Kezî (Gulî), di çanda Êzîdiyan de

Kezî (Gulî), di çanda Êzîdiyan de

Kezî, ku hin kes jê re dibêjin gulî, di nav Kurdan de bi giştî xwedî taybetmendiyên xwe ye û wekî sembola nasname û berxwedanê tê zanîn. Her weha di kultur û mîtolojiya Êzdiyan jî de bi sembola (Man, hêz, viyan, xweza û Azar)) ye.

Li gorî gotarek nivîskar û rojnamevanê Êzdî (Xelaf Hacî Mihemed), Kezî sembola navnîşanên li xwarê ne:

Man: Di mîtolojiya Êzîdiyan de, keziyên hunandî bi rehên daran re têne şibandin. Ev rehên daran ku diçin nav erdê, erdê ku mirov jê peyda BûYE, ku sembola girêdana wan bi axa bav û kalên wan re ye.

Hêz: Di dîroka Êzdiyan de, Kezî wekî sembola hêz û berxwedanê tê xuyang kirin. Jinên Êzdî qet keziyên porê xwe nabirin, ji bilî di rewşên neasayî de. Ev rewş jî wisa ye heke jiyana yek ji zarok an malbata wê di xetereyê de be.

Viyan: Di stran û folklora Êzîdiyan de, stranbêjan bala xwe didan keçên bedew û wan keçên  keziyên wan reş dilê ciwanan bi xwe dikişandin.

Xweza:Di dema cejna Xedr Îlyas de, ku Êzdî her sal di rojên dawîn ên meha Sibatê de pîroz dikin, xweza xwe amade dike ku demsala biharê û vegera jiyanê li ser erdê pêşwazî bike. Jinên Êzdî jî wekî nîşanek ji nûbûna xwezayê û çerxa jiyanê, pêçek li ser serê keziyên xwe dibirin. Wekî ku çawa kezaxtina dar û beran tê kirin.

Êş û azar: Dema jineke Êzdî yek ji kesên nêzîkî xwe winda dike, bi rêya qusandina keziyên xwe ew xemgîniya xwe ji wan êş û azaran nîşan dide û keziyên xwe yên qusandî li ser gorên wan datînin û di nava gorên Êzdiyan de li Şingalê bi sedan gor tên dîtin ku keziyên jinên Êzdî li ser hatine danîn wek nîşandana xemgîniya xwe.

Xelat/ Evdo Duhokî