Firat Cewerî: Kurd ne ji bo dagirkeriyê, lê ji bo azadiyê li qadan in…

Firat Cewerî: Kurd ne ji bo dagirkeriyê, lê ji bo azadiyê li qadan in…

Romannivîs û nivîskarê Kurd ê diyar Firat Cewerî ku dîrokeke xwe ya dûr û dirêj heye di warê lêkolîn û nivîsandinê de li ser doza gelê kurd û gelek roman nivîsandine û li seranserî cîhanê bi zimanê cuda cuda hatine wergerandin û her weha bi gelek ronakbîr, rewşenbîr, hunermend û kurdperwerên naskirî re çavpêkeftinên xwe hene û tijeye li ezmûn, di vê hevpeyvînê de me xwest wek kovara Xelatê em hest û helwestên Firat Cewerî nasbikin li hemberî rabûna gelê kurd, Cewerî weha gelêk Kurd li Rojava `Binxetê` pênase dike û dibêje: "Binxet, Rojava, ne tenê axek e, ne tenê perçeyek erd e, ew projeyek ramanê ye. Ger kurd destê alîkariyê dirêjî hev bikin û bi hev re yekîtiya xwe, saziyên xwe, çanda xwe, zimanê xwe û axa xwe biparêzin, wê tu hêz nikaribe zora wan bibe."

Eve jî naveroka hevpeyvînê ye:

"Rizgarî, azadî û serbixwebûna kurdan di yekîtiya wan de ye"

Xelat: Ev dîmenê ku li qadan a rabûna gelê kurd dibînin Firat Cewerî weke romannivîs û nivîskar ku gelek qonax jiyan kiriye û xwedî gelek ezmûne çawa dinirxînin ?

Firat Cewerî: Ez vê bi giştî wek serîhildaneke gelê kurd dibînim, di vê serîhildanê de yekîtiya kurdan xwe dide der, kurdên her çar perçeyan bi slogana yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e qadan dihejîne.  Ev bûyereke dîrokî ye ku hemû kurd di bin sîwanekê de têne ba hev. Kurdên ji fikir û îdeolojiyên cihê, ji perçeyên cihê û li gelek welatên dinyayê sînoran gav dikin û dengên xwe digihînin her derê. Ev ne hêrseke xweber e, lê encama zilm û zora salan û têkoşîn û berxwedana salan e. Li sirgûnê, li qadên gelek welatan ên diyar kurd hewl didin serpêhatiya xwe vebêjin, serpêhatiya kurdan hem bi êş û elem e, hem jî bi heybet e. Neyarên kurdan pir bin jî, êdî dostên wan jî hene, yanî dostên wan ne bi tenê çiyayên wan e. Erê, bila pişta xwe bispêrin çiyayên xwe, lê ya ku wê wan ber bi azadiyê ve bikişîne înyada wan, bîra wan, têkoşîna wan û dostên wan in.

Xelat: Gelê kurd îro li tevahiya dunyayê bangewaziya yekîtiyê dikin gelo çawa yekîtiya kurdan dê pêk were? 

Cewerî: Rizgarî, azadî û serbixwebûna kurdan di yekîtiya wan de ye. Herçiqas ev yekîtî dereng mabe jî, îro kurd, kurdên her çar perçeyan banga yekîtiyê dikin.  Ew li qadan ji bo yekîtiyê têne ba hev, ew ji bo yekîtiya xwe bi yek dengî bang dikin. Gava ez dibêjim yekîtî, ez nebêjim yek îdeolojî, an jî yek fikir. Bila kurd di warê îdeolojî de wek hev nefikirin, lê ji bo azadî û serbixwebûna xwe bi yek dengî bang bikin, di binê yek sîwanê de werin ba hev û tev bigerin. Bila partî û rêkxistinên kurdan li hemberî hev bêhnfireh û bi tolerans bin. Ji bo armancên giştî werin ba hev, bi hev bişêwirin, bibin yek û dengê yekîtiya xwe bigihînin raya cîhanê ya giştî. Wê yekîtiya kurdan wan ber bi azadî û serbixwebûna wan ve bibe.

"Kezî", bi raya min, hêrs û berxwedana nifşê ciwan sembolîze dike

Xelat: Kurd çawa dikarin di qada navneteweyî de bandorê li mirovatiyê bikin û sozdariya gelên pêșkeftî rakiṣînin?

Firat Cewerî: Bi mînaka xwe kurdan nîşan dane ku têkoşîn dikare bi wekhevî, xwerêveberiya demokratîk û jiyana hevbeş di navbera gel û olan de were avakirin. Ger ev ezmûn werin parastin, belgekirin û veguheztin, bi taybetî bi riya Rojava, ew dikarin ji bo gelên din ên bindest jî bibin çirûskek hêviyê.

