EZ Ê WÎ BÎNIM XWAR !?

Nivîskar û Lêkolînvan: Salih Heydo
Di salên 1965 heya 1969 an de Ferc Dirêç ji bajarê Qamişlo dihate gundê me bi terektor, patoz ,hesin- mesinê xwe û çardir û şifêr-mifêrên xwe ve zeviyên zad yên hinan ji gundiyan bi hevparî digirt û diçand û diçinî.Postgirû yan serkarekî wî hebû navê wî Rîmon bû,ew jî Ermenî bû û kurmanciya wî saxlem-daxlem bû ji pirraniya kurmancan çêtir û zelaltir zanî bû bipeyive,her wiha yekî bi gewd û laş bû û cirra wî pir xweş bû,tev girsbûn û cihamiya wî jî gelekî ji werzişê nemaze lîztika şepyê hezdikir di gel ku salên temenê wî di navbera 30 û 40 î de bûn.Lewra mamosteyê gundê me yê dibistana seretayî jî ji erebên derdora Şamê bû navê wî Îd Mihemed Şehadê bû.Tevî ku ew mamoste gelekî pîs û bêtore û serserî bû jî lê gelekî zanî bû bi şepyê bilîze û tê de cansivik û pehlewan bû.Ji ber em şagirt hemî jê dagirtî bûn û me jê heznedikir çiku bê sûc û guneh lêdanên dijwar li me dikir di nav xwe de me digot Îdê kurê Şihatê,di wî hingî de ez di refa çarê seretayî de bûm dema lîztika şepyê hat lîztin û Rîmon jî kete lîztikê li dijberî mamoste di yarîgeha gund de li rex dibistanê,lewra hemî xort û gencên gund terra-merra xwe berdan lîztikê,hin bûn hevalê mamoste û hin bûn hevalê Rîmon û şepî ketober di nav lingan de ye,bê zanebûn û rahênerî ,kî digihêje şepyê lingê xwe lê dide çawa be,çilo be berê wê bi kîderê de be li cem gêncên gundiyan nexeme lê tiştê ji wan re girîng ew bû ku tenê pêya wan li şepyê keve her wiha eynî xirra gê bû! Lewra her aliyek ji bîst heya sîh kesî dilîztin çiku gundê Hesê Ûso mezin û avabû û gume-gum jê dihat!
Her wiha lîztika şepyê bi vê germayî û coşê ye û gênc û zilamên gund hemî bi korfeleqî di nav de dilîzin,ne kes şaşiyên lîztikê û ne jî sînor û bendên wê ji Dûsban,ensan,kornêran û fawilan dizane û ne jî bîra wan dibin,hin bi kiras û çakêtin,hin bi dismal û igal in û hin bi şerwel û kurtik in, û hin xwas in û hin jî bi tirag û potîn û pêlavên cuda-cudane,lê tenê Rîmon everolê şîrkiyê tarî lê ye û pişta wî bi zinarek pehin di gel bizmikan şidandiye û di lîztikê de ye,pirraniya xelkên gundê me jî ji zilamên temendar û hin pîrejinên bi kofî û şarên kesrewanî li dora yarîgehê hatine tamaşê,lê pirrê pirtir dilxwazê Rîmonê Eremenîne,ji ber ji mamosteyê gund aciz in!
Her wiha di lîztikê de Rîmon û mamoste carekê ketin rûqalî hev ku şepiyê ji hev bistînin,lê bêbavê mamoste nig daber Rîmon û Rîmonê qelew û bi goşt ji qam de li erdê dirêj bû û ket,lewra di wî hingî de em hemî li ber Rîmon ketin û me nifir li mamoste dikir,her wiha dengên hin zilam û jinan dihat û digotin; Weylê bi qurbana Rîmon bûyî haha! Bê ev kurrê Şihatê çi bêbave kurro! Ma qey nizane ku Rîmon hêjaye wî û sed kalikên wî,weyla xwedê lêxistî,bê çi anî serê Rîmonê reben lawo?! û bangkirin û gotin: Bi xwedê gereke Rîmon vê yekê jê re nehêle!Her wiha em hemî piştgirê Rîmon bûn û di nav lîztikê de her me xwe digihande Rîmon me jê re digot Xalê Rîmon divê tu lingê mamoste bişikîne,Rîmon bi devkenîn li me vedigerrand û digot: Deyax bikin heya ez keysê lê bînim ez ê vî sehê ji sehan bînim xwarê û ez jê re nahêlim! Û liztik germ bûbû repîna reş bû,lê mamoste nema gelekî diket rûyê Rîmon de çiku dizanî bû ku jê re nahêle,lê carekê di ber gol de Rîmon ew zeft kir û ling da ber ew ji bilindbûna gazekê bi ser dev de anî xwarê û xwe jî bi ser de berda û mamoste li erdê dirêj bû û ma di bin Rîmonê Qelew