Hesenîko heyran…

Nivîskar: Îkram Oguz
Kilam û stran…
Deng û dengbêj parçeyek ji jîyana min a rojane ne.
Roja min a ku bi kilam û stran, bi deng û dengbêjan ra derbas nebe, nîne.
Ne tenê di dema betlanê da, dema kû tiştekî bixwînim û binivîsim ya jî kar û xebateke rojane bikim jî di gûhê min da guhdank, di guhdankê da jî kilam û stranên dengbêjan…
Lê hinek stran hene, ku kîngê rast werim, şev û roj lê guhdarî bikim jî jê nakerixim.
Hesenîkoyê Asê jî ji wan stranan yek e.
Ev çend roj e, tenê li strana Hesenîko guhdarî dikim.
Sê dengbêjên bi nav û deng, Zahiro, Kazo û Kemalê Xanê li hev civîyane û bi hev ra wê stranê distirên.
Her sê dengbêj di dîwana Kazo da rûnîştine û bi deng û hûnera xwe didin berhev.
Dengbêj Zahiro, „Hesenîko heyran“ dibêje û dest bi stranê dike…
Ew bi hunera dengbêjîya xwe û dengê xwe yê nerm, gotinên Asê berê di qirika xwe da dixulxulîne, dû ra wan derdixe û bi pelika guhê merîyan va dizeliqîne.
Li pey Zahiro Kazo dest pê dike, ew jî bi dengê xwe yê bilind û bi tewna xwe ya taybet, hêdî hêdî li têlên saza xwe dixîne û distirê. Herwiha Kazo bi sazbendî û dengbêjîya xwe dixwaze serkêşîya xwe ya li dîwanê jî nîşan bide…
Lêbelê dema ku dor tê Kemalê Xanê, ew jî dest davêje ber guhê xwe û distirê û di nav gilî û gazinên Asê da, bi çend gotinên lihevkirî, hostayîya Zahiro nîşan dide û wî derdixe pêş…
Hesenîko straneke dirêj e.
Her sê dengbêj jî şeş beşên wê stranê dor bi dor distirên û bi tewn û sewta dengbêjîya xwe, bi milê merîya digrin û bi Heso ra li ber derê mala bavê Asê digerînin…
Hesenîko straneke dirêj, heta mirov dikare bibêje destaneke evîn û evîndarîyê ye.
Evîndarîya di nîvî û di kurahîya dil da mayî…
Evîn û evîndarî taybetmendîyeke xwezayî ye…
Li kûderê însan hebe, bêguman li wir evîn û evîndarî jî he ye.
Lêbelê reng û jîyana wê jî bi rewş û ristên civakê va girêdayî ye.
Di hinek civakan da evîn û evîndarî vekirî, azad û ji nêzîk va, mixabin di hinek civakan da jî qedexe ye, ku loma dizî û ji dûr va ye.
Evîna kurdan jî evîneke dizî û ji dûrva ye.
Loma evîndar bi piranî negihîştîne mirazên xwe û zewaca wan jî gor daxwaza dilê dê û bavên hatîye cîh. Ew bi kesên xerîb ra zewicîne, heta jin û mêrên ku jîyaneke dûr û dirêj bi hev ra derbaskirine, piranîya wan jî heta roja ku serê xwe bidin ser balifekê, hevdu nas nekirine û nedîtine. Evîndarîya wan nîvco, agirê evîndarîyê jî bûye êş û di dilê wan da ma ye…
Strana Hesenîko jî çîroka evîndarîya Asê û Heso ye…
Asê ji heftsalîya xwe va evîndarê Hesoyê hemsal û cînarê xwe ye…
Lêbelê dê û bavê Asê herçiqas ji evîndarîya wê û Heso hayîdar bin jî, Asê didin mirovekî din û evîndarîya Asê di dilê wê da û nîvco dimîne.
Asêya bîçare, ji bo „eşqa dilê xwe yê rezîl“ bi gilî gazinên xwe yên ku ji dê û bavê xwe, ji der û cînarên xwe dike, di ber xwe da dilorinê û eş û jana xwe tîne ziman.
Di destpêka her beşa stranê da, Asê bang li evîndarê xwe, li Hesenîkoyê ber dilê xwe dike û wiha dilorîne:
Lolo Hesen qurban min got li ber derîkê me negere…
Lolo kuro malmîrato sibê heta êvarê gelo di nava bavê min û dîya min da ji bo xatirê hatin û çûyîna te weyla porkur ez im dayê, her roj şer e…
Lolo Hesen malmîrato wele bavê min ji dîya min ra dibêje wê rojekî Hesen gelo bigre destê Asê û lo ji xwe ra’b here…
Lolo kuro malmîrato eger tu min di revînî were gelo gura lawo şîve rone, lo gundî kerr e, melûl melûl melûl Asê…
Gelo di nav kurdan da kesên ku di dema zarokatî û ciwantîya xwe da nebûne evîndarê pismam û dotmam, ya jî der û cînara xwe he ne?
Ez bawer im, ew kes hebin jî kêm in.
Loma eş û jana Asê, herwiha êş û janeke civakî ye.
Ne ku di dema Asê û Heso da, îro jî bi rêjeyeke zêde keç û xortên kurd gor daxwaza dilê dê û bavê xwe dizewicin.
