Berbanga sibê di çavên te de

Ev Tablo ya Hunermend Dilawer Dildar e
Helbestvan: Dilawer Dildar
Berbanga sibê di çavên te de xilmaş dibe
Hêdî hêdî têrîjên rojê mîna zarokîya te!
li ser lêvên te kenekî bedew dimyîne
Mîna hêvanê şîr spî ruyê te …!
Rojên zaroktîya min û te bi bîrtîne
Li kontara « Çîyayê Kurmêc «
Bêhna gulavê jê tê,
Mîna bagerik tuj şewitî hêrs bûyî......
Min li ber lehîya xwe dibe
dil û ciger......
Li ser vê axê dihele
bila di dilê min de bimîne mîna sirekê ….!
Xwedê zanê ....
Ku ez çendî ji te hez dikim..!
XELAT