Zimanê min?

Helbestvan: Bêçarê Kurd
Zimanê min xweşike
Pir nazdar û nazike
Gava ku pê hest dibim
Wekî zemzem honike
Dê û bavan xemiland
Keç û kuran kemiland
Min ji bo we hilpifand
Pak û zelal herike
Zendevîsta neqşe lê
Mishefa reş beşek jê
Hor û lor wek tejek pê
Sor û kurmanc zazike
Horî torî sasanî
Xweş bibaze vî canî
Dîrok bi te mircanî
Kuro ti zû pak bike
Werin em wî vebjêrin
Bi yek destar bihêrin
Bila canik bistêrin
Şîv û taşte firdike
Şîv û taşte bikin xweş
Neqşê bidin li qumaş
Da ku neçin terepaş
Zar û zêçik fêr bike
15/05/2025-Kobanî
Xelat