Ger ku hebe, evîndarîya wan jî dibe êş û heta roja mirinê di dilê wan da dimîne…
Bi her guhdarîkirina strana Hesenîko ra, ku Asê di wê da „eşqa dilê xwe yê rezîl“ tîne ziman û dilorîne, ez jî çûm dema zarokatî û xortanîya xwe.
Ger ku hûn jî dixwazin rêwîtîya xwe ya ku di wan deman da careke din dubare bikin, çavê xwe bigrin û li strana Hesenîko heyran, guhdarî bikin…
Strana ku ji gilî û gazinên Asê û ji êş û jana civakî pêk tê…
Ew gilî û gazinên ku bi deng û sewta Zahiro, Kazo û Kemalê Xanê xemilandî…
13.08.2024
Gotinên stranê:
Lolo Hesen qurban min got li ber derîkê ho yo yoy ho yo yoy
Lo me negere ho yo yoy ho yo yoy
Lolo kuro malmîrato sibê heta êvarê,
Gelo di nava bavê min û dîya min da ji bo xatirê hatin û çûyîna te
Weyla porkur ez im dayê ho yo yoy ho yo yoy
Lo her roj şer e, ho yo yoy ho yo yoy
Lolo Hesen malmîrato wele bavê min ji dîya min ra dibêje wê rojekî Hesen,
Gelo bigre destê Asê ho yo yoy ho yo yoy
Lo ji xwe ra (bibe) here, ho yo yoy ho yo yoy
Lolo kuro malmîrato eger tê min di revînî were
Gelo gula lawo şîve ron e, ho yo yoy ho yo yoy
Lo gundî kerr e, melûl melûl melûl Asê…
Asê digoz Hesenîko qurban te’l Muradê ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Lo lem e lem e, ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Lolo malmîrato minî bala xwe dayê kêrguşkê banzda ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Na na wele ser kelem e, ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Kelekvano ezê ketime bextê te’b Xwede me,
Destê min û Hesenîkê min û derbas bike alîyê çem e,
Na na wele ez kefîlê ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Lo heqê te me, delîlê Asê û rebeno Haso.
Hesenîko qurban min got de li Mûradê ho ho yo yo ho ho yo yo
Bêje avî saro ho ho yoy ho ho yo yo
Zahir bira tu bala xwe bidîyê çirpîyê navî ho ho yo yo ho ho yo yo
Lo bûne daro ho ho yo yo ho ho yo yo
Asê digot gelî gûndî û cînarno ezê ji we ra bêjim eşqa dilê rezîl,
Ezê bibim dayîka heft kûr û qîzan,
Dîsa kurmam ber Hesenîkê min da de ho ho yo yo ho ho yo yo
De loy mey li xaro ho ho yoy ho ho yo yo
Eman eman wî eman wî delîlê Asê wî…
Asê dibê lolo Hesen ez bi qurban bihare malê me danîne li zozana ho yo yo ho yo yo
Lo te ra zilî ho yo yo ho yo yo
Lolo kuro min got serê min ber min da, li ber avê belekîyê disekinîm
Min ji kêfa dilê xwe û Hesenê xwe ra hêsîr ez im ho yo yo ho yo yo
Lo gul diçinî ho yo yo ho yo yo
Min di gelo di desta darê da sarê bozekî qefesxezalê dêl bi hine ra serî serê ho yo yo ho yo yo
Lo li min disekinî ho yo yo ho yo yo
Lolo Kemal bira Xwedê devê min nagere gelo ezê li eşqa te mêze dikim,
Nikarim ji te ra bêjim Kemal tu ezebî ho yo yo ho yo yo
Lo yan zewicî ho yo yo ho yo yo
Ax melûl melûl melûl melûl Asê…
Hesenîko qurban min got îro te’l Mûradê ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Lolo li van kira ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Minî bala xwe da yê li zozanê jorîn diçêrê birên giska ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Na na wele wan kaviran ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Asê digot Xwedê bi dê û bavê min ra qebûl neke qe hilnede,
Ez nedame Hesenîkê mal li gundê me heftsalî min dil tê da, ezê girtim dame Ehmed kor ra,
Min sond xwerîye sondekî bi Quranê nadim terka Hesenîkê mal li gundi,
Heta min dane qebrê roja qiyametê, tu bê xwîşkê ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Lolo ez bêm bira ho yo yo ho yo yo ho yo yo
Delîlê Asê û rebeno Heso…
Hesenîko qurban min got dilê min mezeta ho ho yo yo ho ho yo yo
Lo devê rêyo ho ho yo yo ho ho yo yo
Hesen qurban min ji te ra gotîye eşqa dilê rezîl.
Çend careke were lê bike dû rekat nimêj a ho ho yo yo ho ho yo yo
Ca sibêyo ho ho yo yo ho ho yo yo
Gelî gundi û cinarino eşqa dilê rezîl hûnê bêjin bêlome be,
Ezê destê Hesenîkê xwe bigrim hêdî hêdî bînime ho ho yo yo ho ho yo yo
Lo ser maleyo ho ho yo yo ho ho yo yo
Eman eman wî eman wî delîlê Asê wî…
XELAT