Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de -3

Serdema zarokatiya Rewanşad Serok Mam Celal û hin bîranînên wî di qonaxên xwendinê de....
Xeleka/3
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
Pirs: Başe temen dirêj bin, ka em vegerin bo serdema zarokatiyê, eger bîranîneke te ya xweş hebe dema ku tu xwendekarê qonaxa seretayî bûbe?
Bersiva Mam Celal: Meqseda te çiye ji bîranîneke xweş?
Pirs: Ew dema tu xwendekarê qonaxa seretayî bû bîranîneke xwe ya xweş ji me re bêjî?
Bersiva Mam Celal:
Ez xwendekarê qonaxa seretayî bûm, çend bîranînên min hene. Dema ez ji gund hatime bo Koye, min heta temenê 4-5 saliyê li gund jiyame, piştre bavê min bûye bi murşidê tekiya Talebanî li bajarê Koye, me mala xwe ji gund guhazt Koye. Ji ber wê ku ez çûme dibîstanê, sala yekem ya xwendina min xwendekarên sinifa min pir henekê xwe bi min dikirin. Min bo nimûne li cihê ku ez bêjim (Lo) min digot (Le bo) yan li şûna (Çon) min digot (Çilon), wan jî henekê xwe bi min dikirin. Ya yekem ji bo min salekî nexweş bû, ez rastî şer dihatim, li ser wan peyvan, lê jiber ku ez xwendekarekî baş bûm êdî, hêdî hêdî mamostayên min ji min hez dikirin û alîkariya miun dikirin û êdî xwendekar jî fêrî min bûn û bûne dostê min.
Li wan salan de, ku ez li wir bûm, ya ku tê bîra min ew bû, min gelek tişt ezber dikirin, yanî di ezberkirina helbestan de ez gelekî çalak û wêrek bûm û ez yek ji wan xwendekaran bûm ku dema dibîstan rêz dibû berya ku bikevin dersê ez dihatim pêşiya wan taku helbestê bixwînim.
Piranî ew helbestên nîştimanî min dixwendin ku ez li ser dihatim fêrkirinê. Çi li malê yan li dibîstan,ê mamostan ez fêr dikirim. Rojê du caran ez derdiketim pêşiya xwendekaran, sibê û danê paş nîvro û min helbest dixwend.
Helbesta nîştimanî, ew yek di bîra min de maye ku di navbera min û mamostayên min de gelekî baş bû. Yên ku min nas dikirin ji wan mamosta (Mecîde Fendî Şêx Mîrye)ye ku mamostaya me ê dîrokê bû, bandora xwe gelek li ser perwerdekirina mêjiyê me hebû, mamostaya dîrokê bû, mamostayekî me yê din jî hebû mamosta (Kemal Efendî û Kemal Ebdulqadir Neşet) mamostayê me yê werzişê bû gelek bandor li biwarê siyasî li ser me hebû û dikşandin ber karûbarê siyasî.
Em du sê birader û xwendekarê diyar bûn, yanî em bêjin xwendekarê yekem û duyem yan zîrekên sinifê bûn, bi hîleya wê yekê ku ez kiribûme berpirsê Pîngpongê (Tênsa ser mêzê) bim daku ez pare tomar bikim, ji me nêzîk dibû û hêdî hêdî em kişandin û civînek bi me re çêkir li mala xwe û komeleyek bi me ava kir, di sinifa 5`ê ya seretayî bûm. Navê xwe Komeleya Pêşkeftina Xwendewarî (KPX) bû, (X) wek xwendewarî , (K) Komele, (P) jî Pêşkeftin, wate mamosta Kemal Ebdulqadir Neşet em fêrî siyasetê kirin û ji ber wî em hatin nava siyasetê.
