DERD

Helbest: Dr. Karîna Osêyan
Ez derdê xwe dibêjim
Di nav helbestan dirêjim
Ruh û dilê birîndar
Bi zimanê dê dide der.
Gava kûr difikirim
Hêstir hûr-hûr dibarin
Pênûs zane her birîn
Bi zimanê dê dinalin
Eşq û şayî, şîn û girî
Bi zimanê dê têne serî
Îşqa çavan û çira wî
Bi zimanê dê dide ronî
Ez derdê milet dibêjim
Di nav helbestan dirêjim
Dilê gelê xwe yê şikestî
Nadim şabûna vê dinyayî
XELAT