EZ Ê ÇAWA...? II
Helbest: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)
Ez ê çawa ji wê jina kejal û bejnbilind ya ku mîna dara spîndarê bejnbilind re vebêjim ku çavê wê yê çepê derya ye û çavê wê yê rastê ezman e, û ez dixwazim bi tenaha xwe di kûrahiya wê deryaya gewre de bin-av bibim, û tenê balindeyê ku her dem di wê ezmanê fireh de difirê bim?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku dema ew di payîzê de seyranê xwe bike, pelên zer yên daran dê kesk bibin, dar ji sermestiya newqa wê dê sermest bibin û gul jî li gorî bişkivandina gulên gewdê wê dê bibişkivin!
Ez ê çawa jê re vebêjim ku golên welatê wê mîna golên welatê min in û çiyayên welatê wê jî cêwiyên çiyayên welatê min in. Tenê cudahî di navbera wan de ev e: Golên welatê wê her dem paqij, zelal û reng-şîn in û golên welatê min car caran ji hêla neyarên tund ve tên herimandin, gemarkirin û jehrkirin, û çiyayên welatê wê her dem aram in û bayê hênik li ser tepelkên wan bi evînî dilîze, lê çiyayên welatê min bê aram in, car caran wan birîn dikin û hildiweşînin û car caran bi çekên kîmyewî bombebaran dikin! Lê tevî van hemû tiştan, gol û çiyayên welatên me herdûyan cêwiyê hev in, û dibe ku ew bi hesreta evîn û himbêzkirina hev bin jî, evînek kûr û hembêzkirineke bê hempa!
Ez ê çawa jê re vebêjim ku baskên nediyar dê her dem xwe li derdora wê bilerizînin, û ji êşa dibe ku bi serê wê de bê, biparêzin. û dema ku hinava wê bi sermayê hest bike, ew ê bi perrên xwe yên germ wê bipêçin û germ bikin, û ger bixwaze bifire jî, ew baskên nediyar dê xwe li gewdê wê bialînin û bi xwe re bifirînin?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku ji destpêka afirandin û hebûnê ve û ta niha ronahî ji wê û ji bo wê ronî dide, û bêyî ronahiya wê, dê cîhan bi tevahî di tariyê de mîna koran bimîne?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku bêhna wê dilên bajarên êşdar aram dike û lêdanek nazikiya dilê wê, şahî û kêfxweşiyê vedigerîne dilê ew gelê xizan û xemgîn?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku hemû nameyên ku ez dinivîsim, hemû lênûsên ku ez helbestên evînî li ser xêzdikim û hemû pendên hezkirinê yên ku ez li ser rûpelên spî belav dikim ji bo wê ne, û sond dixum ku min tiştek ji bo firişteyeke din nenivîsandiye û ne jî dinivîsim?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku ew hemû sûlavên ku ji zinarên bilind dadiwerivin û hemû pêlên ku ji kûrahiya deryayan radibin, çavlêkirinê li sûlav û pêlên bedew yên porê wê dikin?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku kenê wê ji bo xwezayê dilşadiyek gewre ye, û gava ew ji dil de bikene, hêlînên çivînkan li ser daran tije evîn dibin, perperîk li zeviyan geş dibin, xunav bi nazikî li ser lêvên kulîlk û giyayan xilmaş dibe û jiyan jî bi hemû aliyên xwe tije hezkirin, comerdî, dayîn, aramî û aştî dibe?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku gava ez jê re dibêjim serêşa xwe, sermaya xwe û hemû nexweşiyên xwe bê dudilî ji min re bişîne, ez bi rastî wê yekê dibêjim! Ez dikarim hemû nexweşiyên wê, hemû westandin, hemû bêxewî, hemû nerihetî, hemû diltengî, hemû zehmetî, hemû tengezarî bi kêfxweşî, bi bextewarî û bi razîbûneke bê hempa rakim û ragirim?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku çem, derya û kanî dixwazin xwe di ava gewdê wê de bişon, û xwe tucarî zelal, pak û geş nabînin ger xwe di ava gewdê wê de neşon?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku çemê Raynê yê ku bi zelaliya hişê xwe diherike, qulingnên ku li ser rûyê wî mîna keçmîran derin û tên, ordekên ku bi nazikî û bedewiyê xemilandî, şehingên jêhatî ku li hafê difirin, masiyên ku bi dilxweşî ji dilê wî hilpedikin, rehên daran yên ku avê jê dimijin, û ez, bi dînbûn, bi hest, helbest, helwest û hezkirina xwe ya bêdawî, bêdawî ji wê hez dikin, û hezkirina wê, tenê hezkirina wê, min dihêle ku ez jiyanê bijîm û berdewam bikim?
Ez çawa jê re vebêjim ku ew bilûreke her dem li bin darek pîroz li Jensê lê dixê ye, tembûreke di nav tiliyên darên zeytûnê yên Efrînê de ye, kemaneke li ser keviya çem û gola ye, piyanoyeke di gewriya çivîk û balindeyan de ye, saksofoneke ku ji sivikbûna xezalan re li çepikan dixê ye, gîtareke ku kavilên jiyanê derman dikê ye, û hemî amûrên muzîkê yên efsûnî ku birînên dilê helbestvanekî ku bi dînîtî jê hez dike, derman dikê ye?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku komareke demokratîk heye, navê wê bi tîpa A dest pê dike û pê jî bi dawî dibe, û paytexta wê komarê dilê wê ye, û ez welatiyê wê komarê me, û dixwazim bi tenaha xwe nişteciyê wê paytextê bim?
Ez ê çawa jê re vebêjim ku Efrîn û Jensê cêwî hev in, lê nervîna Efrînê ku li Asyayê di nav zehmetî, şer û bobelatan de bijî, û nervîna Jensê ku li Ewropayê be, di nav xwezaya xweşik de, dûrî zehmetî, şer û bobelatan de bijî! Lê tevî veqetîna wan, ew dîsa jî bi dil û can bi hev ve girêdayî ne û mîna cêwiyên Siyamî ku tucarî ji hevdû veneqetiyane hizir dikin?
Ez çawa jê re vebêjim ku serê min î westiyayî tenê li ser sînga wê vedihese û dilê min î xemgîn tenê di dilê wê de şad dibe û nirînin min yên tarî tenê bi spîbûna wê ji holê radibin û rewşa derûniya min tenê bi germahiya bêhn û hilma wê sivik û baştir bibe?
Ezê çawa jê re vebêjim ku ew mîna tîrêjstêrkek xwedayî ye ku ji ezmanan ve bi ser dilê min de hatiye û kiriye du parçe, û ew perçebûna ku wê di dilê min de peyda kiriye, tevî xwîna ku jê diherikê, ji min re bûye çavkaniya hebûn, jiyan û bextewariyeke bê dawî, kûr û bê hempa?
Çawa...?

Kolkata/ Bonn 2024
Xelat
