Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî koça dawî kir

Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî koça dawî kir

Îro roja Sêşemê 10/3/2026an, helbestvanê Kurd (Ehmed Huseynî) ku bi Şêxê helbesta Kurdî tê naskirin li welatê Swêdê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.

Helbestvan (Ehmed Huseynî) di sala 1955an de li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û ew ji sala 1989an ve li Swêdê nîştecî bibû.  Ehmed Huseynî jiber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Em wek stafa kovara Xelatê serxwşiya kesûkarên helbestvanê kurd Ehmed Huseynî dikin û bila serê gelê kurd bi tevahî saxbê.

Xelat