Çavpêkeftinek taybet li gel siyasetmedarê dêrînê Kurd Dr. Omer Şêxmûs

Omer Şêxmûs: Gotina (Kurd dostên wan tune ne ji xeynî çiyayên wan) gotineke neraste
Ji bo naskirina kesayetiya navdar û siyasetmedarê dêrîn yê gelê Kurd û Kurdistanê (Dr. Omer Şêxmûs) her weha naskirina xebata dûr û dirêj ya wî di nava tevgera siyasî ya Kurdistanî de ku yek ji endamên desteya damezrêner ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bûye kû xelkê bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye bû mêvanê bernama "Rojava" ya ku Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê diweşîne û ji aliyê rojnamevanê bi ezmûn mamaosta (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin.
Hozan Efrînî destpêkê bi xêrhatina Dr. Omer Şêmûs dike û vê pirsê jê dike: Hûn çawa xwe ji bo gelê Kurd didine nasandin?
Dr. Omer Şêxmûs weha xwe ji bo gelê Kurd dide nasandin û dibêje: Ez xelkê bajarê Amûdê me di sala 1942`an de hatime dinyayê, di temenê 16 saliyê de ez bûm endamê Partiya Demokrata Kurdistan ya Sûriyê, di temenê 18 saliyê de ez li gel serokatiya Partiya xwe ketime zîndanê di hemleyeke fereh de ku piraniya kadroyên pêşketî yên partiyê ketin ber wê êrişê û hatine girtin, dûre ez di temenê 20 saliyê de derketim derveyî welat bo xwendinê, ez çûme Inglîzistanê min xwendina xwe ya destpêkê ya zanîngehê min li wir xilas kir di siyaseta navneteweyî de û her weha zanista siyasî, dûre di sala 1967`an de ez hatime welatê Siwêdê. Ji destpêkê ve ez gêncekî çalak bûm di nava rêxistina Partî de li derveyî welat min çend salekê dev ji xebata rêxistinî berda lê di sala 1975 de min li gel hindek hevalan de bi taybetî (Mam Celal) bûn endamê desteya damezrêner yê Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê (YNK)ê lê di ew dema dûr û dirêj de wekî ku we behs kir min xebat û tekoşîn ji bo hemû parçeyên Kurdistanê kiriye di nava rêzên Komeleya Xwendevanên Kurd li derveyî welat û Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa her weha di dema xwe de di nava rêxistina partî de û dûvre di nav rêxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de û ez niha xanenişînim (teqaudim) li Siwêdê dijîm.
Hozan Efrînî pirsî, gelo we çima xebata siyasî hilbijart ewqas giring bû li cem we , di bersivê de Dr. Omer Şêxmûs dibêje:
Di salên 50`yî de tevgrên neteweyî bihêz bûn li Rojhilata Navîn çi tevgera nasyonalîsta erebî çi Tirkî çi Îranî çi Kurdî, em jî çi gêncê di wê demê de perwerde bûn û pêdigihêştin ketine nav tevgera siyasî û em zêdetir bi aliyê rêxistinên Kurdî de çûn ji ber ku gelek ji me bîr û baweriya çep û marksî bandor li wan kiribû lê siyaseta partiyên komonîst yên welatên Rojhilata Navîn ne bi dilê me bû ji ber wê jî me berê xwe da tevgerên nasyonalîstî û pêşkeftîxwaz yên Kurdî. Her weha ew çewsandina ku li ser miletê Kurd hebû bê beşkirin ji mafê ziman û mafê ferheng û mafên demokratîk ji ber wê me bi pêwîst zanî em têkevin nav tevgera siyasî.
