Yusif Zozanî: Mam Celal panorameyek mezin bû

Yusif Zozanî: Mam Celal panorameyek mezin bû

Yusif Zozanî: Mam Celal behreke

Zozanî: Ewê ku Mam Celal ji Kurdan re kiriye, Kurdan tiştek jêre nekiriye

Zozanî: Mam Celal kelepûrekî wî yê mezin heye

Yusif Zozanî: Dema şoreşa nû de beşekî kurmancî ya radyoya me hebû

Zozanî: Çanda Mam Celal di nav kurdan de belav bibe emê bi serkevin

Zozanî: Xelata kurmanca dikare rolekî gelekî giring bibîne

Zozanî: Hêvîdarim demokratiyeta Mam Celal bi rêya Xelatê bighê kurmanca

Bernama Xelata Kurmanca mijara xwe li ser erk û karên nîştimanî hat gotûbêj kirin bi taybetî li ser jiyana birêz apê (Yusif Zozanî) ku endamekî çalak yê şoreşa nû ya Kurdistanê bû, her weha niha jî berdewame di kar û xebata xwe de weku cîgirê serokê (Saziya Serok Celal Talebanî). Apê (Yusif) dîrokekî xwe ya dûr û dirêj heye di nava xebata netewî ya gelê Kurd de ji gencîtiya xwe dest bi xebatê dike û rolekî xwe jî di dîroka Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de hebûye û serdemekê berpirsê ragihandina giştî ya YNK`ê bûye. Di vê bernamê de em dixwazin kesayetiya apê Yusif Zozanî di qonaxên cuda cuda de bidin naskirinê ku hemû temenê xwe ji bo doza gelê Kurd terxan kiriye. Em îro gelekî keyfxweşin ku apê Yusif Zozanî derfeta xwe ji bo Bernama Xelata Kurmanca ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê veqetîne.

Rojnamevan Hozan Efrînî: Mamosta apê Yusif tu bi xêr hatî.

Yusif Zozanî: Gelekî spas ji bo we û ji bo vê hevpeyvînê û vê dîtinê ez hêvîdarim ez karibim bersîva hemû pirsên we bidim û ez ji we re behsa tiştên ku hûn dixwazin zanibin bikim.

Hozan Efrînî: Di destpêkê de bîner û xwendevan û şopînerên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û bernama Xelata Kurmanca dixwazin te nas bikin… Yusif Zozanî kiye?.

Yusif Zozanî: Navê min (Yusifê Îbrahîmê Xidir)e bavê min bi navê (Îbrahîmê Xidir) li hemû devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tê naskirin. Devera me çûnke em ji eşîreta Mila nin ya (Mela Îbrahîm Paşayê Millî) em û ereban hem têkiliyên me hebûn û hem jî dujminatiya me hebû, bes di nava ereban de bi taybet jî nava Êla - eşîreta (Şimer) bavê min naskirî bû bi (Îbrahîm El-Êzîdî), çûnke bi regez em Êzîdî ne ji ber wilo ji malbata me re yan dibêjin (Zozanî yan jî Yezîdî) herdu ne navên bavê minin, paşnavê Zozanî jî min hilbijart wexta min dest bi siyasetê kir, çûnke bi em xelkê zozanan bûn, zozanên Serhedê. Paşnavê Êzîdî jî, ereban ji bavê min re digotin Êzîdî, jiber wê hin ji binemala me bi paşnavê Êzîdî û hin bi Zozanî tên naskirin.

Ez bi xwe ji xelkê Serêkaniyê me, wek min got; Em ji eşîreta Mila ne yê Îbrahîm Paşayê Milî. Berê wexta zemanê dewleta Osmanî berî sînor bên danîn, dever hemû ya me bû, em li devera Wêranşehrê ya bakûrê Kurdistanê rûdiniştin û li Serêkaniyê jî rûdiniştin, li deştê jî pez û dewar xwedî dikirin, yanî ji çiyayê Qereçdaxê û heta bi çiyayê Ebdulezîzê hemû erdên eşîreta me bûn. Diyare bavê min û tevî malbata xwe jiyana xwe berî ku sînor bên danîn jiyana xwe bêtir li Wêranşehrê diman, yanî navenda wan Wêranşehr bû heta piştî şoreşa (Şêx Seîdê Pîran) dema ku sînor hat danîn bavê min hat vî alî çûnke hukmê îdamê li ser bavê min hebû ji aliyê hikûmeta Tirka ve. Berê sînor tunebû lê dema Fransa hat sînor hat danîn û bakûr bû du parçe bavê min hat binxetê, ew xeta tirêne her pêştir hebû lê ne sînor, bavê min hat binxetê gelek ji eşîreta me hatin binxetê, tê bîra min ez zarok bûm sala 1954`an afû ji wan re derket zemanê rayadarên Tirk (Ednan Menderes û Celal Bayer), înca bavê min karîbû biçûya Wêranşehrê û bihata Serêkaniya binxetê.

