Pêşniyarek ji bo ku bajarên Koye û Amûdê bibin destexwîşk

Siyasetmedarê dêrîn û navdar ê Kurd (Dr. Omer Şêxmûs) pêşniyar dike ku her du bajarên Koye û Amûdê bibin bajarên destexwîşk da ku bibin belgeyeke sembolîk û pratîkî ji bo parastina mîrateya çandî û siyasî ya hevpar a gelê Kurdistanê.
Di wê derbarê de Dr. Omer Şêxmûs ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axiviye û gotiye: "Min ev pêşniyar di dema geşta xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de ji hevserokê encumena Amûdê re kir û wî bi germî pêşniyara min pêşwazî kir.
Ji ber ku navçeyên Koye û Amûdê bi dîrokên xwe yên edebî navdar in û bi taybetî di warên çand, rewşenbîrî, sofîtî û neteweperweriyê de nêzîkî hev in. Gelek kesayetiyên navdar ên Kurd, nivîskar û helbestvanên Kurd li her du bajaran derketine holê.
Got jî: Xwişkbûna van her du bajarên li Rojava û Başûrê Kurdistanê dê pevguherîna lêkolînên akademîk û festîvalên helbestan hêsan bike, ew ê her wiha hewldanên ji bo parastina dîrok û çanda Kurdî di navbera her du bajaran de hêsan bike, ji bilî wê min her wiha pêşniyar kiriye ku Helebçeya şehîd û Kobanê jî di pêşerojê de bibin bajarên destexwîşk, ji ber ku ew sembolên qurbaniyên neteweya Kurdin li Kurdistana Mezin in.
Dr. Omer Şêxmûs diyar jî kir ku: Piştî asayîbûna rewşa li Rojavayê Kurdistanê, em ê vê daxwazê bi fermî ji parêzgarê Hewlêrê û qayîmqamê navçeya Koyê re pêşkêş bikin. Ez dixwazim spasiya gelê Başûrê Kurdistanê û Kurdên li derveyî welêt bikim ji bo piştgiriya wan a yekdeng ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Di vê derbarê qayîmqamê Koyê (Tariq Heyder) ji Kurdistanî Nwê re got: Me heya niha tu daxwazek fermî ya îdarî li ser vê mijarê negihêştiye destê me. Her gava ku daxwazek wisa werbigirin, em ê bişopînin û pêşniyar dê were nîqaşkirin.
Sebaret bi vê mijarê Dr. Ebdulbaqî Omerî, hevserokê encumena bajarê Amûdê, ji Kurdistanî Nwê re got:
Belê, Dr. Omer Şêxmûs ev pêşniyara pîroz di serdana xwe ya Amûdê de ji me re kir û em pê pir kêfxweş bûn, ji ber ku em dizanin ku Koye û Amûdê ji aliyê çandî, zanistî û civakî ve pir nêzîkî hev in. Em vê pêşniyarê di asta herî bilind de pêşwazî dikin, ji ber ku ew karekî dîrokî yê girîng e û dê bandora xwe li ser xelkê hem Koye û hem jî Amûdê bike.
Dr. Ebdulbaqî Omerî aşkira jî kir û got: (Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrej û Sebrî Xelo Sitî) sê nivîskarên navdar ên Kurdistanê bûn û ew ji Amûdê bûn, cîhên tiliyên wan di kerwanê rewşenbîriya Kurdî de diyare, her weha malbatên Seydayê Mela Ebdulhelîm, Şêx Efîf û Şêx Selîm, digel gelek malbatên din, di sedsalên berê de gelek zanyarên din ên navdar li Amûdê hebûn, û îro gelek nivîskar û helbestvanên navdar li bajarê me hene.
Dr. Omer Şêxmûs di sala 1942an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Beşdarbûna wî di damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di sala 1975an de li Şamê û destpêkirina şoreşa nû li Rojavayê Kurdistanê û devera Badînanê ne tenê meseleyeke siyaset û bidestxistina mafên Kurdan bû, belkû, ew xeta rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di têkoşîneke berfirehtir de ji bo mafên gelê Kurd li Rojhilata Navîn temsîl dikir.
Ev paşxane ji bo têgihîştina pêşniyara destexwişkên Amûdê û Koyê pir girîng e, ji ber ku ew hewlên wî yên jiyanî ji bo yekxistina gotarê çandî û siyasî yên Kurdî li her du beşên Kurdistanê di nav sînorên Êraq û Sûriyeyê de nîşan dide.
Bajarokê Amûdê beşek ji parêzgeha Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Ew wekî şaristaniyeke kevnar û şûnwarî tê nasandin. Her weha Girên arkeolojîk (şûnwarî) ên Şarmola û Mozan, du ji şaristaniyên herî kevin ên cîhanê ne ku li Amûdê ne.
Amûdê wekî navendeke çandî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, Amûdê di warê dîrokî de jî, navendeke sereke ya tevgera Sûfîgerî û helbestvan û nivîskarên Kurd bûye.
Bajarok dê ji ber şewata trajîk a sînemaya Amûdê ya di sala 1960an de berdewam tê bi bîranîn, ku dê wekî kevirê bingehîn ê bîranîna kolektîf û nasnameya neteweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bimîne.
Koye, ku wekî bajarê helbestvanan tê zanîn, cihê jidayikbûna kesayetiyên wekî (Serok Mam Celal Talebanî, Hecî Qadir Koyî û Dildar (nivîskarê sirûda neteweyî ya Kurdî, Ey Reqîb) e. her weha di warê dîrokî de jî, Navçeya Koyê wekî navendeke girîng a çandî û perwerdeyî tê nasîn û di tevahiya dîrokê de çand, nivîsandin û rêûresmên çandî yên Kurdistanê parastiye.
Pêşniyara bajarên xwişk û bira yên Amûdê û Koyê dê bandorek erênî li ser nasnameya dîrokî û rewşenbîrî ya her du bajaran bike.
Destewajeya "deste xwîşk" ji pêşniyareke îdarî ya fermî û rêxistineke çandî ya stratejîke ku di kevneşopiya siyasî ya Kurdî de heye û sembola neparçebûna çanda Kurdî ye.
Ji Soranî: Dawûd Çîçek
Xelat/ Kurdistanî Nwê
