Rêwîtiya Min Ber Bi Kurdistanê, Bajarê Silemaniyê
Helbestvan û Nivîskar: Seyrana Celad
Ez hesretkeşê welatê xwe bûm!
Di xeyalê min de cihê sereke digirt bi çavdîtina Kurdistanê.
Ji aliyê Rêxistina Festîvala Galawej a 28’emîn ve em fermî, wek helbestvan, nivîskar û endamên Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê, hatin vexwendin bo Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê.
Mirov teyrê bê per e, em jî perwaz da ber bi Kurdistana rengîn.
Gava min ling avêt axa xwe, di hundirê giyanê min de her tişt tev li hev bû.
Hêvî, xemgînî, hestiyarî û kubarî hevdu re ruhê min dorpêç kirin. Li ber şahiyê dilopên hêsiran qirika min de rêz girtin.
Da ku min nedixwest bi hêsirên xwe barê axa zêrîn giran bikira û min dixwest bi dilgeşî wê hembêz bikira, ber vê sedemê jî wek periyê nan yekoyek hêsir daqurtand.
Min ji xwe dipirsî:
«Gelo ev xewn e? Gelo ev bi rastî welatê min e?»
Welatê ku bi salan li benda azadiyê ye…
Ala rengîn li hewayê berz bû û dilmilmilî bû. Li kolan û soqakan, her tenê peyva kurdî dihat bihîstin. Li ser her avahî, xanî yan bi kurdî nivîsî bû; her tişt kurdewarî bû.
Dibistan, zanîngeh, baxçeyên zarokan, kargeh û nexweşxane bi kurdî bûn.
Ji bo min ev şanazî û dilxweşiyek mezin bû. Ez, keçeke kurd, ku dem û salan dilorînim ji bo hebûna Kurdistanê, niha mêze dikim ku beşek ji Kurdistanê heye.
Hîsên min ne yên gotinan in; divê wek sovekaran di nav zeriya ruhê min de niqînin, da ku hûn texmîn bikin li wir çi diqewimî dema min welatê xwe dît.
Organîzatorên festîvalê hema li balafirgehê merîfetiya xwe nîşan dan. Pêşwaziya wan bi fermî û li ser asta bilind bû. Bi sîvîl û ser asta bilind mêvanên xwe qebûl kirin.
Ez pir serbilind bûm ku festîval bi vî awayî bi kalîte organîze kiribûn; ev jî pêşketina gelê me yê li wir nîşan dida.
Mamoste Hemn Mam Rash , mirovek zana, di karên xwe de pispor, organîzatorek pêşkeftî, ku bûye pira navbera Kurdistan û Ermenîstanê, tevî hevjîna xwe Xanda Abd-Raheem û zarokên xwe, bûn berpirsiyar û parêzvanên me.
Me li wir xwe xerîb hîs nekir, ji ber ku gel pir dilovan bû li hemberî me; herkes ji aliyê xwe ve dixwest xizmetekê bike.
Me Helebçeya dilşewat dît. Berpirsiyarê Muzexaneya Helebçeyê yek ji wan kêm kesan bû ku berî wê qirkirinê bi zorê filitî bû. Wêneyê wî jî li muzexaneyê daliqandî bû.
Gava min zeriyên çavên birêz Ûmîd Heme Elî dît, li wir birîneke nekewgirtî dît.
Li ser axa Helebçeyê hêsir li min hatin rijtin, axir hêsirên min azadî standin û herikîn.
Bi çavdîtina Helebçeyê hîsek cuda ye, kevir û kuçik jî ji bo êşa kişandî dihelin.
Bi berxwedanekî mezin em piçek bûne xwediyê serxwebûn û nasnameyê. Pêwîste neteweya kurd vê yekê binirxîne û ji destê xwe bernede, da ku bibe xwediyê dewletek mezin.
Piştî dîtina Kurdistanê ez bawer im û guman im ku Kurdistan bi giştî wê azad bibe. Ji bo wê jî em divê yekîtiya xwe xurt bikin, hevdu hez bikin û xayîntiyê nekin.
Ez spasiya xwe ji herkesî re dibêjim ku piştgirî dan me, bawerî anîn me û em beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Galawej a 28’emîn bûn.
Spasiya xwe ji organîzatora sereke xanim Dr. Ebtisam, mamoste Hemn û hemû karkerên festîvalê re dibêjim.
Kurdistana rengîn zanibe, parek ji dilê min li bal te ma…
Xelat







