Pirtûka (Pirsa Kurd û peywendiyên Îran û Tirkiyê) bi Kurdî derket

Nivîskar û Wergêr: Rifat Muradî
Salona (Kurdistana Nû) semînerek ji bo nasandin û belavkirina pirtûka (Pirsa Kurd û peywendiyên navbera Îran û Tirkiyê) ji bo nivîskar Rifat Muradî saz kir.
Nivîskar û wergêrê pirtûkê (Rifat Muradî) di semînerê de mebest û naveroka pirtûkê ji bo amadevanan şîrove kir û diyar kir ku ev pirtûk ya nivîskarê Brîtanî bi navê (Robêrt Olson)e ne, ku di pirtûka xwe de ronahî xistiye ser pêwendiyên Tirkiyê û Îran û pirsa Kurd di navbera herdu welatan de û wî jî bi giring dîtiye wergerîne zimanê Kurdî daku civaka Kurd sûd jê wergire.
Rifat Muradî behsa nakokiyên dîrokî yên di navbera Sefewî û Osmaniyan de dema şerê cîhanê yê yekem û piştî wê kir û sedema dabeşbûna Kurdistanê bi ser herdu împeratoriyan de û her weha nakokiyên herdu welatan (Îran û Tirkiyê) li ser pirsa Kurd û bikaranîna ol û mezheban (Sunîtî û Şîetî) di xizmeta siyaset û stratejiyên xwe de li ser hesabê mafê rewa yê gelê kurd û Kurdistanê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku ew nakokî heya roja me ya îro jî didomin û gelê Kurd dibe qurbaniya siyaset û nakokiyên van herdu dewletan. Pirtûk ji aliyê mekteba bîr û hoşyarî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê ve hatiye çap kirinê.
Piştî nasandin û şîrovekirinê, pirtûk li ser amadevanan hate belav kirinê.



XELAT