Li ser pirsa ku Dr. Omer Şêxmûs û Serok rewanşad Mam Celal çawa hevdû naskirine, weha got; Min cara yekemîn ku min navê heval Mam Celal bihîst di sala 1956`an de bû ez we demê xortekî 14 salî bûm û wê demê hêjmarek ji Kurdên Êraqê li Şamê bûn, Mam Celal jî konferansa gêncên cîhanî li Moskoyê vegeryabû nema karîbû biçe Êraqê ji ber ku li ser radyoya Mosko hevpeyvînek kiribû dengê wî hatibû naskirin her çend bi navekî cuda peyivî bû mecbûr bû demekê li Şamê bimîne. Min wê çaxê jî nuh min danûstandin bi hinek xortan re dikir ku li Şamê dixwendin komeleyek xwendevanên Kurd hebûn ku bi veşartî û bibû dendikeke rêxistinî ji bo partiyên li wir behsa wê yekê dikirin ku hindek tekoşerên Êraqê wek (Mam Celal, Dr. Kemal Fuad, Dr. Izedîn Mistefa Resûl, Mamosta Cemal Nebez) evna wê çaxê giş li Şamê bûn, çunkî eger tê bîra te, di navbera 1954 û 1956 de hikûmeteke demokratîk li Sûriya hebû ku bereya nîştimanî hikûmdar bû siyasetek wan ya pêşkeftîxwaz hebû, îca ji wê demê ve min navê Mam Celal bihîstiye lê cara yekemîn ku min Mam Celal naskir bi şexsî di kongirê Komela Xwendevanan li Miyonixê di sala 1963 de bû ku ew serokê şandê danûstandinê bû bi navê tevgera Kurdî li Kurdistana Êraqê dûre çû Misrê digel şand re berî ku vegere Hikûmeta Êraqê êrîş kir ser Kurdistanê û şandê danûstandinê giş girtin li gora Mam Celal û tişta ku ji me gişa re behs kiriye û di bîreweriyên xwede jî di kitêba Selah Reşîd de behs dike, ku serok (Cemal Ebdulnasir) xeber jêre şandibû gava ku li Beyrûtê bû kongirê rojnamvanî dikir û li ser rêya vegerê bû ji bo Bexdayê hişyarî dabuyê ku venegere çunkî wê bê girtin.
Hozan Efrînî ji Dr. Omer Şêxmûs dipirse ku gelo çima Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hilbijart ku hûn ji beşekî din ya Kurdistanê bûne û hûn bûne endamê damezrêner, Dr. Omer Şêxmûs weha bersivê dide:
Bê goman ez bi xwe ji ber ku çalak bûm di nava rêxistina partî de li derveyî welat di nakokiya 1964`an de min piştgîriya hevalên Mekteba Siyasî kir û ez di gel serokatiya Barzanî de nebûm, partiya min (Partiya Demokrata Kurdistan ya Sûriye) li Sûriye ji min daxwaz kir ku ez nebin beşek ji wê nakokiyê lê min guh neda biryarên wan, dûre ez gelek çalakbûm di nava komela xwendevanên Kurde li Siwêd û Inglîzistanê di wê demê de, yanî ez navekî naskirî bûm di nava tevgera Kurdî de çûnkî min tenê bi Kurdên Sûriyê re kar nedikir min digel Kudên Tirkiye û Kurdên Îranê û Kurdên Êraqê de min kar dikir, çûnkî hêjmara me yên Kurdên Sûriye jî li derveyî welat wê demê gelekî kêm bû, ji ber wê em di nav tevgera Kurdî de bi rengekî giştî me kar dikir, dûre