44 Sal biser Cenosîda kurdên Feylî re derbas dibe

Îro 44 sal bi ser komkujiya Kurdên Feylî re derbas dibe, ku di serdema rêjîma Ehmed Hesen Bekir û serokomarê wê demê yê Êraqê di sala 1970 de bi darê zorê 4 hezar kurdên Feylî dersinorî welatê Îranê kirin û serdema Sedam Husên de jî di Nîsana 1980`an de jî (600 ta 750) hezar Kurdên Feylî bi darê zorê dersînorî Êranê hatine kirin. Ji ber wê jî roja 4/4 bi salvegera cînosîda Kurdên Feylî hatiye nasandin.
Her weha di wê tawana li dijî morovahiyê de bi hezaran kurdên Feylî jî di nava zeviyên bombekirî de jiyana xwe ji dest dan. Her weha zêdetirî 20 hezar ciwanên Feylî jî bêserûcih û winda bûn.
Kurdên Feylî, beşekin ji neteweya Kurd, cihê nîştecîbûna wan dikeve navbera sinorê destgird yê di navbera Êraq û Îranê de ku ji aliyê bakûr ji bajarê (Celewla û Qirzabat û Şareban û Xaneqîn û Mendelî) destpê dike û heya dighêje başûrê Êraqê li bajarên (Elî Xerbî û Bedre û Cesan û Kut û Nu`maniye û Ezîziye ku piraniya wan dikevin parêzgeha Wasit( Kut) û hindek ji wan jî li parêzgeha Mîsan (Emmare) û her weha rojhilatê parêzgeha Diyale û hêjmarek zêde ji wan jî li navenda Bexdadê ne li taxa (Hey Ekrad, Kîfah û Şêx) û mijûlî karên bazirganiyê bûn.
Bi baweriya Kurdên Feylî, bajarê Bexdadê paytexta Êraqê li ser destê wan hatiye avakirinê.sinorê nîştecîbûna Feyliyan li aliyê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî dikeve parêzgehên (Kirmaşan, Loristan, Îlam û Xozistan) û bajarên (Xusrewî, Qesir Şêrîn, Kirmaşan, Îslam Abadî Xerb, Îlam, Mihran û Enmîşk) li Îranê ji Feyliyan re dibêjin Lor û parêzgehek wan jî heye bi nave Ostanî Loristan.
XELAT/ Jêder: PUKMEDIA