Ji Suphîye Bulut sê helbest

Ji Suphîye Bulut sê helbest

Helbestvan: Suphîye Bulut

DENGÊ DIL

 

Dengekî westiyayî

Hat ji nav dilê min

Go keçê Suphîye

Bi derd û êşên xedar

Barê min giran neke

Ezê nikaribim rakim

Vî barê ji dinê girantir

Şevekê dibe bisekinim

Û li min nebe sibe

 

************

TU

 

Tu gula min a sipî ye

Lê de nizanim çima

Bextê te tim reş û tarî ye

Tu dara li hewşa min î

Lê çûkên biyanî

Hêlînên xwe li ser te danîye

Tu çiyayê warê min î

Divê li te bibarî berfa sipî

Lê li te dibare jehr û bombe

Tu yar û evîna min î

Lê li ser sînga te

Razayîne dagirkerên hov

Tu taya dilê min î germ e

Lê li min qeşa ye

Û dihejim ji serma

Ax gula min a birîndarî

De ezê çawa bi van êşên te

Bê xem û xweş bijîm

*******

 

NAVÊ TE BÛ

Min

Di xewna xwe de

Bi pênûsek zêrín

Û

Bi evín û coş

Helbestek dinivisî

Ji serî heta binî

Tenê navek bû

Ew navê

Şêrîn û xweş

Navê te bû

Kurdistana min

 

 

XELAT