ku şoreşa Eylûlê di 1975`an têkçû tevgerekî gelekî bihêz li Ewropa û li Rojhilata Navîn peydabû,wê demê Mam Celal danûstandin bi min re kir, berî ku şoreş têk biçe ew li Parîsê bû bi serdan hatibû, me îtîfaq kir ku em di meha nîsanê de hevdû bibînin wê çaxê şoreş nemabû wî demî digel (Kemal Fuad û Mam Celal) de em 3`ê rojan bi hevre bûn me behsa wê yekê dikir ku em çi bikin başe, em gihêştin wê qenaetê ku pêwîste rêxistinekî nuh çê bibe lê ew rêxistin divê ku bê gotûbêj kirin ji tekoşerên ku li Ewropa ne û li Rojhilata Navînin di nav penaberên Kurdên Îranê de bûn, her weha di nava welat de her weha rêxistinek çawa be. Em hemfikir bûn ku pêwîste rêxistinekî Kurdî û Kurdistanî be nîştiman perwer be çûnkî gelek bîrên (fikrên) din hebûn ku partiyek sosyal demokrat be yan komonîstê Kurdistanî be yan tenê neteweyî be lê li ser wê formulê me îtîfaq kir ku, bereyekî giştî be heta ku karibe hemû rêzên gel têxê nav xebatê û têkoşanê, ji ber welê jî me navê wê kir (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê) me ne got Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya Êraqê, çûnkî bîrekî welê hebû ji ber welê jî ez ketime nav, lê rewşa siyasî û rewşa Rojhilata Navîn rê neda ku em wêya bikin ya diduyan jî serokatiya Barzanî di dema xwe de siyasetekî gelekî şaş beramber parçeyên din yên Kurdistanê birêve dibirin me nexwest ku em danûstandinên xwe digel tevgera siyasî ya Kurdistana bakûr û Rojhilat û Başûr û Rojava de xira bikin.
Hozan Efrînî dipirse gelo xebat û tekoşîna Dr.Omer Şêxmûs di nava YNK`ê de pitir li kijan sahê bû, Dr. Omer Şêxmûs weha dide diyar kirin: Ji destpêkê ve ku ez bûm endamê desteya damezrêner ya YNK`ê ez bûm berpirsyarê danûstandinên Kurdistanî û derve li gel rêxistinên Kurdî yê Kurdistana Rojhilat û Bakûr min û Dr. Kemal Fuad li Ewropa me danûstandin bi wan re dikir, hevalê Şamê, li Şamê û Lubnanê danûstandin bi wan re dikirin, di hundirê welat de jî gerek desteyek bihata damezrandin lê hevalên nava welat rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî çêkirin û komele û bizutnewe xetê giştî peyda bû, ewan jî danûstandin li gel rêxistinên beşên dinî Kurdistan re dikirin. Ê min bi xwe ez wek berpirsyarê komîta Ewropa bûm dûre berpirsyarê danûstandinên derve û Kurdistanî li derve bûm her weha min serpereştî rêxistinên derveyî welat dikir digel Dr. Kemal Fuad rihmetî de, her weha min rojnama (El Şerare – Çirûsk) bi Ingilîzî derdixist, me rojnameyekî mehane derdixist bi navê (The Spark) yanî (Çirûsk) ez sernivîserê wê rojnamê bûm, bi rastî min û hevjîna xwe me bihevre ew rojname derdixist.
