(di)yekrêzî

(di)yekrêzî

Nivîskar: Omer Dilsoz

 

Ev peyv, di lîteratûra me Bakuriyan de nû ye, lê Başûrî, ev çend sal in, gelek caran guh li vê peyvê bûne û di lîteratûra wan a siyasî de vê peyvê cihekî têra xwe bilind çêkiriye.

Ew baş lê beled û nas in.

Yekrêzî, li Başûr, bi taybetî di konteksta yekhelwestiya dîplomasiya navxweyî ya kurdan de ji xwe re cihek vedaye û bi taybetî ji bo destûberkirina dîplomasiya navxweyî hatiye bikaranîn.

Kurdan li dora vê gotina, “ka em bi yekrêzî helwesteke siyasî di dîplomasiya xwe de cî bi cî bikin” gelek kab avêtine ber hev û bi salan li jêr û jor, li rêyên yekrêziyê geriyane.

Hê jî ev ger berdewam e.

Aya em ji yekrêziyê çi fam dikin?

Yekrêzî, di mijarên milî û giştî de yek gotin, yek helwest, yek polîtîkayê destnîşan dike, ku mebest jê ew e bi taybetî dîplomasiya dijî derve li ser van xalên yekrêzî lê pêk hatiye, bê meşandin. Bi gotineke din, wekî konsesûseke navxweyî ya navmala kurdî tê zanîn.

Xasma, ji bo yekrêziya dîplomasî di nava me de çêbe, serê pêşîn divê “li-yek-rêz-(girtin)î” çêbibe, ku ev çênebe, yekrêzîyeke tam û karîger dê gelek zehmetir be.

Alî, berî her tiştî divê fêrî rêzlihevgirtinê bibin.

Ne ku aliyek li ser ya dîtir nîrê xwe bişidîne û kontrolê bigire destê xwe. Ew ne yekrêzî ye, ew yekserî ye, ku hemû serên dîtir tên kurte-bir-kirin.

Kurtebirî, dijberî yekrêzîyê ye û tê de serfirazî tune ye. Berevajiyê despotî heye.

Siyaseta cîhanî, bi her halê xwe nîşanî me daye ku pirrengî û pirdengîya li dor yekrêziyeke firetemsîl, bingeha demokrasiya yekser e.  

Ev aliyek dî yê meseleyê ye û pê navê em niha ew qasî tev din.

Niha meseleya me, ka em vê gotina nû ketî nav lîteratûra xwe çawa nas dikin û em ê çawa miemelê pê re bikin?

Berî niha, li Bakur, em piranî çavnasê gotina “tifaq”ê bûn; gelo tifaq û yekrêzî heman tişt e?

Di warê maneya ferhengî de mirov dikare her du gotinan di kontekstên nêzî hev de têbigihêje, lê ferqên wan hene.

Tifaq, pêkhatineke mutleq e ku bi taybetî li bin sîvaneyekê pêk tê.

Ji bo tifaqek çêbe, banek jê re lazim e, pêkhateyên tifaqê pêbendî helwest û rêgezên vî banî ne û wê ji xwe re wekî dustûr dizanin û pê tên girêdan.

Heçî yekrêzî ye, berî tifaqê, duristbûna pêkhateyan li dora heman rê û helwestê ji te dixwaze; bi herdu alî ve “rêz li hev girtin”, “qebûlkirina reng û dengên hev bêyî deqs û pîkoliyê”.

‘Diyekbûn’a ligel rêzgirtina li ferq û cudahiyên hev, ji bo yekrêziyê pênaseya herî baş e. Yanî tu yê hem bi ferq û cudahiyên hev rêzê bigirî û hem jî karibî ligel vê ferq û cudahiyê di warê dîplomasiyê de yekhelwestê û yekrêziyê bi pêş bixî.

Ev têgih, balê hem dibe ser hevgirtineke navxweyî hem jî yekhelwestiya di siyasetê de.

Yekrêzî, ji koalîsyonekê gavekê pêdetir e, ew ligel koalîsyonê amaje bi konsesûseke yekhelwestî ya neteweyî dide.

Axir, em Bakurî fêrî peyva “yekrêziyê” dibin lê aya em ê karibin fêrî tesewira wê bibin ew hê pirseke di guhê gê de ye.

Wekî di stranekê de hatiye:

“Werne rêzê, werne rêzê

Bigrin berdin werne rêzê”

Bi hêviya rojên xweş û ronî!    

Xelat/ Diyar Name