Ken li me nayê !

 Ken li me nayê !

Helbestvan: Şêrzad Efrînî

 

 Ken li me nayê !

Yekcaran ez kêfxweş im

Lê xemgînî ji çavên min dûr naçe.

Dixwezim geşbîn bim

Lê hêvî di min de dimirin.

Dixwezim bi azad bipeyvim lê zimanê nagere.

Dixwezim wek xwe bijîm lê hezar sînor li min pêçane....

Jiyan zindanek fereh e,

bê dîwar û dergeh e

Bê sîber e, bê sih e

Laş najî ger çû rih e

Rih çî ye ?

Bê reng e bê cih e

Ne damar e, ne xwîn e

Ne jî reh e.

 

Xelat