Giringiya Bikaranîna Alfabeya Latênî Ji Bo Neteweyê Kurd

Giringiya Bikaranîna Alfabeya Latênî Ji Bo Neteweyê Kurd

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

 

Bêguman, tarîxa alfabeyan pir kevn e.

Bi hezaran sal berî Îsa Pêxemberî, Neteweyê Kurd çend alfabeyên cuda bi kar aniye. Deh dewlet û du Împeretoriyên Kurdan, her yekê alfabeyeke cuda bi kar aliye.

Piştî derketina Ola Îslamê, piraniya Kurdan Elîfbêtika erebî bi kar aniye.

Sal 950, dema ku Medreseya Kurdî wek zanîngeha demê li Hemedana Paytext ava bûye, pênc tîp li Elîfbêtika Erebî ya ku 28 tîp bûn zêde kiriye û ji xwe re bi kar anîne. Ew pênc tîp ev in: P, Ç, G, J, V. Bi van pênc tîpan jimara tîpên alfabeyê bûye 33. Ev e hezar sal zêdetir e ku Kurd wê elîfbêtikê bi kar tînin.

Hêja ye bê gotin ku berî derketina Ola Îslamê, elîfbêtika erebî 17 tîp bûne û Qurana pîroz jî bi wan tîpan hatiye nivîsandin. Lê 70 sal piştî Hicretê, Ereban elîfbêtika xwe kirine 28 tîp.

Bêguman ev 33 tîpên elîfbêtina erebî jî têra fonetîka Kurdan nakin.

Alfabeyên Kurdî yên ku di pêvajoya demê de hatine bikaranîn ev in:

. Li gor hin çavkaniyan, Alfabeya Kurdî ya Împeretoriya MADê, 46 tîp bûne, hin çavkanî jî 44 gotine.

. Zimanê fermî yê Împeretoriya MADê, kurmanciya niha bûye.

. Alfabeya  Kurdî ya Avestayê,  44 tîp bûne.

. Alfabeya Kurdî ya Pehlewiya kevn 33 tîp bûne.

. Alfabeya Kurdî ya Masi Sorati 39 tîp bûne.

. Alfabeya Kurdî  ya Ezdayî 35 tîp bûne.

. Alfabeya Kurdî ya Latênî, 31 tîp in.

. Alfabeya Kurdî  ya Kirilî 32 tîp in.

Lê belê di van dused salên dawîn de, piraniya Neteweyê Kurd sê alfabeyên cuda bi kar aniye. Kurdên di nava Yekîtiya Socyetê de Alfabeya Kîrîlî, Kurdên li Rojhilat, yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê elîfbêtika erebî bi kar anîne.

Kurdên Bakûrê Kurdistanê û yên li welatên Rojavayê, Alfabeya Latênî bi kar anîne.

Alfabeya Latênî di Sedsala Heftan de, ji Alfabeya Grekiyan hatiye wergirtin û ji aliyê piraniya neteweyên ji Nijada Arî ve hatiye bikaranîn.

Ji ber ku Neteweyê Kurd jî beşek ji Nijada Arî ye, sal 1914 gorbihişt Xelîl Xeyalî Alfabeya Latênî ji bo Kurdan amade kiriye. Lê mercên Şerê Yekem ê Cîhanê derfet nedaye ku ew alfabe têkeve rewacê.

Di 1928an de Alfabeya Latênî ji aliyê Ereb Şemo û Îshaq Marogulovî ve, ji bo Neteweyê Kurd û bi destûra Yekîtiya Sovyetê hatiye amadekirin. Wan pirtûkekjî pê çap kirine.

Sal 1930, Alfabeya Latênî ji aliyê gelek rewşenbîrên ji Malbata Bedirxaniyan ve hatiye bikaraîn û gelek pirtûk, kovar, rojname û belavok pê hatine weşandin.

Bêguman kesên ku dibêjin ”… kurdiya resen divê bi tîpên erebî be…” ew naxwazin Neteweyê Kurd bigîje sawiya 40 dewletên pismamên xwe yên ku îro teknîkeke nûjen di destên wan de heye.

Dîsa bêguman meriv çi alfabe bi kar bîne, meriv dinyaya heyî di pencereya wê alfabeyê re dibîne!

Eger Kurd Elîfbêtika Erebî bi kar bînin, wê fonetîka kurdî wenda bikin û bi taybetî wê van pênc peyvên ku bi tîpa ”p, ç, g, j, v”yê dest pê dikin jî, wenda bikin. Herweha Kurd wê ji konê erebî û ji huştura wan jî derbas nebin.

Mînaka vê yekê, devoka soranî ye ku îro zayenda peyvan tê de tune.

Lê eger hemû beşên Kurdistanê di warê Alfabeya Latênî de bibin yeksan, hingê wê Kurd pir zû bigîjin teknîka nûjen a pismamên xwe yên Arî.

Giringiya herî mezin ev e ku miletek bi yekbûna alfabeyê dibe netewe. Yanena eger alfabeyên Kurdan ji êkdu cuda be, wê gelek zemanê xwe yê bêsûd wenda bikin.

Bi hêviya ku sala 2026an bi xêr û xweşî be ji bo Zimanê Kurdî û Alfabeya Latênî.

17/ 01/ 2026

Xelat