Li ser peywendiya xwe û hevjîna xwe (xanim Egnîta) û çawa ew bawerî da ku bi xwe re bîne çiyayên Kurdistanê, Dr. Omer Şêxmûs bi rûyekî biken weha dibêje: Bi rastî hewce nebû ku ez wê qani bikim ku digel min de bê nava jiyana Pêşmergetî li çiyayên Kurdistanê, ewê bi xwe biryar da,cara yekem ku ez çûme Kurdistanê piştî karesata Hekarî biryar bû ez biçim bo beşdarbûna civîna serkirdayetiyê ji bo mehekê lê ez 7 mehan mam, şoreşa Îranê serketibû rewş baş bû pêwîstiya hevala bi min hebû ku ez li wir bimînin gelek tekoşerên Kurdistana Rojhilat û Bakûr dihatin danûstandin bi me re dikirin îşê şoreşê gelek bû ji be wê yekê ez 6 -7 mehan mam dema ku ez vegeriyam Siwêdê bi wê niyetê ku ez tenê ji hevalên serkirdatiyê li derveyî welat bim û serpereşytiya kar bikim lê bi rastî rêjîma Xomeynî êrişî Kurdistana Rojhilat kir wê demê danûstandinên me li gel hevalên Rojhilat gelekî bihêz bûn bi taybetî li gel hevalên Komelê Şoreşgerên Zehmekêşên Kurdistana Îranê min biryar da ku ez vegerim nava welat ez naxwazim li derve bimînim li wir (Egnîta xanim) biryar da û got "ez jî li gel te têm" ew jî ji ber sê tiştan ji ber ku xanim (Egnîta) rewşa miletê Kurd ji destpêka ku me hevdu naskir bi firehî dizanî gelek pirtuk dixwendin beşdar dibû di çalakiyên me de yanî sempatiyekî wê ya fereh ji bo pirsa gelê Kurd û kêşeya gelê Kurd peydabû, ji ber wê ewê bi xwe biryar da û got "ez dixwazim bêm beşdarî bikim û ez naxwazim bi tenê bimînim", min bi rastî şîret lê dikir ku rewşa me gelek zehmete, em di şikefta de dijîn û di binê çadiran de di bin bombebaran û topbaranê de û rewşekî gelekî xirape , wê got "ez qebul dikim" hat jî bi rastî tehemul kir û qebul kir û rolekî pir baş lîst, yanî bi daxwaza xwe û îsrara xwe bû ku hat beşdarî di Şoreşê de kir, du caran hat her carê 6-7 mehan li Kurdistanê dima.
Ji aliyê xwe mamosta Hozan Efrînî jî diyar kir ku, piştî cara yekem Dr. Omer Şêxmûs li bajarê Silêmaniyê dît xanim Egnîta jî dîtibû ku mirov hest nedikir keseka biyaniye û dilsoza gelê Kurd bûye û rewanşad be û xwedê rihma xwe lê bike. Dr.Omer Şêxmûs jî weha got, "zor spas hezar rihmet li miriyê we jî ezbenî".
Derbarê pirsyare çîrokekê ku Dr. Omer Şêxmûs ji Serok Mam Celal daxwaz kiribû ku bila hevalên din nizanibin ku ew xelkê Rojavayê Kurdistanê, (Omer Şêxmûs) dikene û weha tine ziman, "ew bi rastî biryarekî giştî bû di destpêkê de çûnkî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hindek danûstandinên wê bi Sûriye re hebû, min nexwest em aşkere bikin gi ez ji Kurdistana Rojava me yan Kurdê Sûriye me, ji ber wê min digot ez xelkê deşta Hewlêrê me ji xwe navê min ya tevgerî jî (Heval Homer) bû lê paş şeş mehan Mam Celal bi nokte û henekî ji min re got (welahî kak Omer raste em dixwazim tu aşkere nebî ku xelkê Kurdistana Rojavayî lê niha welê hatiye ku hemû kes dizane tenê tu nizanî ku tu xelkê Kurdistana Rojavayî vêca em aşkere bikin baştire".
Li ser pirsa piştî dîrokeke dûr û dirêj ji xebata şoreşgerî û netewî niha hestên we çawa ne ku hûn li Siwêdê dijîn hûn li Kurdistanê bûne baştir nedibû? Dr.Omer Şêxmûs got: Min pir dixwest ku em bêne Kurdistanê piştî ku em gihêştin vê temenî bi min baş bû ku em şeş mehan li vir û şeş mhan li Kurdistanê bim lê rewşa tenduristî ne musaîd bû, dûre di van salên dawî de bi rastî rewşa jiyanê bi giştî li Kurdistanê ji min re zehmet bû lê niha jî salê du sê caran ez serdana Kurdistanê dikim û gelekî bi min xweşe lê jiyan li wir mumkine zehmet be ji min re.