Ez bi xwe li Serêkaniyê jidayîk bûme û li Serêkaniyê min dibîstana seretayî xwend li bajarê Hisiça (Hesekê) û bajarê Humsê min navendî û amadeyî temam kiriye, piştî wê ji bo xwendina zankoyê ez çûm (Belgrad)ê li welatê Yugoslavya.

Li ser pirseke Hozan Efrînî ku naskirina (Yusif Zozanî) ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û rewanşad Serok Mam Celal re kengî û çawa bû?

Apê Yusif Zozanî weha got; Naskirina me ya rewanşad Serok Mam Celal vedigere berya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ez wexta hîn li Sûriyê bûm, ez endamê Partiya Demokrat a Kurd ya Sûriyê bûm. Berî ez herim Ewropa mixabin ew partî bû du parçe piştî konferansa 1966`an li Sûriyê û Êraqê, piştî 1964`an pirsgirêk di nava partiyên Kurdî û Kurdistanî de çêbûn. Li Sûriyê cemaetê kak (Hemîd Derwîş) aliyek bû, aliyê dine jî Apê Osman Sebrî û Selah Bedredîn bûn, ez dema çûm Ewropa ez bi baskê kak Hemîd re bûm, dema ez çûm Belgradê wê çaxê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa hebû, sala 1966`an de, Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bibû dû parçe, baskek jêre digotin hevalên mekteba siyasî ku mamosta (Îbrahîm Ehmed) serkirdayetiya wê dikir û Mam Celal endamê mekteba siyasî bû. Yanî partî ketibû alîkî û rihmetî Mela Mistefa ketibû alîkî din wê çaxê, yên min dilsoziya min zêdetir ser hizbayetiyê bû neku meseleyên eşaîrî, hinek heval li wir jî bûn yên Kurdên Sûriyê ew ji cenahê (baskê) mekteba siyasî bûn pask û alîgirê Mam Celal wan bûn wek (Mihemed Nayif Paşa yê Koçera, Behadîn Mela xelkê Qamişlo) vana bi mekteba siyasî re bûn, wê çaxê bi rihmet bê Kemal Xoşnaw li wir him berpirsê partiyê bû û hem jî berpirsê komela xwendkaran bû, ez dema çûm bîr û baweriyên min nêzîkî hevbûn em jî bûn alîgirê mekteba siyasî piştyî wê hemû Kurdên Sûriyê yên ku hatin Yugoslavyayê gişt bi paska mekteba siyasî re bûn nego bi Mela Mistefa re. Ez bawer dikim du kes li wir ne bi mere bûn ku xelkê Efrînê bûn, xortê baş bûn bes bi Mela Mistefa re bûn yek ji wan (Selah Zêbarî) ye ewê din jî merivê wî bû nave wî Fatih bû ew jî ji Zêbariya ye. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wê çaxê hîn tunebû em gişt (Partî Demokrata Kurdistan bûn bes cemaetê mekteba Siyasî bûn min (Mam Celal û Omer Debabe û Hilmî Elî Şerîf) berî Yekîtî Nîştimanî YNK`ê min ew nas dikirin, cara ewil konferansek me hebû sala 1967`an li Berlînê konferansa hizbê ez nûnerê Yugoslavya bûm, Kemal Fuad wê çaxê berpirsê rêxistinê bû li wî konferansî bi navê hizbê ji welat rihmetî Omer Debabe hatibû li wir me hevdu naskir, min derengtir Mam Celal nas kir, min navê wî bihîstbû, Mam Celal li konferasa komela xwendekaran ku li Belgradê çêbû li wir me hevdû naskir.

Hozan Efrînî: Başe, apê Yusif Zozanî beşdarî di şoreşa Kurdistanê ya nû de kir, berê jî di xebata Rojavayê Kurdistanê de bû, niha ew xwe çawa dibînê, nirxandina we rewşa Kurdî û pêşeroja wê re çiye?.

