Îbrahîm Ehmed, Sêgoşeya Wêje û Siyaset û Kurdayetî yê

Îbrahîm Ehmed, Sêgoşeya Wêje û Siyaset û Kurdayetî yê

Nivîskar: Merîwan Mesûd

 Ronakbîr, siyasetvan û kurdperwerê mezin Îbrahîm Ehmed, êvariya roja 8/4/2004`an li bajarê Londonê ya Inglîzistanê koça dawî kir. Ez wisa difikirim ku eger ezmanê kurdayetiyê û zanayên kurd çend stêrkên geş hebin, bê goman (Îbrahîm Ehmed ku bi `Bile` tê naskirin) yek ji stêrkên herî geş di navenda rewşenbîrî, siyasî, civakî û nivîskariyê de ye ku bi zindî dimîne.

Îbrahîm Ehmed, ku di sala 1914an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, yekser ciwaniya xwe û çavên xwe li şoreş û tevgera çekdarî ya şahê Kurdistanê (Şêx Mehmûdê nemir) vekir. Ji bilî wê malbata wî bi taybetî mamekî wî bi navê (Remzî Fetah) ku yek ji wan efserên dêrîn bû ku ji bo doza kurdî têkoşiya. Wan rê li ber Îbrahîm Ehmed vekir ku derbasî cîhana siyaset û rewşenbîriyê bibe, nemaze piştî xwendina wî li qonaxa amadeyî.

Di destpêka salên 1930’an de di temenê xwe yê gêncîtî de Îbrahîm Ehmed bi gelek helbestvan û kesayetiyên wê demê yên weke (Fayeq Bêkas) re dibe heval. Ji ber wê di salên 1930an de serokatiya komeke bi navê Ciwanên Kurd dike û bi alîkariya Şakir Fetah, Hemîd Ferec û Ezadîn Feyzî, Fazel Talebanî, Sabîr Îsmaîl, Semed Mencel û gelek kesên din kovareke bi navê (Diyarî Lawan) derdixe.

Derbarê ew rola mamosta Îbrahîm Ehmed, ku di wê serdemê de hebû, di sala 1964an de Profesorê Almanî (Buxard Brentz) ku profesorê zanîngeha Halle ya Komara Demokratîk a Almanyayê bûye, di kovara zanistî ya zanîngehê de gotarek bi navê “Li ser Çend Pirsgirêkên Dîrokî yên Tevgera Netewî ya Kurd” nivîsand. (Buxard Brentz) weha nivîsiye: “Li Bexdadê xelekeke xwendekarên kurd ên hişyar derdora Îbrahîm Ehmed hebûn ku kovara (Diyarî Lawan) derdixistin.

Her di derbarê wê serdemê de Rewanşad Mam Celal Talebanî dibêje: “Wê demê Îbrahîm Ehmed gotarên “Dijî Faşîzmê” ji rojnameyên Brîtanî werdigerîne, Îbrahîm Ehmed û hevalên wî yekem car fikra têkoşîneke yekgirtî û yekitiya Kurd û Ereban li dijî emperyalîzmê weşandin.

Vê yekê jî weha kir ku Îbrahîm Ehmed di sala 1937an de kitêba (Kurd û Ereban) çap kir, ku di avakirina têkiliyên Kurd û Ereban de fikreke nû bû. Mam Celal derbarê wê pirtûkê de dibêje: (Bi vî awayî li kêleka baskê muhafazakar ê xwe cudakirin, baskê demokratîk ê tevgera Kurd derket holê).

Eşkere ye ku ev kitêba ku bi lez û bez di nav zanyarên Kurd û Ereb de belav bû û bandoreke mezin lê kir, Brahîm Ehmed derxistin dadgehê û doz lê hat vekirin û dewleta Êraqê yaw ê demê xwest ku wî bigire û bixe zindanê. Lê belê Îbrahîm Ehmed di parastina pirtûkê û naverok û armancên wê de bi ser ket, lewma hat berdan.

Derbarê pirtûkê de Mam Celal Talebanî di bîranînên xwe yên bi Îbrahîm Ehmed re wiha dibêje:  (Naveroka vê pirtûkê di dema xwe de gelek girîng bû, lewra bû sedema gelek nîqaşan, lê bandoreke baş jî li ser zanyar û çalakvanên Kurd û Ereb kir).

