DESTANA SKANDÎNAVYAYÊ  Û MOTÎFA KURDÎ

DESTANA SKANDÎNAVYAYÊ  Û MOTÎFA KURDÎ

Nivîs: Zeynelabidîn Zinar

Destaneke swêdiyan bi navê EDEyê heye, lehengê wê jî ODE ye.

Ew destan çendî ku evsane be jî, lê belê ji MITê hatiye. MIT jî ji Misraya Kurdî hatiye wergirtin.

Destan weha dest pê kiriye:

Dibêjin, di çax û zemanekî de paşayekî Swêdê bi navê GILF hebûye.

Ev peyvika gilfê, ji GOLFê hatiye wergirtin. Wateya F yê fend, pend û mend e, ango jor û bilidcî ye.

Paşa pir xwestiye ku here cihekî pîroz û xwedawendan bibîne.

Navê wê devera pîroz jî, EZGERD bûye.

Peyva ezgerdê ji EZ û GIRê ango ZUGURDa kurdî hatiye wergirtin.

Peyva zugurdê jî, ji çiyayên ZAGROSê hatiye afiriye.

Di baweriya Paşê de cihwarê Xwedawendan, çiyayên Zagrosan bûye.

Dema Paşê çûye li Zagrosan geriyaye, sê Xwedawend dîtine. Navê yekî ODE, navê yê din DÎME û navê yê dîtirkê jî DIYUXBOR bûye.

Paşê vegeriyaye welatê xwe, piştre swêdiyan ji wê herêma Zagrosan re gotine WALHALLA, yanî cihê nemiran.

Yunanan jî navê wê herêma nemiran daniye PANTIYUM.

Paşayê Frensiyan jî bi wateya dinyaya pîroz navê Zargosan daniye SERDÛNÎ.

Piraniya paşayên ewrûpiyan, ji xwe re dinyaya duyemîn li vê dinyayê çêkirine û tê de jiyane.

(Çewa ku li keviya deryaya Deryaya Egeyê jî, paşayekî behişt ji xwe re çêkiribû).

Di wê behişta Paşayê swêdiyan de, Gilf bi keçeke dêwan re zewiciye û sê kur jê çêbûne. Navê yekî ADEN, navê yekî WILL û navê yê din jî VÊR bûye. Ha wisa dola mirovên leheng di wê behiştê de pir zêde bûye.

(Ev navên hanê, niha jî li Swêdê têne bikaranîn û kirine navê hin  cihan).

Gilf, êdî bavê sê kuran e û hersê kurên wî jî leheng in.

Ew kur di behişta nemiran de dijîn û dola wan zêde bûye…

Adenê kurê Gilf, hespekî xwe hebûye. Danasîna wî hespî, eynî wek a hespê Rostemê Zal e ku jê re Rexşê Belek dinate gotin.

Li Ewrûpayê 28 welat hene, 25 ji wan ji nijada Arî û zimanê wan jî Hindpewrûpî ye, yani pismamê Kurdan in. Lê Kurd ji wan pismamê xwe re dibêjin TAT, ango koçer.

Dema meriv dikeve kûrahiya çanda Ewrûpiyan saxma jî ya welatên Skandinavyayê, xuya dibe ku bingeha çîrok û destanên wan, ji adan û nişaya Çanda Kurdî ne û nimûneyên vê yek pir hene.

Bêguman di pêşerojê de dema akademîkerên Kurd lêkolîn li ser van babetan bikin, wê berfirehiya van derkeve holê.

Bi hêviya lêkolînan li ser babetên wisa, her şad û bextewer bin…

29/ 06/ 2024. 17:54

XELAT