Zozanî: Diyare min behsê her zemanê Partî kir em nehatin ser zemanê YNK`ê, dema ku YNK`ê hate damezrandin û şoreşa nû destpê kir, ez hatim Kurdistanê û bi Pêşmerga re me xebat kir û ez û kak (Erselan Bayîz) me ragihandin û îzgeh (radyo) birêve dibir û heta talî em bi hevre bûn û ez û hevalên xwe ewê ku ji destê me hat, me kir heta vê taliyê heta întîfadê (Serhildana 1991`ê) û raperîn û piştî raperînê me kar dikir çi karê rêxistinî ba yan jî karê ragihandinê bûya çi jî rawêjkarî û semîner bûya ji bo hevalên gênc me karê xwe dikir.

Bi nisbet a niha her parçeyekî Kurdistanê rewşek wê yê taybet heye, li hev naçê, bes ez dixwazim tiştekî bêjim, ez bawer dikim zemanê (yanî bila nebe rexne ji tu kesî re) ez bawer dikim di vê serdema pêşketina têknolojî de yê dewletan şerê çekdarî û gerîla û pêşmerge zehmet bûye, bi taybet li wan welatên nîv demokratiyet têde hebe, meriv îşê siyasî karibe têde bike gelekî baştire çûnke zererê şerê çekdarî bêtire. Ji parçeyên dinê yên Kurdistanê ez hêvîdarim ew bêtir giranî bidin siyasetê û rêxistina siyasî û li ser belavkirina bîra demokrasî, mixabin hinek ji partiyê me karîgeriya dujmin li ser wan heye ji ewên ku xistine bidestê xwe. Heta ji me bê me şer kiriye ji bo demokrasiyetê me şer kiriye ji bo mafê xwe, divê em çiqasî berevaniyê li mafên xwe bikin em berevaniyê li mafên miletên din jî bikin, bi taybetî ewên ku bi Kurdan re ne weku (Ermen û Aşûrî û beşek ji Suryan û mesîhî, em li Kurdistanê bihev re ne, di serdema Osmaniyan de ku ew komkujî kirin me weku Kurdan ew parastin, a niha jî divê em bi çavên demokratiyetê li wan binêrin.

Her weha weku partiyên Kurdistanî jî divê ew ruhê demokratiyetê li cem me hebe, wexta ku te axivî ez guhdariya te bikim, înca ez bersivê bidim tuyê min guhdar bikî, tiştekî ji cem te û tiştekî cem min mera bighêje encamekê, yanî wexta mera bi hevre rûdinê, rewanşad (Mam Celal) digot: "Baştirîn wesif ji bo demokrasiyê danûstandine". Her weha ew prensîba ku mera bi dujmin re rûnane xelete, nimûne ereban gelek şer bi Îsraîlê re kirin lê niha mecbûrin bi hevre rûnin. Yanî divê em nebêjin em çiqas bi dewleta Tirkiye, dewleta Êraqê, dewleta Îranê re rûnin, çiqas pirsgirêkên me hebin divê wextê em karibin bi hevre rûnin em bi wan re rûnin, rûniştin ne eybe, eyb ewe ku tu tenazulê bike, mera rû dine, ya giring meriv li ser çi rêkeftin bike, meriv dikare bi mezintirîn dujminê xwe re jî rûne, mera çi ji wî dixwaze û ew çi ji mera dixwaze.

Hozan Efrînî: Mam Celal pirsa demokrasaiyê û diyalogê û aştiyê esas digirt û giringî dida karê siyasî û diplomasî, hin xalên giring li cem we hebin di vê derbarê de ku tu ji me re bêje?

