Hindek ji Rola Gelê Kurd Di Avakirina Şehristaniya Mirovahiyê de

Nivîskar û Zimanzan: Biradostê Mîtanî
Berevaniya di ber gelan de...
Gelê Kurd ji baweriyên xwe yên mirovahî ketiye xebatê de di ber mirovahiyê de ,li dever û welatên ku ew lê be .Çi rast be jî yan na ,her xwe dîtiye xwedî erk.
Ji dîroka kevin ve ev diyarde xuya ye ,dema ku bavkên me yên Xorî(Hûrî) Hevpeymana QADIŞ dijî dagirkeriya fer'ûnên Misrê pêk anîn û mîreşînên Sûrî kirin yek . ji wan : HORÎMÎTANÎ ,OXARÊT ,AMORO , TONÎB , NIYA , NOXŞÎ û QADIŞ . Van aliyan pev re dijî dagikerên fer'ûnî peymanek siyasî hemze kirin ku xaka sûrî ji wan rizgar kin û bi parêzin û yek artêş ava kirin û ketine şeran de bi wan MISRIYAN re ,ta başûrê SÛRÎ ji wan rizgar kirin .
Şerê xwe berdewam kirin ta Filestînê jî ji wan rizgar kirin û navenda MECIDO ji artêşa xwe re kirin baregiha leşkerî .
Dîroknasin dibêjin vê hevbendiyê gelek armanac û pîlanên fer'ûniyan li ser sûrî pûç kirin û ya jê mestir bû sedema hervandina desthiladariya hinek fer'ûnan jî .
Di wê dîroka kevnar de KEYEXSARÊ MÎDÎ 612 B. Z , miletên mîna Babilî,Lîdî û Sîtî kirin yek dijî çavsoriya dewleta ASÛRÎ û ew şikandin .HÊRODOT û DIYAKONOV û pêxemberê ebrî AHOM dibêjin bi vê yekê MÎDIYAN û gelên din xwe azad kirin ji dijwarî û koletiya ser destên asûriyan ya ku di dîtin.
Hevalên pêxember Mûhemed (S) Gaban,Meymûn û Selmanê Kurd (Farisî) arîkar bûn di bicihkirina peyama misirmantiyê de.
Ebû Mislimê Xuresanî di avakirina Dewleta Ebasî de xizmetek mezin kir ,lê piştî Ebû Caferê Mensûr giha armanca xwe bakiriyê û rw bi cinizî kuşt.
Di serdemê nûjen de MIHEMED ELÎ PAŞA û zariwên wî ji 1805 ta 1951 z,bi devê zaniyar û pisporan ew bûna fenerek geş û cîwaz di dîroka vê herêmê de , nexasim ji layê siyasî , aborî û demuqrasiyê ve.
XELAT