HETA KENGÎ

Helbestvan: Ehmed Mistefa
Her roj...
Ez li benda hevdîtina qederê me
Çîrokek li vir û gotebêjek li wir
Hêsirek li vir û girnijînek li wir
Û ez li çavên zemînê dinêrim
Sirên wê dixwînim
Dixwazim "şivreyên" wê çareser bikim
Li ser rûpelên rojane binivîsim
Çîroka lehengekî xuya bikim
Ku bi evînê û têkoşînê giran e
Efsaneya serdema eşqê
Min di bîra xwe de ew tomar kir
Lê di berîka min de
Bi hezaran pirs û pirs hene
Ey pêşeroja bê zik û pişt
Hîn çi êş maye?
Riya te li kîjan deverê ye..
Û berveroja te kû ve diçê..
Ey çarenûsa bê hevdîtin
Çîroka me winda ye
Bê çareser didomîne
Û riya me di diltengiyê de xeniqiye
Ey pêşeroja bê hevdîtin
Ez di gola te de
Keservedanan dikşînim
Û hestên min wêran kirîne
Li ser balîfa xeman
Fermêskên sor ez dadirvînim
Xatirxwestina serkeftinê
ji te re dixwezim
Û dengê me di hawara te de westiyeyî maye
12.06.2023