Zozanî: Mam Celal behreke, îsal ew dîdara wî ku li Necefê çêbû ji bo salvegera koça dawî ya Mam Celal, min ji yek ji dostên wî ku Adil Ebdulmehdî re  got ku dengkirin li ser Mam Celal zehmete nekû çûnke tiştên wî kêmin belku çûnke behreke , wexta ku mera behsa Mam Celal dike wekî ku çend noqtan ji wê behrê behs dikî, niha hemû kes dibêje heger Mam Celal mabûya ev kêşeyên li Êraqê û Tirkiyê û li navçeyê çêdibin mumkine çênebûna eger çêbibûna wê siviktir bûban, çûnkî Mam Celal tim dibû beşek ji çareserkirinê ne beşek ji kêşeyê. Ya duduyan Mam Celal panorameyek mezin bû, Mam Celal her siyasî nebû, Mam Celal rojnamevan bû, rewşenbîr, berevanê mafê mirovan bû, Mam Celal parêzvanê mafê jinan bû. Parêzvanê pêkhateyan û kêmnetewan bû, li ser astê mirovatiyê jî Mam Celal parêzvanekî bi hêz bû ji demokratiyetê re. Heya carekê rojnamevan û nivîskarê mezin yên Misrî yê navdar (Mihemed Hesenên Heykel) jêre gotibû; (Mam Celal hewqas dewletên dewrûberê we, ku ji gotina we ku hûn dibêjin demokrasî ji bo Êraqê û fedralî ji herêma Kurdistanê re ew ji fedraliyetê natirsin belku ji demokrasiyê ditirsin. Li cem Mam Celal demokratiyet tenê ew nebû ku berevaniyê li xwe û hevalê xwe û miletê xwe bike, heta her kesê ku mafê wî tê xwarin divê tu berevaniyê lê bikira.

Hozan Efrînî: Apê Yusif hûn bi Mam Celal re man û we pêre jî xebat kir îro jî tu cîgirê serok (Saziya Serok Celal Talebanî) ye hûn çi karî dikin ji bo vê yekê?.

Yusif Zozanî: Bi reşkawî ji tera bêjim, ewê ku Mam Celal ji Kurdan re kiriye Kurdan tiştek jêre nekiriye. Ewê ku Mam Celal ji YNK`ê re û Silêmaniyê û ji Herêma Kurdistanê re kiribû wan yek li ser deh jêre tiştek nekirine. Em wek murid û xwendekarên Mam Celal û em li ser destê wî mezin bûn û li ser fikir û rêbaza wî dimeşin me bîr lê kir ku Mam Celal kelepûrekî wî yê mezin heye , divê ew kelepûr winda nebe, yanî gelek kesayetî hene wan çêdikin tiştekî wan tune ye xelk wan çêdike, Mam Celal heye û kelepûrekî wî yê mezin heye divê em nehêlin ew kelepûr winda bibe, bingehê vê saziyê ew bû ku em karibin her çî kelepûrê Mam Celal yê fikrî, rewşenbîrî û rojnamevanî, vîdyo, axaftin, hevdîtin bi serokan re, em karibin hemûyan kom bikin û li cem mezara wî navendekî mezin çêkin hem mûzexane be û hem jî holekî ji bo hemû belgeyên wî yên serdema pêşmergeyatî û xebata wî hem jî navendeke lêkolînê li wir hebe ew arşîv û pirtûkên em wan kom dikin, çi yê Mam Celal û yên nêzîkî Mam Celal bûn û yên li ser wî hatine nivîsandin em wan bi şêweyekî zanistî û modern bixin berdestê ewên bixwazin lêkolîn û vekolînan li ser çêkin û wan hemû belgeyan bikin data daku zû bi zû bikeve destê xwîneran. Gotarên Mam Celal pirin ku yên serdema pêş şoreşa nû di zemanê ku Partî bû li kovar û rojnameyan de hatine belav kirin çi yên erebî û çi yên biyanî de û her weha yên serdema şoreşa nû û heta raperînê gelek gotarên wî hene, di sala 1972`an jî heftane gotara xwe di rojnameya (El-Hedef) ya Filistînî de derdiket, karê me em hemûyan bicivînin û em bixin berdestê xelkê. Em we bikin ku xelk bikarin vekolîn û lêkolînan li ser Mam Celal çêbikin.

Bi vê çûna me ya vê dawiyê li Bexdadê û Necefê li cem ereban ji kurdan bêtir ji Mam Celal hez dikin û heyranê kesayetiya Mam Celal in. çûnke Mam Celal kesayetiyekî cîhanî ye.

Hozan Efrînî: Li vir pirsek heye, tu wekî kesayetiyekî kurmanc di nava şoreşa nû her weha di nava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê de li Silêmaniyê û başûrê Kurdistanê, li vir ev çend mehin Sekoya Kurmancî hatiye damezrandin di nav mekteba ragihandinê ya YNK`ê de di nava sekoya kurmancî de malper û rojnameya Xelat heye her weha du bernmame girêdayî radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ne ew jî (Jiyana Kurmanca û Xelata Kurmanca) ne, ev pêngava ku YNK`ê di nava ragihandina xwe de avêtî ku Sekoya Kurmancî damezrandiye hûn çawa dibînin?.

