Roja zimanê dêkê ya navnetewî pîroz be
Nivîskar: Hozan Efrînî
Roja "Zimanê Dêkê Ya Navneteweyî" an jî (Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî) li hemû gelên gerdûnê û bi taybet li gelê kurd û Kurdistanê yên ku bê beş kiribûn pîroz be.
Wek em hemû dizanin ku her sal di roja 21-2 ê Sibatê de, cejina zimanê zikmakî ya cîhanê ye. Ev roj li hemû deverên dunyayê tê pîroz kirin û bi coşeke mezin ji aliyê her ziman perwerekî ve hate pêşwazî kirin û pîroz kirin.
Wek tê zanîn ku pîroz ragirtin roja zimanê dayîk ya navneteweyî, di rastiya mirovahiya pêşkevtî de, tê wateya ku gel û neteweyên cîhanê di nava civaka mirovatiya pêşkeftî de cihe xwe digrin ew jî xwedî vîn û daxwazeke bi weteye ji bo cihgirtin di nava wê civakê de.
Di 17-11-1999`an de ji aliyê rêxistina UNESCO ve wek projeyeke girîng û dîrokî hat pêşkêş kirin û pişt re jî, ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hate pejirandin û ji sala 2000î ve ji aliyê gelên navneteweyî ve, ev roj tê pîroz kirin.
Di Kurdistanê de, rêzantiya çewisandin û jinavbirina bi yekcarî û qirkirin li ser destê rêjîmên dagirker pêkhatiye.
Wek dîrok dide xweyakirin ku zimanê Kurdî li gelê kurd bi yekcarî hatibû qedexe kirin, konevaniya qirêj a rêgirtin li netewebûn û welatparêzî kurdî ku hatiye meşandin, ne li gerdûnê û ne li ti cihên dunyayê pêknehatiye û nebû ye.
Lê mixabin li Kurdistanê, her çiqas li nav rêzên gel pêşketin û xweşdiliya xwendin û fêrbûna profeşînal di derbarê zimanê Kurdî de heye. Lê mixabin ta niha ferheng û kultura Erebî- Tirkî û Farisî-Ecemî di hizir û ramanên wan de dirêjî pê dide û raman û nivîsên rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste û nivîskarên me yên di facebook û malperan de dinivîsin zal û bi hêze.
Nîşana herî li ber çavan ewe ku dema mirov seyrî malper û rojnameyên elektronîk û facebook û yên din bi taybetî li ên kurdên Rojava û ên Bakurê Kurdistanê bike, bi piranî girîngiyê didin zimanê Erebî- Tuirkî û Zimanê Kurdî jî bi pila duyemîn carna jî kok tune û di warên piraktîkî de jî bicîdikin.
Lê tenê li başûrê Kurdsitanê ji ber ku ji bêhtir ji 84 salî ve zimanê kurdî fermî ye û piraniya zanîngeh û dibistanên wê bi kurdî ne, ew nifşên nû girîngî didin bi zimanê kurdî tîpa erebî, ew jî pêngaveke başe, lê mixabin, li herdu beşên din ên Kurdistanê hîn jî lawazî heye, serbarî ku li Rojavayê Kurdsitanê dibistan û zanîngehên kurdî hene, lê zimanê kurdî li Herêma Cizîrê ne ya sereke ye, lê mixabin di rastiyê de, zimanê erebî ya sereke ye û heya Rêvebiriya Xweser beriya 2018`an, li Efrînê zimanê kurdî bi ya yekemîn dida bikaranîn, lê îro em temaşe dikin ku êdî li Cizîrê bi pileya duyemîn tê..
Weku hemû kes dizane ku tenê li Herêma Efrînê her tişt bi kurdî bû, Jiyana rojane bi kurdî bû, danustandina bazirganan û karmendan, hunermendan, dewlemandan û tev gelê Efrînê bi kurdî bû.
Efrîniyan zimanê kurdî ji xwe re kiribûn felsefeya jiyanê, felsefeya parastina çand û kûltura resen ya kurd û Kurdistanê.
Hezar carî mixabin ku îro di roja zimanê dayîka cîhanî de, li hemû dibistanên Efrînê û zanîngeha Efrînê û di hemû saziyên wê yên piştî dagîrkirinê de, zimanê kurdî li Efrînê qedexe bû, lê îsal derfet dane ku were xwendin...
Weku em hemû dizanin û rojene jî dibêjin ku Ziman yekek ji girîngtirîn û buhtirîn nêrxên mirovan e, ji ber wê jî pêwîste mirov xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.
Xwedîderketin li ziman tê wê wateyê ku xwedî derketine li rastiya hebûna gel û netewe û doza xwe ya rewa ye.
Pêniyar dikim ji bo hemû nivîskar, rewşenbîr û ronakbîr û çalakvanên kurd û Kurdistanî dest bi geşpêdan û vejandina zimanê kurdî bikin û zimanê kurdî hebûna me ye û parastina wê, tê wê wateyê parastina rastiya rewabûna doza me ye.
21/2/2024
XELAT
