BAKÛRÎ, ew hunermendê Aşûrî yê ku xizmeta hunera Kurdî kiriye

Hunermendê nemir yê bi reqezê xwe Aşûrî (Mamosta Bakûrî) ku navê wî yê rast (Andryos Îsraîl Xemo) ye û bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye.
Bakûrî, yek ji hunermendên herî kevn ên bajarê Koyê û Kurdistanê bû, her çend ne ji neteweya kurd bû, lê zêdeyî nîv sedsalê xizmeta hunera kurdî kiriye. Ew bi salan li Hewlêrê jiyaye, di sala 2022an de di temenê xwe 94 salî de wefat kir.
Tahir Kurmanc, folklornas ku bi salan dostê gelek hunermendên kurd e, bi salan e ku Mamoste Bakurî nas dike. Çend rûpelên jiyana hunermend vedike û ji rojnameya Kurdistanî Nwê re dibêje; Mamosta (Bakurî) di sala 1928an de li bajarê Koyê ji dayîk bûye, dema ku dibîne hunermendê nemir strana (Sêwe) li bajarê Koye dibêje û kincên kurdî li xwe kirine. Wî jî ew rê hilbijart, pêşî wek mûzîkjen û awazdaner, paşê dest bi stranbêjiyê kir û yekem kes bû ku hizra damezrandina koma (Bawacî Koye) dariştiye.
Got jî; “Di warê muzîkê de Mamoste Bakurî çîroka fêrbûna amêrên xwe ji min re vegot. Bakûrî ji min re got (Min amêreke Ûdê kirî, li malê hemû demên xwe bi lêdana Ûdê derbas dike bi bê k utu tiştekî lê bizanibim, ji ber wê bavê min ji min re digot: Te serê me êşand û tu tiştek fêr nebûye êdî jiber ew gotinên bavê xwe min xist serê xwe ku dive ez fêr bibim û heta ku bi temamî ez fêrbûm.
Derbarê stranên xwe de jî Tahir Kurmanc gotî: Bakûrî gelek stran hene. Ji salên 1950 heta 1980 zêdetirî 50 stran di Radyoya Bexdayê de tomar kirine ku piraniya wan bi deng bûne.
Lê Bakurî çend stran jî ji bo televizyonê tomar kirin, bi taybetî bi koma Bawacî ya Koyê, yek ji navdartirîn stranên wî bi navê (Haste Haste Kizhi Jawan û Hey Malengene) û gelek stranên din. Lê hunermend Bakûrî hêjmarek stran ji bo televizyonê jî tomar kirine bi taybetî digel koma (Bawacî Koye) yek ji wan stranên wî yên diyar jî bi nave (Heste Heste kîjî ciwan û hey malangîne) û çendîn stranên dîtir.
Li gorî zanyariyan ji bilî stran û mûzîkê Bakûrî nivîskarekî baş bû û çendîn pirtûk li ser huner çap kirine û bi taybetî derbarê dîroka muzîka kurdî de, bi giştî wî giringî dida xwendin û nivîsandinê û wekî ku Tahir Kurmanc dibêje, Bakurî her tim digot “heta ez sax im divê ez tiştên xwe ji nû ve binivîsim” û girîngiyeke mezin dida hunera wênekêşiyê.
XELAT/ Kurdistanî Nwê