Zozanî: Wele yê min neku a ji niha ve, li nava şoreşê jî radyoya me ya şoreşê dema wê kurt bû carê seatek bû yan kêmtirî seatekê tim beşekî me yê kurmancî hebû , çûnkî em li ser teorîya Mam Celal em dimeşiyan, Mam Celal hetim digot (Kurdistana Tirkiyê giraniya Kurdistanê ye, Kurdistana mezine, Kurdistana Tirkiyê bê ser xetê û mafê xwe bixwaze û mafê Kurdan li Tirkiyê cîbicî bike, pirsgirêkên Kurdan li hemû parçeyên din yên Kurdistanê çareser dibin.) ew teoriya Mam Celal ji çi hatibû, çûnke hemû car li Êraqê jî Kurd û hikûmet xwestine bighêjin encamê Tirkiyê xera kiriye, ji ber wilo jî teoriya Mam Celal ewe bû ko giranî li Kurdistana Tirkiyêye her weha zimanê Kurdistana Tirkiyê jî kurmancî ye û tîpên latînî ne li ber wilo me pir giringî dida kurmancî di radyoyê de, tenanet ew gotarên radyoyê min bi kurmancî dinivîsandin û kak (Zêrevan) bi kurmancî dixwendin, gelek ji devera Behdînan gotibûn ku evê van gotinan dinivîse ne Behdînî ye. Çûnkî me bi zimanê Kurmancî belav dikir daku Kurdê Tirkiyê fêm bikin. Tenê min bi kurmancî dizanî hevalên me yên dinê yên xelkê Duhok û Zaxo bûn û îmkanên me zêdetir nebûn ku em bi kurmancî rojname û kovaran biweşînin wê serdemê. Wê çaxê jî me ti kêmanî nekir.

Ev pêngava we jî wê gelekî bandora xwe hebe û bila tercîha wê jî Kurdistana Tirkiyê be neku Êraq û Sûriyê be çûnkî ewna bi erebî dizanin, gelek caran ewên ku dixwazin pirtûkan binivîsin pêwendî bi min re dikin daxwaza zanyariyan dikin, ji ber wê jî hûn wek sekoya Kurmancî (malper û rojnama Xelat) dikarin rolekî gelekî mezin bibînin. Hûn dikarin şoreşekê di nav zimanî kurdî çêkin, şoreşek siyasî ku kurdên Tirkiyê pişta xwe bi we ve girê bidin, her çiqas gelekî tiştên wan jî hene û ez hêvîdarim hûn di vê yekê de serketî bin û hûn karibin dîroka şoreşa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û ev şoreşa nû, xebata YNK`ê û xebata Mam Celal û bîr û baweriyên Mam Celal, însaniyeta Mam Celal û demokratiyeta Mam Celal li ser destê we bighê destê Kurdên Tirkiyê û Kurdên Rûsya û Qefqasyayê û li welatên ku kurd bi latînî dixwînin.

Hozan Efrînî: Nameya we ya dawî bi yek xulekê ji bo gelê Kurd?.

Yusif Zozanî: Gelê Kurd bi sedan sale dinale ji bo heqê xwe, xebat jî dike û qurbaniya jî dide lê dema ji serketinê nêzîk dibe gelek caran ew bi destê xwe xera dike, ez hêvîdarim vê carê Kurd wa neke, çûnke ne me kêm xebat kiriye û ne jî me kêm qurbanî daye, bi hezaran me şehîd dane bi sedan şoreş me kirine, çima em serneketine? Bawerim divê em bîr bikin çima? Ez bwer dikim eve tiştekî di nava me Kurdan de ye ne ji derveyî me ye, em karibin yek deng bin yek reng bin, ew çanda Mam Celal di nav kurdan de belav bibe ku danûstandin be ji dêvla şer emê serketî bin înşalah.

Hozan Efrînî: Gelek spas bo mamosta (Yusif Zozanî) cîgirê serokê Saziya Serok Celal Talebanî û em cansaxiyê û temenekî dirêj jêre dixwazin.

 

Amadekar: Dawûd Çîçek

XELAT