Kurdistan Ji Xêrê Mişt

Kurdistan Ji Xêrê Mişt

 Helbest: Biradostê Mîtanî

Ez carinan bi nivîsandina helbestê hestên xwe derbirîn dikim.

Kurdistan Ji Xêrê Mişt

D-ijmin xwîna me dimişt.

Wêran kir mal û her tişt

War ji xêra me dişişt.

Dida ber singo û xişt

Cihê lalîzar û geşt

Seyrangih,çîmen ,behişt

Da ber xwe û dimalişt

Kurdistan  ji xêrê mişt.

Zozan û çiya û deşt

 Nexêrxwazê şikestpişt

Ta zilik jê nedihişt

Hebûn û dîrok darişt

Bi êtûnê ew birişt

Mixabin bi serpirişt

Kurdine ew  dûv xwe hişt.

Şîrova peyvinan :

Mişt:Tijî û Dagirtî

Xişt:Bista Dirêj û  sertûj.

Geşt: Gereya ji bo seyran û zanistiyê.

Darişt: li gor xwe ji rastiya wê dibir

Serpirişt: Li gor daxwaziyên serwerine xwe.

 

24-9-2025z.4-7-2637Kurdî

Xelat