Neviyê Şêx Seîd: Bikaranîna kurdî li bakur bi paşve diçe

Neviyê Şêx Seîd: Bikaranîna kurdî li bakur bi paşve diçe

Qasim Elî Riza neviyê Şêx Seîdê Pîran ji rojnameya Kurdistanî Nwê re dibêje: Li Amedê ku paytexta Bakurê Kurdistanê ye hîna beşek ji welatiyên kurd bi tirkî diaxivin jî hene.

Rewşa zimanê kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne di asta pêwîst de ye, bi taybetî piraniya zarok û ciwanên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî bi kar naynin.

Sedema xemsariya hin welatiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ye ku guh nadin parastina ziman, çand, perwerde û dîroka neteweya xwe û zimanê Tirkî bi kar tînin.

Her çend di van salên dawî de hin guhertinên girîng pêk hatin jî, wek nimûne, li Tirkiyeyê hin qedexeyên li ser zimanê kurdî hatin rakirin û gelek rojname, kovar û pirtûkxaneyên kurdî dest bi xebatê kirin.

Lê belê gelek pirsgirêk hene û ji bo parastina zimanê kurdî bi giştî li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi hewldan û piştevaniyeke zêdetir heye.

Qasim Elî Riza, neviyê Şêx Seîd Pîran ku di heman demê de Serokê Komeleya Şêx Seîdê Pîran a Amedê ye ji Kurdistanî Nwê re ragihand: “Ev mijareke gelek girînge di 100 salên borî de, bi taybetî piştî avakirina Komara Tirkiyê û Şoreşa Şêx Seîdê Pîran, Tirkiye li Bakurê Kurdistanê stratejiya şer û înkarê dimeşîne, vê siyasetê helbet bandor li bikaranîna kurdî li dibistanan kiriye û di nav gelek malbatên kurd ên ku li mal, bazar û cihên giştî bi tirkî diaxivin û zimanê kurdî paşguh kirine kêmasiyeke cidî û metirsîdare.

Qasim Elî Riza got: Ziman nasnameya serekî ya her neteweyekê ye, bi taybetî neteweya Kurd ku li ser çar welatan hatiye dabeşkirin, divê zêdetir giringî bi parastina nasnameya netewî û zimanê Kurdî bê dayîn.

Her takekî kurd ji parastina zimanê kurdî û handana zarok û malbatên xwe ji bo bikaranîna zimanê dayikê berpirsiyar e,  lê mixabin li Bakurê Kurdistanê nebûna zimanê Kurdî di nava zarok, ciwan û gelek malbatên Bakurê Kurdistanê de bûye nexweşiyek berbelav û metirsî li ser paşeroja zimanê Kurdî li Tirkiyê çêkiriye. Mînak li bajarekî weke Amedê ku weke paytexta her çar parçeyên Kurdistanê tê dîtin, welatiyên Kurd bi zimanê Tirkî diaxivin. Diyar jî kir ku divê medyaya kurdî û partiyên kurdî girîngiyê bidin vê mijara girîng, me wek Komela Şêx Seîd Pîran wek prensîb me biryar daye ku em di civînên xwe de bi kurdî biaxivin, eve erkekî netewî û olî ya me ye û erkê hemû takekî kurde ku dive peyrew bike.

Di vê navberê de, Komeleya Şêx Seîdê Pîran bi berdewamî mijûlî çalakiyên girseyî ye û bang li welatiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê dike ku ziman û çanda xwe biparêzin, zimanê xwe yê Kurdî bikar bînin û yekîtî û dadperweriyê pêk bînin.

Qasim neviyê Şêx Seîdê Pîran got jî, heya bi nih ruhekî nû di nav partî û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê de ji bo parastin û bikaranîna zimanê kurdî derketiye holê.

 Lê ji bo giringîdana zêdetir bi zimanê kurdî û berdewamkirina xebatên perwerdeyê, nebûna piştgiriya aborî pirsgirêkeke din e. Lewma divê siyasetmedar û kesên dewlemend alîkariya madî û manewî bidin navendên xebatkarên perwerde û zimanê kurdî.

Komela Şêx Seîdê Pîran di sala 2015an de hatiye damezrandin û ji çend kesayetiyên netewî û olî pêk tê û bernameya wan ya siyasî di çarçoveya xeta netewî de ye û berjewendiya giştî ya neteweya Kurd û navenda wê li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Xelat