Sê Şahidî Li Ser Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî

Sê Şahidî Li Ser Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî

Sê Şahidî Li Ser Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî  (Ebdulnasir û Bin Bila û Elsewîsî)

Di dîroka dîplomasî ya Rojhilata Navîn de kêm kes hebûn wek (Mam Celal Talebanî) ku rêz û hurmeta serkirdeyên Ereb bi destxistibin, ji Qahîrê bo Terablûs û ji Beyrûtê heta bi Cezayîrê, navê (Mam Celal) deng vedabû.

Di civîneke giring a komkara Erebî de li Qahîreyê berya destpêkirina civînên fermi, (Cemal Ebdulnasir) berê xwe dide (Ehmed Bin Bila) û derbarê Mam Celal û gelê Kurd jêre dibêje: Ehmed guhê te lêbê, gel û neteweyek heye li Şamê û pêwîste em pişta wan bigrîn, weku we ku hûn çawa li Cezayîrê têdikoşin.

Di sala 1974`an de, têkoşerê Lubnanî û Emîndarê Giştiyê Tevgera Nîştimanî ya Lubnanê (Ehmed Elsewîsî) di kongireyeke cîhanî de çavê wî bi Mam Celal dikeve, ew jî berhemê pêwîdiyekê bû ku heta koça dawî ya Mam Celal ew pêwendî berdewam bû.

Li Terablûsa Lîbyayê (Mam Celal) mînakek mezin a dîplomasiyetê nîşan da, ku di demekê de nakokî di navbera YNKê û PDK`ê de hebûn, Mam Celal bû ku Îdrîs Barzanî bi Elsewîsî da naskirinê û daxwaz kir ku pêkve rûnin û biaxivin.

Di demê dehên salan de ji xebata siyasî, Mam Celal xwediyê taybetmendiyekî bêhempa bû, qet bi xirapî behsa neyarên xwe nedikir, her di dema nakokiyan de jî zimanê xwe ji xirapiyê diparast.

Karîzmeya Mam Celal sinorên welatan derbas dikir, ji Qahîra heta bi Beyrûtê û heta bi Cezayîrê. Serkirdeyan bawerî bi dadperweriya doza wî anîn. Mam Celal ne tenê nûnerê Kurd bû, belkû mînaka serkirdeyekî cîhanî jî bû.

 XELAT/ Prtaw