Xewn dê xwe her Vejîne!

Helbest: Shahîn Bekir Soreklî
Şahî ji dil reviya,
şev bû derya,
ew di nav de wenda,
li çirûskek hêvî geriya
lê ket xwarê,
ji ber brîna kurdbûnê dinaliya.
Dilê westa şkestibû bi tevahî,
nemabû tê de cîhekî şkestinê;
rûbarên janê hest av didan.
Bûyer li dû bûyerê dihat pêş çavan:
duri şma ”yan Kurdistan yan neman,”
gotina ”Kerkûk dilî Kurdistana”
û xapandina bextere şan:
li rêya serxwebûnê çav qetiyan.
Bêşerm ”dilê Kurdistanê” radest kirin
û bi ser de xwendin sirûdên derewan
ji bîr kiribûn ”soz û peyman.”
Hêstir ji çavan rijiyan
dema bi bîr hanî bêtarên salan,
xwekirêkirina berjewendîperestan,
firotina keda têkoşeran li mezatan
û bazarkirina bi xwîna qurbanan.
Ne ji bo çûna herêman digiriya,
berê çûbûn bajarên wan gellek caran,
lê ji ber şermezarîyê dinaliya,
biçûk bû bû di çavên xwe de
bi radestkirina destkevtiyan re
ku hîn xwîna cangorên ew rizgar kiribûn li ser şil bû;
bi dîtina dîmena ala niştiman re:
tolazekî bêşerm potîna xwe danîbû ser!
Cîhanê!
Bêyî dewlet jî Kurd man bi dirêjiya sedsalan,
hezar dikujtin û du hezar dibûn ji dayan;
ne kujtinê xewn rawestand,
ne sûtandin û wêrankirinê;
xewna wan xwe her vejand
û man û man û man:
Kurd û Kurdistan!
(Shahîn bekir soreklî: 17/10/2017)
XELAT