Peyvên Erzanbûyî…

Peyvên Erzanbûyî…

Nivîskar: İkram Oguz

 

Di hemû zimanên dewlemend û xwezayî da peyvên ku wek ji bo pêşnav ya jî nasnavên kesan tên bikaranîn, zêde ne.

Bêguman kurdî jî zimaneke dewlemend û xwezayî ye.

Loma di zimanê me da jî ew peyv qasî ku tê ra me bikin, he ne.

Lêbelê kurdên nîv-zana di têkilîyên xwe da, ji bo her kesî tenê du peyvan bi kar tînîn, ku ew jî “seyda” û “mamoste” ne.

Loma îro êdî tu kes heval û hogirê xwe, nas û dostê xwe, wek hevalê min ê hêja, dostê min ê ezîz ya jî birakê min ê delal û hwd bin av nake.

Kesên ku mêla wan li ser ol û oldarîyê, hevdu wek “seyda”, yên ku berê xwe dane alîyê çepê û di rêyên xil û xar da dimeşin jî hevdu wek mamoste bi nav dikin.

Kîngê û li kuderê rastî hev werin, berê bi çend peyv û hevokên ezberkirî pesnê hevdu didin, dû ra wek kesên zana û rewşenbîr xwe dihesibînin û pê da diçin.                                  

Lê dema ku xatir ji hev bixwazin, bi çend gavan ji hev dûr bikevin û pişta xwe bidin hev, wê gavê jî pesn û senayên ku ji hev ra kirine, ji bîr dikin û bi qilf û heneken bêsînor xeyba hev dikin.

***

Zagonek ji zagonên aborînasîyê ye, ku jê ra Zagona Gresham tê gotin.

Sir Thomas Gresham di navbera salên 1519-1579an da jîyaye û demeke dirêj wek şêwirmendê darayî ji bo Elizabeta Yekemin a Îngilîstanê xebitîye.

Gor zagona Gresham, pereyê xirab di bazarê da berî pereyê baş dide û ji bazarê derdixîne.

Gresham diravê kêmqîmet wek pereye xirab, diravê biqîmet jî wek pereyê baş bi nav dike. Jiber ku di her bazarê da pereyê kêmqîmet zêde, yê biqîmet jî kêm e.

Mînak: Dolar û Lira…

Di bêrika herkesî da bi desteyan Lira cîh digre, lê Dolar bi destê herkesî nakeve.

Civak jî bi awayek bazara mirov û mirovatîyê ye.

Civakên paştemayîn da nezan zêde, zana kêm, civakên pêşveçûyîn da jî zana zêde, nezan kêm in.

Mixabin Civaka Kurd jî civakeke paşdemayî ye.

Bêguman sedema paşdemayînîya wê ya herî bingehîn jî dagirkirinîbûn û bindestîbûna wê ye.

Bi sedsalan e, civak ji alî dagirkeran va û ji çaralî va hatîye dorpeçkirin, rê li ber pêşverçûna wê ya xwezayî hatîye girtin.

Kurdên ku di çerxa pişaftinê ra derbas bûne, xwe zana bihesibînin jî ew ji koka xwe qetîyan e û di newala waweylê da dipirpitin…

Yên ku di wê çerxê ra derbas nebûne, ew jî di kuncikê xwe yên tarî da mane û bi nezanî ber xwe didin.

Loma nezanê me zêde, zanayên me jî kêm in, ku ew jî xwe zana jî xwe ronakbîr û rewşenbîr dihesibînin.

Bêguman pîvana ronakbîrî û reweşenbîrîyê yek jî zanîn e.

Ji ber vê yekê mirov dikarê bi hêsanî bibêje, ronakbîr û rewşenbîr di heman deme da zana, lêbelê her zana di warê pîşeya xwe da pispor be jî, ne ronakbîr û rewşenbîr e.

Jiber ku ronakbîr û rewşenbîr ew kes e, ku ji bo tiştên ku wî ya jî wê eleqeder nake, sere xwe diêşîne û dike belayê, ew êş û belaya ku ji berê da texmîn dike û dibine…

Ji bilî zanînê, ronakbîr û rewşenbîr xwedî cesaret e, ku ew cesaret jî ji zanebûna wî/wê tê...

Herwiha ronakbîr û rewşenbîr di hest û helwesta xwe da, di kar û xebata xwe da rast û durust, azad û serbixwe ye.

Loma ew di nav sînorê sîyaseta hêz û partîyek da hilnayê û di wê sînorê teng da xwe sînordar nake…

Li hember serok û rayedaran histûyê xwe xar nake û li ber wan destê xwe girê nade…

Ger ku mirov ev çend pîvanên sereke esas bigre, di civaka kurd da kesê ku jê ra bibêje, ronakbîr û rewşenbîr e, nabîne.

Lêbêle di kêmbûna zanayan da her nezan xwe seyda ya jî mamoste, her zana jî xwe ronakbîr û rewşenbîr bin av dike.

Loma peyv jî ji wateya xwe dûr dikeve û erzan dibe…

30.11.2024

ikramoguz@gmail.com

XELAT