Ji ber vê yekê Îbrahîm Ehmed ji biçûkatiya xwe ve navdar bû, ji ber ku pêşengiya xebatên siyasî yên pêşverû, edebiyata kurdî û xebatên bilindkirina hişmendî û xwerêxistinkirina têkoşînê di nav ciwanên kurd de kir.

Ji bilî vê her di wê serdemê de, di biwarê wêje û helbesta xwe yên bi navûdeng (Yadgar û Hîwa) ku bi navê (Bihara Şîrîn) hatiye naskirin, nivîsiye. Bi taybetî piştî ku ew stranbêjê dengxweş û kurdperwer (Tayer Tofîq) awaza jêre danî û muzîk çêkir û belavkir.

Mam Celal di wê derbarê de dibêje: Ew helbest, bû gotina ser lêvên lawan û civatên pê dihatin xweşkirin û meclîsên welatparêzan pê dihatin germkirin.

Piştî ew binavûbangî û navdarî û pênûsa sererast ê mamoste Îbrahîm Ehmed deng veda, di sala 1939an de biryara derxistina kovara `Gelawêj` dide. Ku piştî gelek zehmetî, astengî û pirsgirêkên siyasî û aborî karîbû 10 salan kovara geş Gelawêj amade bike û biweşîne.

Helbet di destpêkê de piraniya gotarên kovarê, ango gotar û wergerên sereke yên kovarê, Îbrahîm bi xwe kiriye û ew dînamoya sereke ya kovarê bû, heta ku hêdî hêdî bala nivîskarên din ên kurd kişand.

Di derbarê vê qonaxa Gelawêj de, Mam Celal dibêje: “Rêbaza Gelawêjê ji aliyê mamosta Îbrahîm ve weke rêyeke demokratîk û Kurdane hatiye pênasekirin, têde gelek behsa dîroka Kurdistanê, zimanê Kurdî, helbest û wêjeya Kurdî kiriye.

Ji ber vê yekê `Gelawêj` bi rastî bû dibistana hişmendî, kurdewarî, zimannasî, perwerdekirina nivîskarên kurd û belavkirina baweriyên pêşverû û demokratîk. Hilbijartina zimanê kurdî ji gelek peyvên biyanî û pêşxistina şêwazeke nû ya nivîsandinê û zimanê kurdî yek ji şaheserên Gelawêjê bû. Ev kurdiya ku îro bûye zimanê nivîsandin, weşanê, helbest û çîrokan, bîngeha wê di Gelawêjê de tê dîtin.)

Balkêştirîn biryar û wêrektirîn biryar ew bû ku mamosta Îbrahîm Ehmed bi zorê hate neçar kirin ku postê (dadwer) werbigre daku dest ji xudantiya govara (Gelawêj) berde, çûnkî li gorî yasayên wê serdemê, Dadwer û parêzer çênabe xudanê tu weşanan yan rojnameyê bin lê belê digel wê de jî her çiqas postê dadweriyê yek ji postên herî mezin û giring yaw ê serdemê bûn Mamosta Îbrahîm Ehmed di dawiyê de dest ji (Dadweriyê) berda û dîsa bû xudan îmtiyaza govara Gelawêjê.

Lê mixabin piştî 10 sal xweragirî ji bo xwedîkirina kovara herî hezkirî ya di dîroka Kurdistanê de, piştî ku rejîma Êraqê fermana girtin û cezakirina Îbrahîm Ehmed da û ew xistin zîndanê. Ev jî bû sedem ku kovar raweste û dû re jî heta heta hate govar hate girtin û ew tava geşbûyî ya ronakbîriya kurdî çû ava.

Helbet di vê quncikê de ku min di salvegera koça dawî ya Îbrahîm Ehmed de nivîsîye, min bêtir li ser warê wî yê rewşenbîrî rawestiyame, ku qonaxa “Lawan” û kitêba “Kurd û Ereb” û paşê qonaxa geş a (Gelawêjê) bû. Wekî din, eger ez behsa têkoşîna siyasî ya mamoste bikim, ji damezrandina JÎ.Kaf ve, heta bûna bi PDK`ê û piştre hilbijartina wî wek sekreterê Partiya Demokrat a Kurd – Êraqê di kongreya duyem a PDK- Êraqê di sala 1951`an de û çalakiyên wî yên piştre, dibe ku pirtûkek bi çend cildan were çapkirin.

 Wergerandin: Dawûd Çîçek

XELAT/ Kurdistanî Nwê