HOSTA!

HOSTA!

Helbestvan: Dîlan Maku

 

 

Rih qefilî bû, li wasta cîhanê,

Tev heyîrî bûn, ji dem û dewranê,

Bi xêzanî dinirîn destê çend axa,

Por û kezî guneh bûn li dîwanê,

Dengê dapîrê, wek sira sirûştê,

Peravê derya, penaberê deştê ,

Ev çi xezeb û agire ser hev tê,

Dilorand kezebê ji heta piştê,

Ji nebûne, te hebûn xilqad hosta,

We go em hene vê esira bîsta,

Lê tirsonek xwefiroş bûne dixor,

Ew'n îro tênê ser me dest û mista,

Hosta ez natirsim çi hest û resta,

Ji ber min rastî dît li ser derbesta,

Bi xwîna sor dixemilî navê kurd

Îro pere nake devên sivik mêrxasin qesta,

Bendava azadye oxira te ye,

Pişt heft newalên kûr-dûr Ronahî ye,

Qet ez ji te bê bawer nabim hosta,

Pir kesan qetand kirasê koleîyê,

Hosta,

20,5,2025

XELAT