ÇI QEBAHETEK SOSRET E

ÇI QEBAHETEK SOSRET E

Helbestvan: Baqî Berûkî

 

ROJA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE.

Bi minasebeta roja zimanê Kurdî ev helbesta min berî sê salan nivisî dîyarîye Zimanê Kurdî û we hevalan dikim.

 

ÇI QEBAHETEK SOSRET E.

Çi qebahetek sosret e

Tu nezanî zimanê xwe

Çi şerm û hem xebînet e

Tu nepeyvî zimanê xwe.

Ka binêre li Cihanê

Ewropa ta Hindistanê

Hemî şopa Kurdistanê

Fedî nakî ji eslê xwe.

Heger tu Welat perwerî

Tu ji vî dozê bawerî

Qaşo zana û rêberî

Tu fêr bibe zimanê xwe.

Nebêje nizam xeberdim

Hema ez ê dev jê berdim

Ez ne kul û ne bi derdim

Şerm bike ji dayika xwe.

Ger bixwazî qencemêr bî

Divê zimanê xwe fêr bî

Her daim zana û jîr bî

Da bighêjî mexseda xwe.

Çi mal çi kar û çi sûkê

Jin û zarok û ta bûkê

Tu bizanî çî devokê

Biaxive zimanê xwe.

Bi wî tim bikin sohbet ê

Ji kesî nexwin minnet ê

Daîm bidenê qîmet ê

Xwedî derkev zimanê xwe.

Zimanek pirr dewlemende

Pirr devok û zar û bende

Çiqas bixwazî xeberde

Bi wî binvîse hestên xwe.

Miletê wenda bûn l'Cihan

Ewil dev ji ziman berdan

Piştre wenda bû çanda wan

Dawî anin li navê xwe.

"Baqî" ji we dike hêvî

Hûn ziman xwedî derkevî

Tifaqa xwe bikin qewî

Da bibin xwedî xaka xwe.

 

 

Xelat