46 sal bi ser şehîdbûna serkirde şehîd Aram re derbas dibin

46 sal bi ser şehîdbûna serkirde şehîd Aram re derbas dibin

Îro salvegera şehadeta şehîdê pêşeng (Şaswar Celal)  ku bi şehîd (Aram) tê naskirin, rêber û siyasetmedar çepgir yê pêşverû bi hemû wateya xwe. Ev fîlozofê Kurd ê ku êş û karesatên gelê Kurdistanê jiyan kirin û parêzvanekî dilsoz yê mafên gelê xwe yê bindest bû.

Pakrewanê Kurd şehîd Aram li taxa Hacî Hanê ya bajarê Silêmaniyê di sala 1947`an de ji dayîk bûye û xwendina xwe ya destpêkê li bajaroka Mawetê bi dawî kiriye û xwendina xwe ya amadeyî li Silêmaniyê bi dawî dike.

Şehîd  (Aram) di nava xebata Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, xwedî roleke gelek mezin bû, di zanîngeha Bexdadê de, yekek ji çalakvanê here bilîmet yê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû, her weha yekek bû ji damezrênerê Komeleya Rencderanî Kurdistan bû ku di sala 1970 ê de hat damezrandin.

Di sala 1974`an weke nûnerê sekerteriyeta Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ji bo Rûsiyayê hat vexwendin û tevlî kongireya Ciwanên Cîhanî li Moskowe bû.

Di sala 1976`an de, piştî ku (Xale Şihab) û hevalên wî ji aliyê rêjîma Êraqê ve hatin girtin, şehîd Aram sekreteriyeta Yekîtiya Xwendekaranên Kurdistanê birêve bir û piştre jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û dest bi karê rojnamegeriyê kir ku li gorî nebûnê jî, dikarî rojnameya bi navê ((Hawkarî)) derxîne û digel hinek ji rojnameyên dîtir jî û di warê nivîsî û çanda Kurdî de, gelek westiya û xwedî roleke berçav bû.

Di sala 1975`an de, piştî ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate damezrandin, nemir Aram piştrast kir ku ew yek ji serkirdeyên herî pêşkeftî û çalak yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye.

Ji ber şert û mercên ku pêwîst dikir şehîd Aram di nav bajaran de bimîne û karê nihênî bike, daxwazên wî yê tevlêbûna şerê li dijî rêjîmê pêk nehat, ji ber ku wî dikarî di bajaran de, zêdetir tekoşîn li dijî rêjîmê bikireya.

Her weha di sala 1976 berê xwe da çiyayê Kurdistanê û şoreşa nû ya gelê Kurdistanê pêşxist û di dawiyê de, ji ber zîrekî û tekoşîna wî ya bê wêne, ew di sala 1977`an de, bû bi endamê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û di 31/1/1978`an de, li gundê Tengîserê ya ser bi devera Qeredaxê, bi destê çaşên kurd ên girêdayî rêjîma Êraqê ya rûxayî ve hat şehîd kirin.

Bi vê boneyê  rêûresmek li ser mezarê şehîd Aram hate lidar xistin bi amadebûna hêjmarek ji endamên mekteba siyasî ya YNK`ê û serkirdayetî û kesûkarên serbilind yên şehîdan û berpirsên hizbî û hikûmî. Di rêûresmê de endamê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî  ya Kurdistanê Heval (Îmad Ehmed) axivî û di axaftina xwe de ronahî xiste ser kar û xebat û tekoşîna şehîd ARAM yê serkirde.

XELAT/ Jêder: PUKMEDIA