Xelat: Wekû wêjevan û romanvan gotina we ji bo gelê kurd çiye bi çend peyvan hestên we çine dema hûn li dîmenên xwepêșandan dibînin li ewropa û Kurdistanê?

Cewerî: Gava ez li seranserî Ewrûpayê, li gelek welat û bajarên derveyî Ewrûpayê û li Kurdistanê bi hezaran jin û mêr, keç û xort û zarokên ku xwe li alaya rengîn rapêçane û li dijî zilmê, ji bo azadiya xwe bang dikin dibînim, ez ji kêfan difûrim û hêviya min ya pêşerojê xurttir dibe.

Xelat: Li bașûrê kurdistan nivîskar û helbestvan nav li vê rabûnê kirin șoreșa kezî... hûn ji bo kezî çi dibêjin?

Cewerî:  Yên ku xwe leşkerên Xwedê dibînin û li ser navê Xwedê serê keç û jinan dibirin, ew hov in, ne mirov in. Gava hovekî neyarê mirovatiyê bi kêfxweşî keziya jineke kurd ya mirî li ba dikir, tavilê reaksiyonên mezin xwe dan der. Keç û jinên kurdan li seranserî dinyayê wek piştgiriya jina kurd keziyên xwe hûnan. Heta jinên gelek kultur û welatên din jî ji bo piştgiriya jina kurd guliyên xwe, keziyên xwe hûnan. Ji ber ku jina kurd li dijî van hovan têkoşîneke bêhempa dabûn û didin. Heke bihişt û cehenem hebe, ev jin bihiştî, ên ku li ser navê Xwedê seriyan dibirin cehenemî ne.

Wekî din "Kezî", bi raya min, hêrs û berxwedana nifşê ciwan sembolîze dike, serîhildanek ku êdî çareseriyan nîvco qebûl nake. Ew îfadeya hişmendiyek nû ye, nemaze di nav jin û ciwanan de, ku êdî ji tiştekî natirsin.

"Binxet, Rojava, ne tenê axek e, ne tenê perçeyek erd e, ew projeyek ramanê ye"

 Xelat: Gotina Firat Cewerî ya dawî ji bo civaka kurdî çiye daku bikarin hebûna xwe biparêzin? Bi taybetî Rojava?

Firat Cewerî: Li herêma Mêrdînê kesî ji kurdên binxetê re nedigotin kurdên Sûriyê û gotina Rojava jî ji xwe van salên dawî derketiye. Ji ber ku di navbera kurdên Tirkiyê û Sûriyê de bi tenê sînorek hatiye kişandin û wî sînorî bendek xistiye navbera kurdên vî alî û wî aliyî. Ji kurdên serê xetê, yanî kurdên Tirkiyê re dibêjin kurdên serxetê û ji ên binê xetê, yanî kurdên Sûriyê re jî dibêjin kurdên binxetê. Ev xeta ha, herçiqas ji bo destnîşankirina sînorên du welatan be jî, lê di eslê xwe de xencereke ku dirêjî dilên kurdên serxet û binxetê bûye. Kurdên herdu aliyan ku piranî merivên hev in, ji hev hatine qutkirin. Bajarek bûye du bajar; gundek bûye du gund, zeviyek bûye du zevî; perçeyek li vî aliyî maye û perçeyek li aliyê din. Ev sînorê ku bi mayinan hatiye raxistin, li hemberî kurdên herdu aliyan xefikeke jiyanê ye. Lê sînorê bi mayin jî nikarîbûye herdu aliyan ji hev veqetînin. Kurdên herdu aliyan xwe ji vî alî û ji wî aliyî li sînorên bi mayin xistine û xwe gihandine hev. Bi taybetî jî serxetiyên ku belayek bihata serî, riya rizgariya xwe di daketina binya xetê de didît. Du hezkirên ku ji hev hez bikirana û ji ber astengiyên eşîrî û malbatî ku zewaca wan bêîmkan bûya, li benda şeveke reş radiwestiyan, bi destên hev digirtin, xwe li sînor dixistin û derbasî binxetê dibûn. Yekî siyasî bûya, nikarîbûya li serxetê bisitiriya, derbasî binxetê dibû û xwe diavêt bextê xwişk û birayên xwe ên binxetê.

Binxet, Rojava, ne tenê axek e, ne tenê perçeyek erd e, ew projeyek ramanê ye. Ger kurd destê alîkariyê dirêjî hev bikin û bi hev re yekîtiya xwe, saziyên xwe, çanda xwe, zimanê xwe û axa xwe biparêzin, wê tu hêz nikaribe zora wan bibe.

 

Amadekirin/ Dawûd Çîçek

Xelat/ Taybet