37 sal biser nemirê alfabeya kurdî ya latînî derbas dibin

37 sal biser nemirê alfabeya kurdî ya latînî derbas dibin

37 sal di ser şehadeta nivîskar û helbestvanê kurd nemirê alfabeya kurdî a latînî Dilşad Merîwanî re derbas dibin.

Dilşad Merîwanî navê xwe yê temamî `Dilşad Mihemed Emîn Fetah e`, ew di 28ê Adara 1947an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Nasnavê Merîwanî ji wê rastiyê hatiye ku malbata wî bi eslê xwe ji herêma Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Silêmaniyê temam kir, çû Bexdadê û di sala 1972an de, wî li Zanîngeha Bexdadê bawernameya lîsansê di ziman û wêjeya Kurdî de wergirt.

Merîwanî ji ciwaniya xwe ve di tevgera siyasî ya Kurd de beşdar bûye û bi rêya xebat û têkoşîna siyasî û Pêşmergeyan xizmeta xebata Kurdayetiyê kiriye. Ji ber helwestên xwe yên siyasî gelek caran hatiye girtin û îşkencekirin.

Dilşad Merîwanî xwediyê çendîn helbest û çîroke ku bi xwe nivîsandine, ku hin ji wan bûne stran, Merîwanî ji bilî nivîsandinê lîstikvanekî berhremend û jêhatî bû û di lîstika "Lanawazan" de rola Qutbedîn bi serkeftî rola xwe dilîze.

Di roja 12ê Sibata sala 1989an de, Dilşad Merîwanî ji ber ku alfabeya latînî fêrî xwendekarên xwe dikir, ji aliyê rêjîma Baas a Iraqê ve hate girtin û di 13ê Adara 1989an de bi awayekî hovane li zîndanê hate gulebarankirin û çû rêza nemirên nîştîman û heya niha jî gora wî nayê zanîn.

Xelat