de heya ji bin derket bînfiskên mirinê dikir,di hingî de kêfa me hemiyan hat û em dilşd bûn,her wiha jin û zilaman jî digotin: Erê weleeeh di heqê wî de ye,ka heger histû û parsiwê wî jî şikestibin wê hîn çêtir be,lê ruhê wî ruhê kûçika ye ma ji ku kêr lê dibe ev bêbav hestî stûr e û heftruhiye! Rîmon em jê xelaskiriban wê baş ba lê çi fêde hîn saxe û ehh wa ye rabû ser xwe weke tişt nebûye!? Lewra piştî mamoste hat xwarê em hemî çûn cem Rîmon û me jê re digot: Eferim xalo bi xwedê te ew anî xwarê û te kela me li kurrê şihatê hênik kir! Rîmon jî dibişirî û li me vedigerrand û digot: Ez xalê we me, we dît min ew seh kurrê sehan çawa anî xwarê û ew li qadê û pêhnavê dirêjkir ne?!Lewra heya min keys lê anî min heyfa xwe û we tevdan jê stend.Di hingî de lîztik bi dawî bû û her kes vegerriyan mala xwe bi kêf û eşq û digotin: Eferim ji Rîmon re bi xwedê mamoste teres kir û dilê me li vî tajiyê ji tajiyan hênik kir.Lewra dema lîstikê danê êvarî bû di wî hingî de jî dengê radyoya Êrêvanê dihat guhê me û guhê Rîmon û çend dîrok û stranên xweş pêşkêş dikirin yek jê : Hatin hatin Hayistan bû bi dengê hunermend Aramê Dîkran û ya dîtir: Welatê me Kurdistane bi dengê Eslîka Qadir bû,lewra kêfa me bû du kêf.
Piştî lîztika şepiyê di esrê teng de bi dawî bû û Rîmonê Ermenî mamoste li Erdê gêrkir di hingî de her kesên gundî ji biçûkan heya mezina kêfxweş bûn û bi şadîmanî û heytehol ji hev belabûn, lewra dema ez gihajtim malê diya min li ser tenûrê bû nan lêdixist ji min pirsî û got: Lawo ew çi qerebalix û deng bû li cem dibistanê dihat,hema xêr be?! Min lêvegerrand û got; Dayê Rîmon zora Mamosteyê me bir û ew ji bilindaya gazekê ji jor de anî xwarê û xwe jî bi ser de berda,êdî mamoste kêferata mirinê dikir,ev deng û qerebalix hemî ji kêfa bû! Diya min dîsa got : Hema Rîmon ew serserî kujtibe wê baş be yan heger sax mabe bêsûde ye.Ev seh kurrê seha çendî pîş,xerab û bê tore ye,ew qas mamoste hatine gund me kes weke vî Îdê kurê tajiyan kirêt û ne lirê nedît! Min ji diya xwe pirsî ;ku çima xelkên gund ji Rîmon hezdikin û ji mamoste aciz in? Mane mamoste Misilmane û Rîmon fille ye û xelkên gund jî misilman in?! Diya min got : Lawo Erê Rîmon fille ye,lê gelekî rast,durist,bi aqil û dilovane û hem jî Ermeniye,lewra ji wan kesên ku ji fermana Misilmanên Roma reş filtîne,dema di sala 1915 an de Turkan ew qirkirin û bi sed hezaran kujtin û bi koman û qeflan ew dane ber xwe û bi rêv de diz,keleş,xwedênenasan ew dikujtin û ji qeflan direvandin,lewra Rîmon ji wan kesên hindik ku filtîne di gel çend neferan ji malbata xwe û zimanê wî yê kurmamcî ji zaravayê deşta Xerza û çiyayê Sasûnê ye ku malbata Eliyê Ûnis (Qewmên çiyê) li wan deveran timî bi mêranî Şerrên Tirkan dikirin û zimanê Rîmon eynî zimanê wane,kêfa min gelekî ji zimanê Rîmon re tê çiku eynî zimanê welatê me ye ku em hemî bi wî şêweyî dipeyivîn û Malbata Eliyê Ûnis bi hezaran Ermenî parastin û ew ji şûrên Romê xelas kirin.Her wiha Ermeniyê Qamişlo hemî ji bakurrê kurdistanê ne û ji deverên Xerzan,Bişêriyê,Wanê û Amedê ne û ew û kurmanc hemî di yek welatî de bi dostanî,biratî,kirîvantî û hezkirin bi hev re dijiyan,dema kêfa me ji Rîmon re tê ,em wî ji filleyên xwe yên kurmanc hesab dikin,Lê ev mamosteyê bêbav ne ji welatê me ye û ne ji zimanê me ye,misilman be çiye û ne misilman be çiye,Rîmon hêjaye wî û malbata û kok koka wî! Axir te mizgînî da min,bi xwedê Rîmon çê û xweş kir!
XELAT