TE UMUR BÊ XAYE ÇÛ

Helbestvan: Ebdurrahim İnanç
TE UMUR BÊ XAYE ÇÛ
Dilbera ev çendi sal in mam li bendê va ye çû
Ew keser cardî di dil ma rû ji min bada ye çû
Ew keçek Ârî neseb bû hem ji malbatek esîl
Cilweyek izhar dikir wê hew mi dî bazdaye çû
Bê xwedî hiştim li çolê min nema sebr û qerar
Ez dibêm belkî ku heq bê dil ji min êşaye çû
Min digot belkî wê bêtin û bidê destê wîsal
Perwerî kir vê kebarê ber mi ra hêjaye çû
Hate destê nakesan ew firsetek bû berdidan
Wek Çivîka bêxwedî ma wê qefes hêlaye çû
Ez dibêm axir zeman bû serserê min bû duman
Min nezanî dê çi bêjim hûriyam bê paye çû
Teqdira Heq qey wesa bû em bibîn munqad belê
Dilbera min bêserî ma nav refa wendaye çû
Heyfe îro mehweşa min ez nizanim wezyetê
Ma li benda xeyreta min ma û ma westaye çû
Ma dibit cardî bibînim hêj ku sax im yan ne lo?
Behmurî firset ku borî te umur bê xaye çû
11/3/2025 Cizîr
Xelat