Li ser pirsa hûn çawa pêşeroja doza Kurd li giştî Kurdistanê û bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê dibînin bi taybetî piştî sed saliya peymana Lozanê? Dr.Omer Şêxmûs weha dibêje; Sirûştê min ez mirovekî xweşbînim lê eger ez hevberiyekê bikin di navbera rewşa miletê Kurd di salên 60`î de heya niha, rewşa miletê Kurd niha gelekî baştire, ji ber ku em di wê demê de zimanê me ferhenga me û hebûna me miletekî di bin metirsiyê de bûn niha meseleya man û nemana gelê Kurd nemaye û ew metirsî nemaye bi kêmanî niha li du beşên Kurdistanê curek ji xwebirêveberiyê heye li başûrê Kurdistanê ji sala 1991- 1992`an ve û li Kurdistana Rojava jî ji 2014 ve heger em hevber bikin li gel hikûmetên ku li ser Kurdistanê çi li Başûr di zemanê Şêx Mehmûd de yan Komara Mehabad ji salekê ya du salan zêdetir dewam nekirin eve bi kêmanî li Kurdistana Êraqê dibe 31 sal li Rojavayê Kurdistanê jî eve 10 salin dazgehên xwe birêvebirinê hîna mane mimkine hinekî lawaz û hinekî rewşa wan xirabe be lê bi giştî li van herdu parçeyan de miletê Kurd karîbû ku hinek destkeftan bi dest bîne û bûne kiyanekî siyasî, kiyanekî îdarî, kiyanekî dîplomasî ku danûstandinan digel civata cîhanî de dikin û tên naskirin her çiqas ne bi dilê wan welatên hevsînor bin jî lê mecburin danûstandinê bi wan re bikin wek (Îran, Sûriyê, Tirkiye û Êraq). Ev li aliyekî li aliyekî din ve tevger li Kurdistana bakûr û Rojhilat ew jî bihêze ez hêvîdarim ku wê di rojeke nêzîk de li wir jî mafê xwe bistînin û karibin rêveberiyekî xwecihî dirust bikin gi karibin birêve bibin, wê demê li çar parçeyên Kurdistanê cure hikmekî otonom peyda bibe û wê demê li her çar parçeyan bikarin bi hevre danûstandinê bikin û kar bikin. Li aliyekî din me got di salên 50`yan de dihat gotin ku miletê Kurd heşt milyon kesin niha hêjmara wan 40 milyon û zêdetire,giringiyekî wê yên siyasî û mirovî,bazirganî û aborî jî heye tesîrê li Rojhilata Navîn dike ji ber ku bi sirûştiya parçebûna Kurdistanê li çar welatan tesîr li ser rewşa wan dike ji ber wê tirsa man û nemanê û tunekirina miletê Kurd di holê de nemaye, digel ku li hinek welatan xelk têne çewsandin, ya sisyan, caran me li dinyayê û civata cîhanî de gelekî bi zehmet xelkê dizanî ku Kurd û Kurdistan çiye, niha heta zarokekî biçûk li ser cadeyan dizane ku Kurd çine û daxwzên wan çine sempatiya wan jêre heye bê goman evna bi nirxekî gelekî zêde li gel ew hemû cenosîd û enfal û komkujiya Êzdiyan û Helebçe û hemû karesatên din ku bi serê miletê me hatine eve nirxekî gelekî mezin bû her weha şerê DAIŞ û ew hemû şehîdên gelê Kurd,lê di encam de doza gelê Kurd baştir tê naskirin, her weha ya çarem û dawî bi dîtina min ew gotina ku dibêjin (Kurd dostên wan tune ne ji xeynî çiyayên wan) gotineke neraste di dîtina min de, mumkine caran dostên miletê Kurd kêmbûn lê niha dostên Kurdan gelekî zêde ne li hemû cihekî cîhanê bigre xelk piştgîriya daxwaza miletê Kurd dike piştgîriya tevgera miletê Kurd dike alîkariya wî dike, nema wek berê ku miletê Kurd xwe bi tenê bibîne.
