Bi boneya roja zimanê dayîkê çend berhemên mamosta Elî Şemdîn
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Şemdîn bi boneya roja zimanê dayikê çend berhemên xwe yên ku bi zimanê Kurdî (Kurmancî - Soranî) weşandine daye nasînê û bi nameyekê ji malpera Xelatê re şandine. Eve naveroka wê:
"ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ LI MILETÊ KURD PÎROZ BE
Di bîranîna roja zimanê kurdî de, ez van pirtûkên xwe diyarî vê rojê dikim, çi yên ku min bi kurdî Nivîsandine, yan jî yên ku min wergerandine ser zimanê kurdî:
1- Bîrhatinên Ebdul Hemîd Derwîş (Tevgera Kurdî li Sûriya di bin Roniyê de), wergerandina Elî Şemdîn ji erebî bo kurmancî, Ç1, Istenbol (2012).
2- (Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê), Nivîsandina Elî Şemdîn, wergerandina ser zaravê soranî (Şahnaz Remzî Hêranî û Aran Elî), Ç1, ji belavokên (Dezgihê Aydiya), Silêmaniyê (2018).
3- (Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê), Nivîsandin bi zaravê kurmancî Elî Şemdîn, Ç1, ji belavokên (Dezgihê Ser Sera), Berlîn (2020).
4- Ebdul Fetah Botanî (Di Kurdolociya Erebî de: Kurd û Kurdistan di Hişê Siyasî yê Erebî de), wergerandina Elî Şemdîn ji erebî bo kurmancî, ji belavokên (Akadîmiya Kurdî), Hewlêr (2022).
5- Pirtûka Ebdul Fetah Botanî (Li ser Aloziya Bîra Netewî Kurdî ya Nûjen), wergerandina Elî Şemdîn ji erebî bo kurmancî, ji belavokên (Akadîmiya Kurdî), Hewlêr (2023).
6- Pirtûka Ebdul Fetah Botanî (Destpêkên Hestê Netewî Kurdî di Dîroka Nûjende), wergerandina Elî Şemdîn ji erebî bo kurmancî, ji belavokên (Akadîmiya Kurdî), Hewlêr (2023)."






XELAT
