Dilşa Yûsûf: Roja Heşrê
Ev helbest diyarî ye ji bo giyanê hemû Êzdiyên ku bûne qurbaniyên fermanan û destê DAIŞ.
Helbest: Dilşa Yûsûf
Roja Heşrê
Di roja heşrê de
Sê qîzên kurd
ji Dêrsim..
ji Enfal..
û ji Şengal..
pêxwas..
porbij..
tî..
birçî..
bi saw..û matmayî..
ji cerg û qîzaniya wan
xwîn dilop dilop di herikî
Li ber dergehê xwedê ..
pêkve rawestan.
***
Qîza Dêrsimî..
bi girî..
bi hewar..
got:
xwedêyo..
zarokên te ..
nûnerên te li ser xakê..
hilgirên ala te
neviyên xîlafeta Osmanî
bi navê te..
min talankirin..
min ji şeref û namûsa min bêparkirin.
Zarokên te..
zarokên min..
bi serê singoyên tivingan vekirin.
Hîna jî ez gêjim
ji bihna xwîna
dê..û bavan
mam û biran
li kêleka min
di nav xwîna xwe de vedigevizyan..
Îjar ev heşra bo çiye?
Em yên kurd ji mêjde heşir bûne
gelek ji mêjde.
***
Qîza Enfal jî xwe negirt
hawarkir û gazîkir..
û got:
ewe heman çîroka min e.
Bi bîra min tê,
gelek ji mêjde em heşir bûn,
dema zarokên te
hilgirên ala ( Allah û ekber)
ji biyabanan hatin
û hemû kesên min
enfalkirin..
û min bi talan birin..firoştin ..
Hîna jî ez wenda me..
li wê tarîkstana biyabanan
û hîna bîna kîmyebaranê
ji devê min tê.
***
Qîza Şengal jî
bi kirasekî sipî..
bi çavên xweyî şîn
bi mistek ji agirê Laleşa pîroz
bê deng..matmayî
li ber dergehê xweda rawestabû..
belê hemî endamên laşê wê bibûn ziman
pêkve hewar dikirin ..
di gotin:
ey xwedê ..
ez jî di rojek ronak de
li ber cavê hemî cîhan
hatim talankirin..
her li jêr alayek reş ..
û li jêr navê te..
( La Îlaha Illa Allah) de
hatim sebîkirin..
hatim serbirîn..
Hîna jî min di nav malzaroka xwe de
tûvê heramê sedan
zilamên serbir hilgirtiye.
Agirê Laleş vemiriye..
û çiyayê Şengal jî
xwe bi termê sedan zarokên min xemilandiye
Îjar ez nizanim hey xweda..
eve heşre?
yan heşra bê dawî
li Şengala minî sebîkrî..
û serbirî niştiye?
XELAT
