxistina mafên xwe berdewam kirin û çendîn biryar û yasa derxistin.

Yasaya rûbirûbûna tundûtûjiya nav malbatê ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve bi saya rêxistinên jinan, civaka sivîl û birêveberiya tundûtûjiya li dijî jinan hat derxistin, amadekariyên pêkanîna Qanûna 8’ê ya sala 2011’an a Têkoşîna li dijî Şîdeta Malbatê ku jinan dike armanc hatin girtin.

Bi boneya 8 Adarê bi navê stafa Xelata Kurmancî em pîrobahiyê li hemû jinên Kurdistanê dikin.

XELAT