BIŞXULE

BIŞXULE

Helbest: Siltana Memê

 

BIŞXULE

Dil nevêje qeya nefretê,

Fikra neke kela zehmetê,

Dua nabe minet Cinetê,

Berê ruhu Buhuşt, Axretê.

Însanê bû xudan hurmetê,

Ew bîr nabe hub û hesretê.

Sêrî rabû mij û dûmane,

Bê feydeye hekîm, dermane,

Xwe qut neke sebir, gumane,

Tuyê altkî dijmin, fermane.

Gula enya Şêr-Qehremane,

Qewî qedîm Dîn û Îmane.

Terîstanê bibe find-çira,

Ber çevên te wê çê be pira,

Bersiva te ku pirs da "çi ra"

Lêkolîne ew leheng bira.

Wê buşxule bi hest, hubira,

Birq vede nuvş bi lal û dura.

 

12.05.2024s

XELAT