Lingê pîroz

Helbestvan: Anahîta Sîno
Çima hûn matmayî mane ?
Çima hûn hêsirên xwînê li ser dêmên êşdar dibarînin ?
Ma çi bûye ?
Lingek û jêbû !
Tenê nema li dû pinpinîkan direvim
Tenê nema destê min dighê keskesorê
Tenê nema kenê min dibe heyv û di asîmanê dilê dayika min de diçirise
Tenê bavê min wê rondikên xwe yên wekî xençeran daqurtîne her ku zarokekê bi du lingan bibîne
Tenê wê gavên min muhra hovîtiyê li ser zemîna mirovahiyê biçîne
Do bû hîn kenê min gavên min dipîvand
Û îro
Firokê lingê min bi xwe re bir û kenê min vemirand
Ma çiqwas do xweş bû
Ji min re gotin lingê te çû asîmanan ji bo ewrek seqet pê bimeşe û baranê bi ser
Wijdanên zuha
Dilên qirêj
Sincên gemarî bibarîne
Ji min re gotin lingê te çû cem Xwedê ji bo bibe şahdê welatekî birîndar
Welatekî penaber
Welatekî wenda
Welatkî ku dilê dayikek şewitî tê de bûye sembol
Ji min re gotin lingê te çû binê deryayê
Li xwenên koçberan digere
Li hêviyên bûk û zavayên bê mirad digere
Li hinavê ku bû ye teştê û şîva Hûtan digere
Lingê te bû ye hevalê Îlan
Li wijdanê cîhanê digere
XELAT