Ez di sala 1946`an bûm bi endamê partî (Partiya Demokrata Kurdistanê -PDK) ji ber mamostayekî xwe hezar rihmet lêbin bi navê (Tahîr Seîd) bû, peyakî gelekî jîr û bi şexsiyet bû, ya ku di bîra min de ye li wî demî ez di qonaxa seretayî bûm, wekû mezintir ji temenê min reftar li gel min dihat kirin, her di wê salê de ku bûyereka min ya gelekî bi navûbang heye ku wek te gotî xweş bê, ez di dsinifê 4`ê de bûm, xwedê jê razî, Seîd Qezaz (Muteserîf- Parêzgarê Hewlêrê) bû digel fermandeyên leşkerî yên Êraqê li Hewlêrê û xelkekî dinê hate bajarê me.
Dema ku hate sinifa me dersa me ya dîrokê hebû, dersê behsa (Midhet Paşa û Îslahatên Midhat Paşa) bû li Bexdadê, ji ber ku ez di rêza pêşîn rûniştibûm , ez rakirim, û got: Rabe, bi bê ku bizane ez kîme, min jêre behs kir ku Mîdhet Paşa çi kiriye. Yek ji wan ku (Tramway -Trênên nava bajêr) di navbera Kazîme û Bexdadê daniye, pirsa (Tramway- Trênên li ser karebê) ji min kir û min jî bi hûrî jêre behs kir. Gelekî matmayî ma ji min, hindek pirsên din jî ji min kirin, piştre pirsî navê te çiye? Min got filan, got, tu kurê kêyî/ min got ez kurê Şêx Husamedînê Talebanî me, serê xwe hejand û gote min; Talebanî du babetin û xeta wan ya naverast nîne.
Îca ew yek bûyereke din tîne bîra min ji tere bêjim, wek dibêjin gotin gotinê dikşîne, sal 1951`e, ez li çarê senewî (Amadeyî) bûm ku li Hewlêrê min temam kiribû ez çûm bo pêncê, ez neçûm ezmûnan çûnkî pileyên min serû (90) bilind bûn ez ji ezmûnan hatim efû kirin. Ji bo zanyariyên we ez ji hemû salên 1,2,3,4`ê senewiyê efû bûm û min ezmûn nedikir çûnkî pileyên min serû (90) bûn. Wisa bû ku her carê ku ez efû dibûm ji ezmûnan ez dihatim Koye, ji nişkêve di gel gropekê ez hatime girtin û ez bo Mûsilê hatim sirgûn kirin. Li wir (Seîd Qezaz) hezar rihmet lêbin parêzgar (Muteserif) bû, ji ew kesên ku tên bîra min ku em pêkve hatibûn sirgûn kirin, xwedê jê razî (kak Omer Debabe, Ewnî Yûsif) û çend kesên din bûn yekî din ligel mebû xwedê jê razî (Qadirî Hacî Hisên) ku xelkê bajarê Silêmaniyê bû, nançî bû, hem jî Partî (PDK) bû, piştre bû komonîst , lê di wê serdemê de partî bû, du meh derbas bûn pare nedan me, demek dirêj bû me 100 filis wernegirtibû, em çûn bo cem parêzgar daku em giliyê xwe bikin, dema em çûn em hemû bûn, xizmetkarê muteserifê Mûsilê zelamekî Behdînî yê hejar bû, gote me: Rawestin, meçin rawestin, va balyozê Tirkan li cem parêzgar e. Qadirî Hacî Hisên jî çûye pêş û ji xizmetkarê parêzgar re got: Here jêre bêje balyozê Kurdistanê hatiye. Wela ew jî çû, û her bi dilpakî çû jorê û gotibû cema`etek hatine yek ji wan dibêje ku `ez balyozê Kurdistanê me`. Parêzgar jî gotibû; xemnake bila carê rawestin, bila balyozê Tirkiyê here piştre. Dema ku em çûne odeya parêzgar ji me pirsî: kî ji we balyozê Kurdistanê ye?
