Gelawêj Xan, Min Jînenîgariya Te Xwend

Gelawêj Xan, Min Jînenîgariya Te Xwend

Nivîs: Gelawêj Hisên- Kanada

 

Pirtûka “Gelawêj û Karîgeriya Afirandina Wêjeyî” ya hevrêyê min (Dr.Jîno Ebdullah) min xwend, ku jiyannameyekî gelek xweşik û tejî û berfireh a Xanim Gelawêj e ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û digel çend lêkolîn û gotarên ku ji aliyê nivîskaran û wêjevanan û mamostayên zanîngehê derbarê wêjeya Gelawêj de hatiye nivîsandin.

Di rastiyê de, ji dema ku ez li dezgeha (Serdem) dixebitim, min Gelawêj xanim naskir ku wê demê dihate cem kak (Şêrko Bêkes), lê belê di rastî de heta min ev pirtûk nexwend min nizanibû ku ev xanima dilovan ev hemû êş û azar û nexweşî hîna ji zaroktiya xwe de dîtine. Hîna di zaroktiya wê de li berçavên wê Xalê wê (Hemze) bi awayekî hovane hatiye girtinê û ew hemû sirgûnî ji ber Kurdayetiyê hatiye serê wan û bo bajarên naverast û başûrê Êraqê hatine dûrxistin , paşê sirgûnî çiya, welatên cîran û heta welatên biyanî hatine kirin.

Tişta ku bala min di jiyannameya ev xanima dilovan de kişand ew bû ku pir bi rastgoyî behsa xwe dike wekî ku nivîskarê pirtûkê nivîsiye. Tevî ku xwendineke xwe ya bilind û akademî jî nexwendiye lê belê xwe fêrî zimanê Erebî û Farisî kiriye û bi wê yekê ezmûnên nivîskarên cîhanê xwendiye û bûye nivîskareka xwedî şiyan û niha xwedanê zêdetir li 17 berhemên wêjeyî ye ji bîrewerî û roman û çîrok û wêjeya zarokan û wergêranê ye.

Ez gelek kêfxweş bûm bi xwendina vê pirtûkê, ku gelekî xweşik jiyana Gelawêjxanê li hemû biwaran de û bi erebiyekî gelekî zelal û xweşik hatiye nivîsandinê jiber ku pêwendiyekî baş ya Gelawêjxanê bi wêjevan û nivîskar û xwênerên erebî re hebûye, cihê destxweşiyê ye ku ev berhem bi zimanê Erebî hatiye nivîsandinê.

Dubare ez kêfxweşim bi xwendina vê pirtûkê, gelek aliyên dine hene ku pêwîste were gotin lê berlê min tenê ez ewqasî dinivîsim û bi hêviya ku careke dimn bi dîtina Gelawêj xanimê şa bibim.

 

Wergerandin: Dawûd Çîçek

XELAT