65.mîn salvegera koça dawiya zanayê kurd Seîdê Nûrsî

65.mîn salvegera koça dawiya zanayê kurd Seîdê Nûrsî

  Duh 23/3, 65 saliya koça dawî ya kurdperwer û zanayê Kurd ê mezin Seîd Nûrsî bû, ev zanayê kurd di sala 1878`an de li gundê Nûrsî ya ser bi navçeya Xîzan ya Bidlîsê hatiye dinyayê.

Seîd Nûrsî yekem kes bû ku hewl da zanîngehek li Kurdistanê damezrîne û piştî Mewlana (Xalid Neqşîbendî) kesayetî û zanayê herî mezin e, di nav neteweya Kurd de li cîhanê nav û dengek bi dest xistiye.

Bavê wî sofî Mîrze, diya wî jî Nûre xanim bû. Xwendina wî ya pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Navê Bedîuzzeman lê hat danîn ji ber ku di zanîna Îslamî de pir pêşveçuyî bû, di nav civata îslamnasan de cîhek zaf mezin digirt.

Beşdarî şerê cîhanî yê yekem dibe, li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da rêya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejîmê kişand. Li gelek deran heps û sirgûnî kişand.

Di 23/3/1960 de li bajarê Rihayê koça dawî kir û li goristana Xelîl Rehman hat veşartin.

Lê di 12’ê Tîrmeha heman salê de gora wî hat rûxandin û birin cihekî nediyar.

 

XELAT