Qadirî Hacî Hisên jî got, ezim qurban, parêzgar got; tu kiye? Wî got; ez Qadirî Hacî Hisênim û mala me ji hev nêzîkbû, dema xwe de tu dihatî firina bavê min, parêzgar got: `Qale` tu ew birayê karker yê Partî yî? Wê demê kake Felah hebû, kake Felaf komonîst nû bi navûbang bû, li Silêmanî bi kake karkerê partî bi navûbang bû, ji ber wê jêre gotî, ey Qale , ew tuye, tu kakeyî karker ê partîyî? Piştre hat ji me hemûyan pirsî û got kî ji we Omer Debabe ye? Kake Debabe gotî: Ezim, Parêzgar got: Omer, eger hûn bêne ser hukim ez dikarim weha we bibînim û hûnê weha rêzê li min bigrin hûnê çi ji me bikin? Kake Debabe gotî: Emê te bidin mehkemeya gel.
Îca bi rêkeft ku wexta xwe, Seîd Qezaz hate girtin, ew dan mehkemeya gel, gelek Kesan dixwest kak Omer Debabe biçe şahîdiyê liser bide lê ew neçû, kak Omer gotî: digel me de peya bûye.
Îca piştre hate ser min û ji min re gotî; ew simbêl Stalînî kiye? Wê demê simbêlên min mezin bûn, simbêlên min pan bûn, gotin ew filan kese, gotî: Celal, were were kurim ew simêl Stalînî ez jê fêm dikim, ez têm bîra te tu zarok bûyî, "bûyera 4`ê seretayî hîna li bîra wî mabû", gote min, tu ji Talebaniyên bi aqil bûyî çi tiştî tu gihandiye siyasetê û van tiştan? Min got: Wele renge aqiltî we li min kiribe ez gîhandibim siyasetê.
Karê me bi cih anî, hezar rihmet lêbin û ji me re got: Hûn li pey kumê ba biriye ketine, got jî: Ew Kurdistane çawa dê rizgar bibe? kiyê Silêmanî û Mihabad û Kirmaşanê û Diyarbekirê wê biheve girê bide? eve bi derzî û deziyê çi terziyekî tê dirûtinê, herin bixwînin û karê xwe bikin. Bi kurtasî karê me bicih anî û gotinên xwe ji mere kirin.
Ew bûyera li gel wî di qonaxa seretayî yek ji wan bûyerane di jiyana min de ji bîra min naçin ku cara yekem jî min li Newrozê gotar xwend, her li seretayî bûm sinifê 5`ê seretayî bûm, Newroz bû, dibîstana min ez destnîşan kiribûm ku biçin şahiyê ez gotarê bixwînim, min gotara xwe nivîsîbû, yekem car bû ez çûm, min li Newrozê xwend, ew tişteke ku qet ji bîra min naçe.
Tiştekî din jî di bîra min de ye ji tere bêjim, dema xwe de biraderekî me hebû ji me mezintir bû navê xwe (Husamedîn Teyîb) bû, hezar rihmet lêbin leqebê wî (Şe`b) bû, wî em fêrî kurdayetiyê dikirin, yek ji ew tiştên ku fêrî me dikir, divê em bi şev biçin ser gorîstanan û netirsin. Bi şev em diceribandin, Ala Kurdistanê dida destê me û digot herin ser filan gorê.
Ser gorîstanên li derveyî Koye adeta hemû gorîstan li derveyî Koyê bûn, wê wextî tekiya kevin gorên wê ji aliyê derveyê Koye bûn, aliyê çiyayê (Heybet Sultan) de bûn, beşê min ewder bû, diviyabû biçim ez alayê bibim bo (Tekiya kevin) dûr bû gir jî bû, ez çûm polîsan deng li min kir û ez rawestandim, bangî min kirin; tu çi dikî li vir? Min got: Wela ez hatime nizanim li ser gora kê fatîheyê bixwînim, dema bû sibe ala Kurdistanê dîtibûn û li wir gomana wan li ser min çêbû lê ez negirtim. Eve sê tişt li bîra min bûn ya qonaxa seretayî ku bi serê min hatine.
Dewamî heye…..
Wergerandin: Dawûd Çîçek
Xelat