Li ser dîtina Dr. Omer Şêxmûs derbarê (Sekoya Kurmancî) ku ji aliyê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ve hatiye avakirin ku taybete bi kurmancan her weha rojnameyek jî tê amade kirin bi navê "Xelat" ku hemû bi Kurmanciye, ev xebata Kurmancî li Silêmaniyê ku paytexta rewşenbîriyê ya Kurdistanê ye û vê pêngavê çawa dinirxînin?
Dr. Omer Şêxmûs: Gavekî pir başe, ez destxweşî li mekteba ragihadinê ya YNK`ê dikim gavekî gelekî pîroze û gelekî pêwîste, tu zanî rewşa zaravayê Kurmancî bi giştî di dema xwe de bi hevberkirin digel soranî de lawaztir bû ew jî jiber çi bû? Ji ber Êraqê ji sala 1932`an de mecbur bû ku qanuna zimanên lokalî (xwecihî) qebul bike, Hikûmeta Êraqê mecbur bû ku vî mafî nas bike bi mercê ku bibe endam di koma miletan de, li ser wî esasî zimanê Kurdî li dibîstanan di parzgehên Kurdistana Başûr de dihata xwendin û zimanê wan geşbû heta gîha ku li zanîngehan de bê xwendin. Kurmancî mixabin bi hevberkirin li gel soranî ew derfet jêre peyda nebû, digel ku xebat û tekoşîna ku jibo Kurmancî di dema xwe de ji salên 1920 heta niha ji aliyê Bedirxaniyan ve û ji aliyê Xweybun û rêxistinên din gelekî helwdan hatine kirin lê ji ber ku nebuye zimanê dibîstanan û azadî jêre peyda nebuye weku zaravayê soranî geşe nekiriye, ji ber vê ev guhdan û piştgîrîkirina geşekirina Kurmancî di ragihandinê de û di çalakiyên ferhengî de gavekî pir baş û pêwîste ji aliyê mekteba ragihandinê ya YNK`ê ve.
Her weha wek pêşniyar daku rojnameya (Xelat) a bi Kurmancî bi pêş bikev, Dr. Omer Şêxmûs weha got; bi dîtina min de daxwazê ji nivîskar û ronakbîrên ku bi kurmancî dinivîsînin bikin ku beşdariyê têde bikin her weha hewl bidin bi rengekî fereh bê belav kirin ya ji hemuyan jî giringtir ewe ku siyaseta sing ferehbûnê bila li cem we hebe, nebe organekî hizbî û bi rêxistineke taybetî ve girêdayî nebe, belku bibe zimanê hemû cure bîr û baweriyeke azad û pêşkeftinxwaz gi reng bide di nav rupelên çapemeniya we de.
Di peyama xwe ya dawiyê de ji bo dîrokê û doza Kurd, Omer Şêxmûs spasî Hozan Efrînî kir û weha pêde çû: Ez bi rengekî pir dilnizim û bi rengekî xwe bi mezin nezanîn, hêviya min ewe ku miletê me li her cihekî ku bikaribe hikûmetekî rêkûpêk û demokratî û sîngfereh û hikûmetekî baş jibo xizmeta xelkê û tevgera miletê Kurd pêşde bikeve ku me re karibe pê serbilind be li dinyayê de, raste meriv nikare di Rojhilata Navîn de di nav van welatan de hikûmetekî wek welatê Siwêd yan Swîsra ava bike lê çiqas demokarasî be û çiqas pêşketî be û çiqas piştgîriya wekheviyê di navbera çînên cuda de di nav civakê de û di navbera jin û zilaman de hebe yanî dewletekî xizmetguzarî li gora derfetên ku li Rojhilata Navîn de hene, ez hêvîdarim ku eve dersekî baş be jibo tevgera me çûnkî eve sibe wê bibe serkeftin û piştgîriya civata cîhanê bistîne, ji xwe sempatî ji Kurdan re heye lê eveye zêdetir xelkê bi alî xwe ve dikşîne ku piştgîriya wê bikin û zor spas...
Sekoya Kurmancî