Alaya Kurdistanê Nasnameya Neteweyekî ye

Alaya Kurdistanê Nasnameya Neteweyekî ye

Ala sembol û nasnameya miletekî ye û hebûna miletan e, îro hemû gelek û neteweyek xwedî welatên serbixwe û yên bê welat jî xwediyê alaya taybet ya bi xwe ne. rêxistina Neteweyên Yekbuyî û partî û rêxistinên siyasî ên cîhanê û sazî û dezgehên ferhengî û aborî û ên şaredariyan û zanist û kompaniyên bazirganiyê û kompaniyê teknolojiyê û yaneyên werzişî û festival û bone û bîranîn jî xwedî ala û sembol û amblemên taybet bi xwe hene.

Roja 11-11-1999`an de, Parlemana Kurdistanê li ser yasayê Alaya kurdî ji bo herêma Kurdistanê, dengê xwe li ser bi fermîkirina alayê da bû, her sal di roja 17`î meha 12`an de, ev jî ji ber wê yekê ve tê ku ev ahang li Kurdistanê ji ber bi bîranîna yekem car bû ku Alaya kurdî li bajarê Mihabadê, li sala 1946`an, hatibû hildan.

Alaya kurdî jî, ji 3 rengên serekî çêbû ye; Sor, kesk, spî, û di nava wê de roja bi rengê zer ji 21 tîşkan saz bûye heye .

Rengê sor nîşana xwîna pakrewanên ku di riya parastina axa Kurdistanê de xwîna xwe rijandine ye.

Rengê kesk nîşana xwezayî û jîngeha Kurdistanê ye.

Rengê zer jî, destnîşan li ser ola kurdî ya kevin dike ango Ola Zerdeştî ye, û li ser 21`ê Adarê jî dike, roja Newrozê rojek netewiye ji bo gelê kurd e.

 

XELAT