BARAN TÎNE BÎRA MIN  

BARAN TÎNE BÎRA MIN  

Nivîs: Seyrana Celad

 

Derve baraneke gurr dibare. Wisa xuya dike ku ewir bi deriyê hesin rê li ber ezmanê sayî dadaye. Û ji ber ku ez baranê hez nakim, tirê dilê min de jî baran dixulxule. Xemgînî wek perdeyeke giran li ruhê min dorpêç dike.

Ez dîsa rêya xwe ya zehmet bi bîr tînim. Di vê rêçê de kevirên tûj wek birrekê  lingên min dibirîn. Her guhertinek, êşa min derbas kirî tîne bîra min. Lê di kûrahiya vê êşê de, navek, dêmek her tim dijî, ew evîna min e bê çare ye.

Tu li wir bûy dema ku her tişt bêdeng bû. Tu bûy ew agir, ku min nikarî dest bida.

Ez tînim bîra xwe ku çavên te çawa dibiriqîn, di wê kêliyê de jî, ku nêrînên te mecbûr gerekê ji yên min dûr biketana.

Ez destên te tînim bîra xwe, ku dikarîn cîhanê biguherindana, lê ji dunya min dûr man.

Di bîra min da ma kenê te nedîtî,  bêhna te veşartî, bêdawî dûr bûy, lê nêzîk.

Dema ku em li rex hev dimeşiyan û kesî nedidît, xuya bû ku cîhan her tenê ji bo me vedibû. Lê rastiya jiyanê bê rehm bû. Evîna ku min di kûrahiya dilê xwe de dispart, gerekê bêdeng bima. Qedexe bû ev peyv, ku tim li ser zimanê min bû.

Û niha, di bin baranê de sekinî, ez hîs dikim, ku dilop ne tenê av in, ew gotinên negotî ne, bîranînên xeniqî, kêlîyên bêdengin, ku ji çavên min diherikin.

Ew evîn, her çend qedexe û bê çare be jî, bû ronahiya min. Ew min şewitand, ew min maşand, lê di heman demê de ew fêrî min kir wateyê jiyanê. Şiverê hîn jî berdewam dike, baran hîn jî diherike, lê ez dizanim, ku di giyanê min de ronahiyek heye ku kes nikare vemirîne. Ronahiya bi navê te…

 

Xelat