Zanayê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kir

Zanayê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kir

Zana, zimanzan, lêkolîner, wêjekar û dîroknasê Kurd hêja (Mehmed Emîn Bozarslan) di temenê 91 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê.

Mehmed Emîn Bozarslan jiyaneke gelek bi wate û tejî têkoşîn, mîrateyeke bêhempa ji bo gelê Kurd û nifşê pêşerojê hişt jiyana Seyda Mehmed Emîn Bozarslan kurteçîroka gelê xwe ye.

Nivîskar û zimanzan Mehmet Emîn Bozarslan di 90 saliya xwe de li bajarê Uppsala yê Swêdê ku 45 sal in lê sirgûn bû, koça dawî kir.

Mehmet Emîn Bozarslan bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng û gelek wergerên xwe, ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kedekî mezin da û li pey xwe zêdetirî 50 berhem hêla.

Mehmed Emîn Bozarslan (15ê Îlona 1935  li navçeya Lîcey a bajarê Amed ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de wek penaxwazekî siyasî koçî Swêdê kir û ji wê demê ve li Uppsala, Swêdê dijiya.

Berhemên Mehmed Emîn Bozarslan 

Xebatên Ziman û Ferheng:

Alfabê (1968): Yekem alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî ku li Tirkiyeyê hat çapkirin.

Ferhenga Kurdî-Turkî (1978): Di qada xwe de yek ji çavkaniyên herî berfireh e.

Lêkolînên Siyasî û Civakî:

Pirsgirêkên Rojhilat - 1966): Xebateke dîrokî ku bi daneyên îstatîstîkî aborî û civakiya herêmê dinirxîne.

Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxîtî û Axatî - 1964: Rexneya avaniyên olî û feodal.

Pirsgirêka Xîlafet û Ummetîtiyê - 1967.

Wergerên Klasîk û Edîtorî  (Veguhestina tîpên Latînî):

Mem û Zîn: Berhema nemir ya Ehmedê Xanî wergerand Turkî.

Şerefname: Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya li ser dîroka Kurdan.

Govara Jîn û Rojnameya Kurdistan: Weşanên pêşîn yên Kurdî yên serdema Osmanî ji tîpên Erebî veguhastin tîpên Latînî û di 5 cîldan de weşandin.

Dîroka Kurdên Merwanî: Wergera ji Îbnul-Ezraq.

Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Henek):

Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk.

Melayê Meşhûr: Berhevoka henekên Kurdî.

Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Rexne û mijarên siyasî.

Xelat