Pirtûka Mam Celal hat nasandin

Bi boneya salvegera yubîla zêrîn ê damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) pirtûka Mam Celal ji aliyê berpirsê Borda Ragihandina YNKê Letîf Nerweyî ve hat nasandin û şirove kirin.
Îro 28/5/2025 li bajarê Silêmanî di Salona Kurdistanî Nû de, bi boneya yubîla zêrîn a damezrandina YNKê, semînarek ji bo nasandina pirtûka (YNK) ê ji bo çi ye?.. birêve çû.
Ew pirtûk ji aliyê rewanşad serok Mam Celal ve hatiye nivîsandin û ji aliyê şehîd Aram ve ji Erebî bo kurdî hatiye wergerandin.
Her weha ji aliyê Mekteba Ragihandin û Bîr û Hişyarî ve hatiye amadekirin û ji aliyê berpirsê Borda Ragihandinê kak Letîf Nerweyi ve hate şirovekirin.
Her weha rêzdar Nerweyî di şiroveyên xwe de, amaje bi sedem û girîngiya damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku avakirin û damezrandina YNKê ne li hemberî ti aliyan bû ye, ji berk buşantî di nav tevgera kurdî de çêbibû, û dî damezrandina YNKê gelek pêwîst bû.
Di dawiya wê semînarê de, pirtûka bi navûnîşana Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo çi ye bi ser mîvan û beşdarvanên wê semînarê ve hat weşandin û pêşkêş kirin.
Xelat-Roşîn Serêkanî